12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wekîla DEM Partiyê bersîve da walî: Pêşî kurdî pêşî ziman!

 Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncû bertek nîşanî jêbirina nivîsên kurdî da û li ser dîwarê walîtiyê nivîsa “Pêşî kurdî pêşî ziman” nivîsand.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Êlihê Zeynep Odûncû bertek nîşanî jêbirina nivîsên bi kurdî da û bi boyaxa spreyê li ser dîwarê Walitiya Êlihê “Pêşî kurdî, pêşî ziman” nivîsand.

Zeynepê diyar kir ku ziman û çanda wan di bin êrişan de ye û got: “Zimanê me kurdî ye. Em ê her tim xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin. Hûn ê tu caran nikaribin ziman û çanda me tune bikin.”