Em ê di vê nivîsa xwe de jî pêşgotinekê binivîsin; Rastiyek heye û ez ê behsa wê rastiyê bikim. Dema ku mirov behsa rastiyekê dike, bi çavekî cûda li cîhanê dinêre. Esseh û sahîhe ku, fişeka pêşî ya di 15’ê Tebaxê, hem lûtufek e, hem destpêka qiyamê ye. Banga şer bû, gelê Kurd jî ev bang erênî dît û dest bi şer kir, şer jî dewam dike.
Fermana Gelê Suryanî û Ermeniyan (1915), xapandina Kurdan e; Peymana Sykec-Pîcot mahkumkirina Kurdan e; Beyana Amasya xiyaneta li dijî Kurdan e; Peymana Lozanê destpêka qirkirina Kurdan e! Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an, duyemîn gora betonî ya metfûnkirina Kurdan e!
Dîroka sed salî ya Komara Tirkiyê û Kurdîstana parçekirî, dîroka paşverûtî û selefa siyasî ye. Yanî dîroka prîmîtîf akumîlasyonan e!.. Yanî komkirin û koma paşverûtiyê ye! Hem komploger, hem rayedarên dewleta tirk, bi barbariyek mezin nêzîkî Kurdan bûne û dibin. Di vê barberiyetê de dîrokek veşartî û xiyanetê heye.
Birêz Abdullah Ocalan ev dîroka veşartî û xiyaneta li dijî gelê Kurd eşkere kir; hem utopya, hem xewn û xeyalên Kurdan zindî kirin. Bû mêjiyê Kurdan û dema mêjî êşê dikişîne, beden jî qîran dide. Kurd di vê qonaxê de ne.
Piştî dîlgirtin û tecrîda 25 salan û 4 salên dawî ku tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin, aqilê pêşketî û vijdanê şiyar yê cîhanê dengê xwe derxist. Dereng jî be giring e! 69 xelatgirên Nobelê ji bo azadiyaê Abdullah Ocalan banga azadiya wî kirin.
Di nava van xelatgiran de, wêjevan Alfrede Jelînek jî heye.
Min bi taybetî navê wejavan Alfred Jelînek nivîsî. Ji ber ku wêjevan, mecbur in tixubên estetîkê derbas bikin. Nikarin statukoparêz bin, nikarin bi guman, dudili tevbigerin. Bêterefî xwekuştina e, felcbûn e. Nivîskar, sînoran nasnakın, destê xwe dirêjî asoyan dikın.
Mixabin dibêjim; gelek ji nivîskarên Kurd, hîna dibin “tîmar”kirina dijmin de ne. Ev “tîmar”kirin, dîlgirtina hest û vijdanê di berjewendiyan ye. Ji xwe perwerdeya dijmin, sîstema dewşîrmetiyê ye, yanî xerakirina genetîka xweza mirov e. Durxistina ji seleksiyona (xweza) mirov e.
Lê kanuna vejewaniyê, kulma hesinî ye. Marx, kurên xwe qurban dan, lê ji fikir û teorî û tezên xwe tawîz neda. Nivîskar, zanist û akademisyenên Dibistana Franfurt, reviyan, hatin girtin, êşkence dîtin lê tawîz nedena faşîzma Hîtler.
Em, vegerin ser mijara xwe:
Beyana Amasya-Mîsakk-î Millî dîroka veşartî ye. Ne lûtuf e, bingeha Raporên Şarq Islahata paşayên Îtîthat û Terakkî ye. Bingeha siyaseta înkar û tunekirinê ye û gava destpêkê ya xapandinê, yan jî xiyaneta li dijî Kurdan e. Navê “turkîfîkasyon”a veşartî û osmanizasyonê ye; bi gotineke din bingeha dîktatorya Turk-î turan e.
Tirk, ji bo vê beyanê, “Tamîma Amasya” dibêjin, piştî bi demekê gotina “Mîsakî Milî” bikar anin. Mixabin, hin ji Kurdan, weke “copy” zade tev digerin û di heman “mecra”yê de tevdigerin. Ev şaşîtiyek mezin e û erêkirina dîroka fermî ya yekperest û mêjiyê dagirkeriyê ye.
Çima vê dibêjim; ji ber ku tamîm-sîrkuler, yanî beyan, belkî di çarçoveya teng de, weke “belavok”a Amasya bê binavkirin e û tu têkiliya Kurdan bi vê beyanê re nine. Eger Tirkên yekperest, weke sunda neteweyî bi nav dikin jî, bi armanca dagirkirin û pêkanîna “sêva sor” e; yanî talan e, dagirkerî ye, wêranî û tunekirin e. Piştî komar hate avakirin jî, Misak-î Mîllî, ji yekparêziya xaka Osmanî û parastina îstîsmara “ûmmet”ê derxistin û piştre kirin bingeha dagirkirina Kurdistanê. Li hemberî ku sînorên Beyana Amasya ji bo hemû ûmmeta Osmanî bû û li dijî Peymana Mondros û Sevrê hatibû nivîsandin jî, piştî avakirina Komarê, bû Mîsak-î Mîllî, Helebê jî di nav de, sînor û armanca xwe, li Iraqê heta bi Musil û Kerkûkê, li Suriye jî heta bi xeta Hesekê û Malikiyê ye.
Ya balkêş ew e ku ev sunda neteweyî ya Tirkan, tenê li dijî erdnîgariya Kurdan tê bikaranîn.
Yanî, ehd û sunda mîratzadeyên Îttîhat û Terakî, ne li Balkanan, ne li cîhana Erebî, ne li qeraxên Derya Spî û ne li Tunus û Misirê bersivê nabîne. Eniya herî lewaz, dîse di çarçoveya xapandina olî, tarîqatî û demagojiya biratiyê de li dijî Kurdan tê bikaranîn. (Di dema “seyfo” û “aghet” de, yanî di serdema fermana Ermenî û Suryaniyan de, heman siyaset hate meşandin.)
Lewma beyan-sîrkulera Amasya, bi gotina tirkan Misak-î Mîllî, afûr û nafura li Kurdîstanê ye.
Balkêş e ku dîrokzanê ji Başûrê Kurdistanê Berêz Ebas jî, beyana paşeyên Îttîhat û Terakî weke “peyman” binav dike. Peyman, di navbera, hêzên li dijî hev de çêdibe û tê îmzekirin. Mesela Paymana Lozanê ye. Lê Beyana Amasya, yanî Misak-î Millî, bi pêşengiya Mustafa Kemal û hevalên wî, weke beyanekê, weke peyamekê hatiye belavkirin. Bi armanca bersiva Peymana Mondrosê Sevrê hatiye amade kirin. Xala duyemîn jî, destnîşankirina stratejiya nû ya paşayên Îttîhat û Terakî ye. Di 6 xalên beyanê de parastina xaka Osmanî, ummet, xilafet û sultanate heye.
Ji xwe weke şifreyekê hatiye amade kirin, ji fermandarên artêşê re hatiye şiyandin, 4, 5, 6’mîn xalên wê jî, veşartî ne. bi taybetî hatiye gotin ku dive Kurd ü bıyani van xalan nizanibin. Hajê pêşengên Kurdan ji vê beyanê çênebûye.
Dema ku ev beyan hate amadekirin jî, (22 Hez. 1919), biryara Kongreya Erzirumê heye û di beyanê de Kongreya Erzirumê tê destekkirin. Lê ji bo pêkanîna Kongreya Sêwasê jî pêşniyar tê kirin. Pêşniyara ji bo Kongreya Sêwasê jî, “bi eger e”. Yanî, eger Kongreya Erziromê li gorî dilê wan paşayan nebe, ew ê bi Kongreya Sêwasê, wan biryaran red bikin û biryarên nû bigirin. Ji xwe hinek biryarên Kongreya Erziromê diguherin jî.
Vêce: Di Kongreya Erziromê de 9 xalên weke biryar hene. Di Kongreya Sêwasê de jî 10 xalên weke biryar hene. Di her du Kongreyan de, “yekparêziya xaka ummeta Osmanî” tê xwestin û, Al-î Xilafet û parastina Saltanatê tê xwestin.
Di Kongreya Sêwasê de, bêyî ku navê Beyana Amasya bê dikirandin, 6 xalên beyanatê, di rengê yekrêziya welat û sînorên di çarçoveya neteweyan de hatine destnîşan kirin û weke armanca şer û têkoşîna neteweyan têne destnîşan kirin.
Armanc jî:
1- Bi armanca, Yekîtiya saziyên Trakya û Anatolya, (Kurdistan nine) ev tamîm manîfestoya siyasî ye.
2-Ji bo valaderxistina Peymana Mondros û Peymana Sevrê hate amade kirin. (Ev jî red û înkara Kurd û Kurdistanê ye)
3-Stratejiya veşartî heye. (ev jî ji bo têkoşîna paşayên Îttîhat û Terakî ye)
4-Armanca vê beyanatê, kontrola Kongreya Erziromê ye û lidarxistina Kongreya Sêwasê ye.
5- Beyana Amasya, meşrukirina hiquqî ya Mustafa Kemal e.
*Ji xwe xala 4-5-6’an beyanên Amasyaye yên veşartî ne û ji Kurdistaniyan re nayên eşkere kirin.
Vêce, kiryarên sedsalî ku her roj di ajansên Kurd de, bi rengê nûçe û şîrove-nûçeyan de, ji bo agahdarî û fêrkirinê, di rengê kronolojîk de têne rêzkirin, dibine bingeha zanistiyek ansiklopedîk. Şerê 40 salî jî, bû zanîngeh û academic û nifşekî têgihiştî, aşixê azadî û nasnameya Kurdî derxistiye hole.
Yanî Kurdeke/î nû derketiye hole.
Li hemberî ku di pengavên dîrokî de konjokturên cûda derdikevin hole jî, pêwiste întelîjansiya Kurd, bi taybetî lêkolîner û akademisyenên Kurd, ji sînorên mêjî û kontrola taybet ya dijmin derkevin. Gelê Kurd, bi giştî ketiye qonaxa man û nemanê. Yanî di qonaxek dîrokî de ye û dijmin jî, bi taybetî dewleta Îttîhat û Terakkî, Komara Tirkiyê bi sîyaseta beriya sed salî, ku navên nû bikar tine dixwaze Kurdan bixapîne. Bala xwe bidine siyaseta sed salî; pitirpêr, pêr, doh û îro, siyaseta bi xapinok, bi fetlînok û zîvronek yên wekî med-cezîrê êrîşî Kurdan dikin.
Ez bûme şahidê ku hin ji akademisyen û lêkolînên Kurd, Beyana Amasya weke mutabaqaka Kurd û Tirkan binav dikin. Ev şaş e û dive rastî bête fêhm kirin.
Beyana Amasya, lîstikek sisyasî û manewreyek diplomatik e- Yanî listika satranca veşartî ye. Nivîskarê Elmani Stefan Zweig, di romana “Satranc”ê de, di xeyalên xwe de li dijî Naziyan satrancê dilîze, yanî şer dike. Li pey xeyalên Zweîg cîhan hebû û Nazî têk çûn. Lê Kurd, di wê serdemê de di xeyalên xwe de strancê dilîstîn, lê paşayên Îtîthat û Terakkî jî di rastiya serdemê, bi gavên pratikî satranc dilîstin û Kurd mat kirin. Hingî jî, îro jî, cîhan li pey xeyalên Kurdan cih negirtiye û nagire. Nû nû siyasetmedar, nivîskar, lêkolîner, xwedî fikra feylesofî û xelatgirên Nobalê, di kesayeta Birêz Ocalan de, li xeyalên Kurdan xwedî derdikevin.
Piştî bexwedana Şêx Seîd, Kurd weke lehengên westiyayî yên Gogol her yekî bi deverekê de çûn. Paşayên Îttîhat û Terakkî jî, bi hîsterik û serxweşiya serketinê êrîşî Kurdan kirin: Îro jî Erdogan û Bahçelî bi heman hest û mêjiyê şîzofrenîk êrîşî Kurdan dikin.
Xaleke din, Kurdistan bi peymana Sykec-Pîkot (1916) hata parçekirin. Piştî avakirina 4 dewletên tempon, bi Peymana Lozanê jî Bakurê Kurdistanê li ser navê paşayên Îttîhadî hate tapo kirin. Yanî, dagirkeriya şîzofrenîk, bi terora navdewletî hate pêkanîn. Komploya korsanî ya li diji Ocalan jî terora navdewletî ye.
Dîroka fermî, her dem hêza xurt, serketî û pêşketî bi nav dike. Gelên lewaz, binketî jî weke barbar û terorist binav dike. Ev gotin weke îdeolojiyekê derketiye pêş, îro jî erêniyê dibîne. Lê ev dîroka fermî, bi taybetî ya Tirkan nebûye xwedî disîplîneke “historîografîk. Dîroka komara Tirkiyê, ji dîroka Osmanî hatiye qutkirin. Armanc jî. peydakirina gotinên kilît, “dem”, “berdewamî”, “mekan” û “esprîya gel-kulturek bi erdnîgariyê ve girêdayî” û bi ferman û li gorî hinek qalibên çêkirî hatiye nivîsandin. Ji bo vê jî ahlaqê dîrokê hatiye windakirin.
Ya balkêş ew e ku Beyana Amasya, hem di aliyê siyaseta pozîvîst de, hem lêgerîna nasname û çandî de bûye bingehek. Dîrokzan Esra Erşanli Bahar, di pirtûka “Desthilatdarî û Dîrok” de (rp.153) dibêje; “piştî ku Osmanî ji Balkan’an hatin derxistin, ketin nava lêgerîna cihekî lê “meskun” bibin û ji bo xwe Anatolya referans girtin. Piştî Komarê jî ketin nava lêgerîna nasname û çandê.” Dive em gotinên Esra Ersanli Bahar hinek rast bikin. Yanî ji demagojiyê rizgar bikin. Ne Osmanî, paşayên Îttihat û Terakî ketin nava lêgerinan. Ji ber ku xanedaniya Osmanî heta dawiyê di sîstema “ummet” de îsrar kir, “nefîr-ama” giştî, yanî seferberıya a giştî ji bo hemû ernîgariya girêdayî xanedaniyê, ji bo parastina sîstema ummet û maqamê xilafetê hate ragihandin. Beyana Amasya, li dijî Mondros û Sevrê hate ragihandin, soza jı bo dewleta Kurdan jî hate beretef kirin. Prof. McDowell jî dibêje, “Kurd bi Sevrê nêzîkî avakirina dewletekê bûbûn,” Musilê jî weke bajarekî Kurdan bi nav dike. Piştî ku paşayên Îttîhat û Terakî komar (!) avakirin, armanca Beyana Amasya guhertin, weke Misak-î Millî û di çarçoveya dagirkirna xaka Kurdistanê de nirxandin û îro jî kirine pratîkê.
Kurd jî, sed sal in, bi taybetî piştî têkoşîna 40 salî, li welat û derveyî welat li dijî Peymana Lozanê, derdikevin û peymana ku bûye bingeha bûyerên trajîk qebûl nakin. Nifşê nû yê Kurd jî, cewherê xwe di xwe de dibîne. Di têkiliyên rastiya jiyanê û erdnîgariyê, ji rastiyên civaka Kurd û azadiya paşerojan, cûda nabîne.
Divê intelîjansiya Kurd jî, rastiya Beyana Amasya rast bixwênin û vebêjin. Tirk, di çarçoveya vê beyanê de Kurdistanê weke beşekî ji xaka xwe dibînin. Ev ne rast e û nayê qebûl kirin. Li Anatolya, bi taybetî li Kurdistanê cihê Tirkan nine, cihê xwe bi qirkirina gelan çêkirine. Anatolya jî ne xaka Tirkan e. Min berê jî gotibû, dubare dikim; piştî damezrandina Komara Tirkiyê, Trakya, Anatolya û Kurdîstan wek 7 herêman hate binavkirin. Di nava van herêman de qadeke ku bi nave “tirk-turkî” bê binavkirin jî nine. Ev sefalet û rezaleta dîroka Turk-î turan e!…
Dîroka fermî, nexeşeya yek alî ye û rastiyan vedişêre.
Peymana Sykec-Pîkot (1916) ji Kurdan hate veşartin.
Di Civîna Gelên Rojhilat ya Moskowa de, (1919) Kurd ji nedîtî ve hatin
Kurd weke dihate xwestin tevlî Peymana Lozanê (1922-23) nekirin.
Piştî peymana Lozanê, mafên hindikahî û civakên xwedî baweriyên cûda ne hatin parastin
Dagirkeriya şîzofrenîk û qirkinên piştî Peymana Lozanê ji nedîtî ve hatin,
Piştî belabûna yekîtiya Sowyetîstanê ji, 10 dewlet derketin hole, lê Kurdan, dev ji self-determînatîon berdin, mafên demokratîk jî bidestnexistin.
Yekîtiya Ewropa, bi rola Roma klasîk radibe û dibêje, riyên cîhanê teva têne Brukselê! Lê Krîterên Mastrîchê li Tirkiyê derbas nabin, biryarên Konseya Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa li Tirkiyê nakevin pratîkê û têkoşîna gelê Kurd, saziyên civakî û medya wan jî tê terorize kirin.
Pêdiviya Kurdan, bi mislî xwendin, mîslî nîqaş, mîslî hişmendî û mîslî nîqaşan heye. Lê beriya van teva, dive nivîskar, akademiyen, rojnamevan, hunermend û tevahiya rewşenbîrên Kurd, di şerê neteweyî de, bi pîşeyên xwe mîslî şervan bin.