12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Planên dewleta tirk bi hevgirtina gel dikare were têkbirin’

Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê Fîlîz Bûdak got ku “Deweta tirk her çiqas bi hevkariya PDK’ê hewl bide Kurdistanê dagir bike jî ev armanca wan encax dikare bi hevgirtina gelê Başûr vala bê derxistin.”

Dewleta tirk ji roja avakirina xwe heta niha tim li dijî netew û çandên ne ji xwe di nav hewldana qirkirinê de ye. Bi taybeti salane li dijî kurdan dest bi şerekî topyekûn kiriye. Dewleta tirk di salên 1993-94’an de li dijî kurdan dest bi qirkirinê kir û 4 hezar gundên wan vala kir. Gundiyên ji Botanê di wê pêvajoyê de neçar man ku dest ji axa xwe berdin û koç bikin. Botaniyên ku koçê aliyê başûrê Kurdistanê kirin piştî zehmetî û têkoşîneke mezin li Mexmûra ku heta niha jî di bin ambargoya PDK’ê de ye bi cih bûn. Di roja me de dîsa dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê êrîşê gundên Başûr dike û gundiyan ji axa wan dûr dixe. Heta niha gelek gundên başûr hatine valakirin.

Em der barê salên 90’î dema ku gundên Botanê hatin valakirin û niha ku çawa bi heman polîtîkayê gundên Başûr tên valakirin bi hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fîlîz Bûdak re axivîn.

Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê Fîlîz Bûdak di destpêka axaftina xwe de valakirina gundên Bakurê bi bîr xist û got: “Dewleta tirk di salên 1990-94’an de bi polîtîkayeke taybet xwest demografyaya Bakur biguherîne û ew kesayeta azad a di şexsê PKK’ê de pêşketibû tune bike. Dixwestin gundan vala bikin da ku têkiliya di navbera gel û gerîla de qut bikin. Di 1994’an de dema gel ji gundên Botanê koçê aliyê Başûr kir li bendê bû ku dê qet pirsgirêkan nejîn. Lê 16 hezar kurdên ku koçkirin li Başûr rastî hevkariya Malbata Barzanî ya bi dewleta tirk re hatin. Dewleta tirk û PDK’ê nedixwest ku gel li Mexmûrê bi cih bibe ji ber wî êrîşê penaberan dikirin. Dixwestin ku gel xwe radestê dewleta tirk bikin.”

Wek dijmin hatin hesibandin

Filîz Bûdak got ku PDK’ê wan wek dijmin hesibandiye û ev tişt anî ziman: “PDK’ê ji bo bertekên gel digot ‘em bi dewleta tirk re mutefîk in hûn kurdên terorîstin û divê ji ser axa me biçin’. Dema ku gel radestbûna dewleta tirk qebûl nekir vê carê PDK’ê got ‘dê em ê we bikin du qampên ji hev cuda û tu alîkariya însanî nedin we’. Jixwe sê mehan vê yeke pêk jî anîn, di sala 2019’an de jî dîroka xwe dubare kirin û dîsa ambargo danîn ser penaberên kurd. PDK’ê bi daxwaza dewleta tirk di sala 97’an de ket nav wargehê û bi guleyên ku li kurdan reşandin 2 kesan kuşt û 10-15 kes jî birîndar kir. Li dû êrîşê PDK’ê got heke wargeh neyê valakirin dê bi dewleta tirk ve êrîşeke mezintir bê kirin.”

‘Ji bilî îradeyê hertişt sînordar e’

Bûdak got ku bi salan e PDK li ser wan ambargo dimeşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema gelê kurd li Mexmûra ku tu berhem lê şîn nedibû hat bi cihkirin PDK li bendê bû ku kurd xwe radestê tirkan bikin. Lê penaberên kurd bi xebatên xwe hewl dan li Mexmûrê jiyaneke rêxistinkirî ava bikin. Li Mexmûrê ji bilî îradeya gelê kurd hertişt sînordar e. Derdora me ji aliyê çeteyên DAIŞ, Heştî Şabî, PDK û komên sûnî ên cudatir ve hatiye dorpêçkirin, lê dîsa jî têkoşîneke bêhempa tê dayîn. PDK’ê derê Hewlerê li kurdan girtiye lê ji tirkan re vekiriye. PDK û dewleta tirk li Mexmûrê li dijî pergala ku hatiye avakirinin. ”

PDK îxaneta xwe dubare dike

Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fîlîz Bûdak li ser dubarebûna dîroka îxaneta PDK’ê wiha axivî: “ Ev dîroka ku me ji destpêka 90’î girt û heta niha behsa wê kir bi heman awayê xwe li Başûr dûbare dike. Di salên 90’î de dewleta tirk Bakur vala kir niha jî li Başûr PDK ji bo dewleta tirk gundên kurdan vala dike. PDK dar û daristanan qir dike da ku li Başûr baregehan ji bo leşkerên tirk ava bike. PDK ji bo dewleta tirk karibe li dijî PKK’ê şer bike hemû derfetan ava dike.”

Ji bo xeyalên xwe malbata Barzaniyan bi kar tînin

Filîz Bûdak da zanîn ku leşkerên tirk li gundên Başûr gef li gel dixon û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta tirk dixwaze ku gel jî wek PDK’ê ji wan re ajantî û koricitiyê bike. Dewleta tirk bi hinceeta ku li PKK’ê re şer dike gundên Başûr bombebaran dike. Bi vî awayê dixwaze gundan vala bike. Armanca wan pêkanîna xeyalên wan a misaki milî ye. Ji bo pêkanîna vê xeyala xwe jî ji aliye madî, leşkerî, siyasî û bejahî de malbata barzaniyan bi kar tîne. Niha plan û hedefên dewleta tirk û hevkarî û xiyaneta PDK’ê li holê ye. Em wek gelê kurd di nav şerê gel ê şoreşgerî de ne. Divê em baş zanibin ku cihê em vala dikin neyarê me tê lê bi cih dibe. Ji ber vê yekê divê xaka Kurdisatanê bi tu awayê neyê valakirin. Mirin jî têkoşîn jî divê li ser axa Kurdistanê be.”

‘PDK bi tu awayê bi ser nakeve’

Filîz Bûdak di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Deweta tirk her çiqas bi hevkariya PDK’ê hewl bide Kurdistanê dagir bike jî ev armanca wan encax dikare bi hevgirtina gelê Başûr vala bê derxistin. Valakirina gundan û penaberbûn ne çare ye. Valakirin an jî radestkirina Başûr dê têkoşîna hebûna kurdan sed sal paş ve bikişîne. Di valakirina gundan de dijminê te tê ji aliyê aborî ve leşkerî ve te dike bin banê xwe û kokên xwe berdide nav axa te. PDK tevî ku zane bi vê îxanetê naçe heta serî jî hevkariya xwe didomîne. Wek me got PDK bi ser nakeve lê heke di hevkariya xwe de bi ser ket dîsa yê ku di destpêkê de ji çav bê derxistin PDK bi xwe ye. Dema ji çav hat derxisitin dê wek malbat serê xwe bigire biçe lê yên ku winda bikin gelê Başûr. Divê ji bo vê têkçûnê pêk neyê gelê kurd xwe li ser îdeolojiya Rêber Apo rêxistin bike.”