Li Tirkiyeyê bi polîtikayên balkêş ên ji navendekê hatine lêkirin, amadekariya planek xeternak tê kirin. Bi her gav û her kêliyê komek ji bo qirkirina kurdan û muxalîfan tê amadekirin. Ew plan bi êrşa li ser penaberan dest pê kir, niha bi qedexekirina govend û reqasa jin û ciwanên Kurd didome. Her kes di wê baweriyê de ye ev pêla faşîst a li dijî çanda kurdî ne ji rêzê ye.
Li çend bûyerên di rojên dawî de qewimîne binêrin;
Mîna salên 90’ê stranên kurdî, govenda bi merşên şoreşê tê gêrandin qedexekirin, sirûdên faşîzma tirk bi ciwanên binçavkirî didin guhdarîkirin!
Dayikên ku li Êlihê de hatin binçavkirin û girtin li girtîgehê rastî lêgerîna tazî hatin!
Bi van kirinan a hedef tê girtin hebûna gelê kurd e… Ew hewl didin dîsa feraseta faşîst a bi têkoşînê têk çûyî ji gorê rakin û dîsa wesa nîşan bidin ku kurdbûn sûc e û lewra êrîşî nirxên me dikin.
Govend ji bo kurdan girîng e, ji ber ku ew hevgirtina civakî hêsan dike, têkiliyên civakê li seranserê Kurdistanê çêdike û dikare hestên azadî, bextewarî û heta êşê veguherîne tevgerên rîtmîkî yên xweş. Reqas şêwazeke xweîfadekirina çandî ye ku berdewam dike. Stran û govend e ku kurdan ji gel û olên din ên ku pê re dijîn cuda dike.
Wekî rêbazekê berxwedanê, govend dikare yên neyartiyê bikin, nerihet û aciz bike. Ji ber vê yekê ye ku gelek caran desthilatdaran xwestiye remz û sembolên bindestan ji holê rabikin. Lewre di encamê de ev hêmana çandî ya ku kurdan pênase dike jî bûye çavkaniya dijberiya zilmê. Kurd gotina navdar a Emma Goldman temsîl dikin û bi tevahî pêk tînin. Wê gotibû: Ger ez nikaribim dans bikim, ew ne şoreşa min e.”
Ji bo kurdan, reqs di demên herî bi êş ên dîroka wan a dirêj û trajîk de jî herî girîng hebûye. Şervanên kurd gelek caran li eniyê tên dîtin ku bi govendê daxwazên xwe yên jiyan, hêvî, azadî û demokrasiyê berz û bilind dikin.
Reqs çalakiyeke sembolîk e ku ji bo pêkanîna daxwazên weke nasnameya neteweyî, welatparêzî, berxwedan, hezkirin, pîrozkirina jiyanê û şahiyê hatiye çêkirin. Ya herî girîng jî di dema şer û pevçûnan de reqs wek sembola nasnameya neteweyî û berxwedana li dijî zaliman tê bikaranîn.
Her ku helkeftek taybet hebe Kurd tên cem hev û kom bi kom govendê dikin
Kurd ne kevirê sebrê ne.
Dê kurd bersiva van êrişa bidin zordaran. Yên van pêkanînên ketî û rezîl dixin dewrê endamên desthilardariya AKP- MHP’ê ne. AKP- MHP nakokîyên xwe yên kûr di ser dijminahîya kurdan re dicebirînin. Xuya ye yên van karan dikin ew in yên dixwazin dilê MHP’ê xweş bikin. Ew jî AKP’yî ne. Divê ev rastî baş bê dîtin. Bila kes xwe nexapîne û nebêje ev kirinên Ûmît Ozdag û Bahçelî ne. Nexêr rastî ew e ku yê îcazetê dide Erdogan bi xwe ye.
Tu hêz nikarin govenda Kurdistanî qedexe bike. Nêzî 50 sal in ku govend bi nirxên şoreşê re buyê yek. Govend û berxwedan ji berê de mil bi milê hev meşiyane.
Govend lîstikek e ku koka heta serdema pêşdîrokê diçe. Ew reqas; enerjî, hevgirtin, tevger û rîtma jiyanê di nava xwe de dihewîne.
Ev civak wê hînî zalim û zordestan bike ku govend azadî û heqîqet e! Li dijî van êrişan helwesta bi bandor ew e ku em li her derê çand, nasname û nirxên Neteweyî yên Kurdistanî li her derê xurt bikin û têkoşîna ji bo azadiyê mezin bikin.
Heke ku di medyaya civakî de Kurd dibin hedef û roja din binçavkirin, îşkence û girtin pêk tên, ew ê li dijî zilmê bi deh hezaran kes rabin ser piya.
Tê zanîn ku neyar û dijminên gelê kurd her tim xwestine reqsa şoreşê têk bibin, agirê wê vemirînin. Lê ev govenda bi bandor her tim bi pêşengiya şoreşgerên ciwan û jinan bênavber dewam kiriye.
Belê… Dahola me gurme gurme! Em bernadin vê dîlanê! Govenda şoreşê dê li çar aliyê welat bigere!
Tayip Temel*
* Cîgirê Hevserokên Giştî yê Dem Partî