Di 17-18’ê Tirmehê de li Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa mafên mirovan rûniştina 80’emîn a Komîteya li dijî îşkenceyê pêk hat. Di van civînan de saziyên sivîl û parazvanên mafên mirovan der barê binpêkirina mafan re rapor pêşkêş kirin. Nûnerên Tirkiyeyê jî parastin kirin. Rûniştinên 80’emîn ên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Palaîs de Wîlson a Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî di 17’ê tîrmehê de pêk hat. Di çarçoveya rûniştinan de binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê diqewimin, hatin nîqaşkirin. Raportorên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê, nûnerên saziyên sivîl ên raporên li ser Tirkiyeyê pêşkêş kirin û şandeya Tirk beşdarî rûniştinan bûn.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Prz. Ekîn Yeter der barê rewşa Îmraliyê û helwesta rayedarên Tirkiyeyê ya li dijî tecrîdê nirxandinên girîng kirin. Hevseroka OHD’ê Ekîn Yeter, anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve di şertên tecrîdê de detê girtin.
Hevseroka OHD’ê Ekîn Yeter, anî ziman ku Girtîgeha Girava Îmraliyê ji roja hatiye avakirin ve bi taybetmendiya tecrîda di nava tecrîdê de wekî hucreya yek kesî hat avakirin û wiha got: “Birêz Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha di hucreya yek kesî ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê de tê girtin. Di 10 salên ewil de mafê hevdîtina wî ya bi parêzeran re hate astengkirin. Tenê di nava hefteyê de bi saetekê bi sînor kirin. Lê ev mafê wî yê saetekê jî gelek caran bi hinceta “muxalefeta hewayê”, “Koster xerabe ye” û “personel tune” asteng kirin. Ji sala 2011’an heta niha tenê di 2019’an de 5 caran parêzer çûn Îmraliyê hevdîtin kirin. Ji sala 2014’an heta niha tenê 5 caran malbat çûn hevdîtinê. Di 25’ê Adara 2021’ê de Birêz Ocalan cara dawî bi telefonê axivî. Piştî demek kurt telefon di nêvî de qut bû. Ji wê rojê heta niha tu agahî ji Birêz Ocalan û Îmraliyê nayê girtin.”
Minaka tecrîdê li cîhanê tune
Hevseroka OHD’ê Yeter, da zanîn ku li Girtîgeha Îmraliyê mafê azadiyê her tim asteng dikin û wiha axivî: “Têkiliya Birêz Ocalan û cîhanê bi temamê ji hev qut kirine. Êdî saziyên darazê ne serbixwe û ne bêalî ne. Îro qedexa li pêşiya mafê hevdîtina parêzeran û malbatê li cîhanê nehatiye dîtin. Biryarên qedexeyên li ser parêzeran û malbatê bi dizî didin. Ji ber van biryarên qedexeyan êdî parêzer nikarin erka pîşeyî pêk bînin. 41 meh in bi tu awayî malbat, parêzer û gel tu agahiyan ji Birêz Ocalan û girtiyên li Îmraliyê nagire. Li vir venêrtina hiqûqî tune ye. Ewlehiya hiqûqê jî êdî tune ye. Rewşa girtîgeha Îmraliyê bûye qada ku di şertê OHAL’ê de bi rejîma OHAL’ê tê rêvebirin.”
DMME’ê xwest mafê hêviyê bê parastin
Hevseroka OHD’ê Ekîn Yeter, bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) û wiha berdewam kir: “DMME’ê der barê Ocalan de diyar kir ku li gorî hejmar 2’an, heta mirinê cezayê giran ê girtîgehe îşkence ye û ev hatiye çespandin. Di heman biryara DMME’yê de destnîşan dike ku tecrîd jî îşkence ye. Bi tecrîdê ev xal hatiye binpêkirin. DMME’ê ji Tirkiyeyê xwest ev îşkence bi dawî bibe û mafê hêviyê bê parastin.”
CPT xwest rewşa tecrîdê bi dawî bibe
Prz. Ekîn Yeter, li ser raporên CPT jî rawestiya û ev agahî dan: “CPT, di rapora 5’ê Tebaxa 2020’an de ji bo vê rewşa tecrîdê wekî qudkirina ragihandina mutlaq (Incommunicado) pênase kir. CPT di raporê de da zanîn ku ev li dijî pîvanên standartên navdewletî ne û nayê qebûlkirin. Xwest ev rewş bi dawî bibe. CPT di berdewama raporê de da zanîn ku astengiyên li pêş hevdîtina malbatê ne li gorî aqilan e. Û hincetên cezayê dîsîplîne mirovan dixapînin. Tu bingehek wan a xurt tune ye.”
NY’ê Tirkiye hişyar kir
Parêzer Ekîn Yeter, li ser biryara Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Komîteye Mafên Mirovan a NY’ê di 6’ê Îlona 2022’an de biryara tedbîrê da. Komîteya Mafên Mirovan di 19’ê Çileya 2023’an de hişyarî da hikûmetê. Di hişyariyê de destnîşan kir ku agahînegirtina ji Îmraliyê îşkence ye. Xwest ev rewş bi dawî bibe. Da zanin ku ev rewşa tecrîdê nayê qebûlkirin. Birêz Ocalan û 3 girtiyên li gel wî, nêzî 4 salin di bin şertên încommunicado (Tecrîda mutlaq) de ne. Li gorî xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, raste rast binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye. Bi vê ve girêdayî di xala 6’an a peymana PMME’ê ya mafê darizandina adilane heye. Di xala 8’an de mafê ragihandin, agahdarîkirin, hevdîtina malbatê û jiyana taybet heye. Di xala 18’an a li gorî xala 13’an de mafê parastina lêgerîna azadiya mafan heye. Ev xal aşkere hatine ihlalkirin.”
Saziyên sivîl bal kişandin ser îşkenceya li Tirkiyeyê
Hevseroka OHD’ê Ekîn Yeter li ser çivinên Neteweyên Yekbûyî jî rawestiya û wiha çavdêriyên xwe parve kir: “Gelek saziyên civakî li ser rewşa Tirkiyeyê ya îşkence û muameleya xerab rapor amade kirin û pêşkêşî Komîteya li dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (MY) kirin. Ev raporên der barê Tirkiyeyê de pêşkêşî komîteyê hatine kirin. Piştî wê civînên ku nûnrên saziyên sivîl û civakî û nûnerên dewletê hene pêk hatin. Van civînan 2 rojan berdewam kir. Di van civînan de bêtir li ser binpêkirina mafên jin, zarok û mafê penaberan niqaş pêş ketin. Bi taybetî mijarên binpêkirina mafên muxalifan, parazvanên mafên mirovan, kurd, elewî û baweriyên cuda hatin niqaşkirin. Dîsa zextên li ser girtîgehan, îşkenceya dibin çavan de li qereqolan hat niqaşkirin.”
Binpêkirina mafan herî zêde li Îmraliyê ye
Yeter bal kişand ser binpêkirina mafan a li Îmraliyê û wiha lê zêde kir: “Di vê çarçoveyê de binpêkirina mafan û îşkence herî zêde li Girtîgeha Girava Îmraliyê pêş ketiye. Dîsa rejîma tecrîdê jî herî zêde li Girtîgeha Îmraliyê kûr bûye. Raportorên NY’ê jî rewşa giştîya Îmraliyê û rewşa Rêberê PKK’ê pirsîn. Lê heyeta Tirkiyeyê di roja ewil de ku cemaweriyê ev civîn bi awayekî zindî dişopandin, bersîv dan. Gotin Ocalan girtiyê rejima infaza muebeta giran e. Dîsa qedexeyên li ser hevdîtina malbatan û parêzeran ji ber cezayê dîsîplînê pêk nehatiye. Ji ber ku bersîvê nûnerên Tirkiyeyê beşdarên civînê tatmîn nekirine, di roja duyemîn a civînê de raportoran diyar kirin ku biryara cezayê dîsîplînê tenê ji bo carekê dane, an ji bo gelek caran hatiye dayin, pirsin.”
Hevdîtina parêzeran pir girîng e
Prz. Yeter, da zanîn ku raportoran diyar kirine ku hevditina parêzeran di mijara astengkirina îşkenceyê de mekanîzmeyek gelek girîng e û tu hincetên ku hevdîtina parêzeran be qedexekirin çênabe û wiha dirêjî da agahiyan: “Lê heyeta Tirkiyeyê ev pirs bê bersîv hişt. Li gorî nerîna min, nûnerên Tirkiyeyê tu bersîvek vê mijarê ya hiqûqî nedîtin. Dîsa nexwestin ev mijar zêde bibe rojev.”
Prz. Ekîn Yeter, li ser rapora encama civînê jî rawestiya û ev agahî dan: “Di rapora çavderiyê ya Komîteya Li Dijî Îşkenceyê ku piştî civînê hat weşandin jî ev agahî hatin parvekirin;
Komiteyê, der barê cezayê girtîgehê yê heta heta de, îhtimala mafê serbestberdanê li ber çavan nehatiye girtin. Ji ber vê yekê geşedanên li Îmraliyê fikarên xwe anîn ziman. Ji bo rejima infaza muebeta giran, difikirin ku Tirkiye rejîma înfazê revize bikin. Tê xwestin ku Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysi Aktaş ên li girtîgeha Îmraliyê girtî ne karibin bi malbat û parêzerên xwe re hevditin bikin û karibin ji mafê ragihandinê sûdê bigirin. Di raporê de xwestin wekî Kuralên Nelson Mandela ya 43(3) û 61’an de temas neyên sînorkirin.
Em hiqûqnas dizanin ku cezayê dîsîplîn ne li gorî hiqûqê, li gorî pîvanên siyasî hatiye dayîn. Lê çi dibe bila bibe biryarên li dijî zagonan rewşa încommunicado (tecrîda mutlaq) rewa nake. Van biryarên dîsîplînê bi parêzeran re parve nakin. Hinceta van cezayan bi parezeran û raya giştî re parve nakin.
Qeyda parêzaran di dosyayan de çênake. Em nizanin çi dikin sedema sûcê dîsîplînê. Bi cezayekî dîsîplînê nikarin hem hevdîtina parêzeran hem jî hevditina malbatan bi hevre qedexe bikin. Li gorî mevzuatê girtiyekî cezayê dîsîplînê bistîne, divê li ser hev cezayê ragihandinê neye dayîn. Girtiyekî ku gelek cezayê ragihandinê bistîne, ewil cezayê ragihandinê, piştre cezayekî din û piştre dîsa cezayê ragihandinê tê dayîn. Bi salan e biryara qedexeya parêzeran li ser hev tê dayîn. Ev bi serê xwe astengiya îşkenceyê û binpê dike. Dîsa astengiya kiryarên xerab binpê dike.
Ev rewş aşkere rejîma hiqûqa taybet a li Îmraliyê nîşan dide. Bi Rejîma Tecrîdê ya Îmraliyê, rayedar bi awayekî rêk û pêk erka xwe xerab bikar tînin. Sûcê astengkirina parastina azadî û mafan dikin. Sûcê qedexeya îşkenceyê îhlal dikin.
Tenê ne qedexeya îşkenceyê, di heman demê de, mafê parastina adîl, mafê hurmeta jiyana taybet û malbatê jî binpê dikin. Mafê ragihandin, mafê parastinê binpê dikin. Mafê gerdûnî yên bingehîn binpe dikin. Ev rewş li ser hemû girtîgehan û hemû beşên civakê belav dibe. Vê yekê bi xwe re rewşa tecrîd û qeyranê ava kir. Pôlîtikayên ewlekariyê, aborî, qirkirina ekolojiyê, polîtikayên zayendperest, qetilkirina sewalan, hemû bi tecrîdê ve girêdayi ne. Cihê rejîma tecrîdê, di hiqûqê û peymana civakî de tune ye. Rêbaza esasî û sereke ya çareseriya demokratîk û aştiyane, bi rakirina tecrîdê pêkan e.
Wekî di mekanîzmayên navneteweyî de hatine diyarkirin, divê êdî vê bijêrka hiqûqî û siyasî texin meriyetê û ev ji bo hemû gelên bindest û metîngeh ên Tirkiyeyê bi qasî nan û avê pêdiviya jiyanî ye.”