Di çarçoveya pêngava “Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re ya Navneteweyî.” 69 kesayetên navdar ên xwediyê xelata Nobel’ê name ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, CPT û Erdogan re şandin û tê de daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin.
Li gorî nûçeyeke lezgîn ya televizyona MEDYA Haber’ê 69 akadimisyen û zanyarên ku di beşên cuda ên zanistê de wekî Wêje, Aştî, Fizîk, Kîmya û Aboriyê de, bûne xwediyê Xelata Nobel’ê bi nameyekê xwestin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were bidawîkirin.
Di nûçeya ku ji aliyê Michael Volker ve hatiye nivîsandin, “69 xwediyên Xelata Nobelê di nameya ku ji Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re şandine de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka bi Kurdan re dikin. Xwediya Xelata Nobelê ya Edebiyatê ya Avûstûryayî Elfriede Jelinek di nav îmzekerên nameyê de ye, name li ser navê aktîvîstê mafên mirovan Jody Wiliams ku di sala 1997’an de ji ber xebatên xwe yên li dijî mayinan Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtibû hat nivîsandin.”
Di nûçeyê de ku agahiyên der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de cih girtin, hat destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd di çareseriya pirsgirêka Kurd de weke kesayeteke sereke tê dîtin.
Di nûçeyê de wiha hat gotin: “Ocalan îro jî weke kesayetek di têkoşîna xweserî û azadiyê ya Kurdan de tê dîtin û ji aliyê gelek Kurdên li derveyî Tirkiyeyê ve weke rêber tê dîtin. Ji girtîgehê gelek caran daxwaza çareseriya aştiyane li Tirkiyeyê kir û gerîlayên Kurd agirbest îlan kirin. Erdogan di Tîrmeha 2015’an de bi awayekî fermî pêvajoya aştiyê bi dawî kir û Tirkiyê dest bi zextên li ser PKK û partî û rêxistinên Kurdistanî yên ku bi gumana pêwendiyên wan bi PKKê re hene, kir. Li Iraq û Sûriyê jî li dijî Kurdan êrîş pêk tên.”
Di nûçeyê de bal kişandin ser têkoşîna şervanên PKK’ê yên li Sûriye û Iraqê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hat destnîşankirin ku DYE, hin welatên Ewropayê û dewleta Tirk hê jî PKK’ê weke ‘rêxistina terorê’ bi nav dikin.
Rojnameyê wiha berdewam kir: “Akademîsyenên xwediyê Xelata Nobelê di nameya xwe ya ji bo Erdogan nivîsandin de xemgîniya xwe ya ji ber şert û mercên derveyî mirovahiyê yên li girtîgehan û tecrîda li ser Ocalan anîn ziman. Îmzekar dixwazin Erdogan vegere ser rêya aştiyê. Di nameyê de tê gotin ku aştî pêkan e û divê Tirkiye Ocalan jî tevlî pêvajoyê bike û di wê baweriyê de ne ku divê herî kêm dawî li tecrîda Îmraliyê bîne.”
Di nûçeya rojnameyê de bal kişandin ser tecrîdê û wiha bi dawî kir: “Tirkiyeya ku ji sala 1949’an û vir ve endamê Konseya Ewropayê ye, hemû pîvanên hiqûqî yên navneteweyî yên ku divê rêz lê bigire binpê kiriye.”
Hevdîtin tên astengkirin
Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Serdozgeriya Komara Înfaza Bûrsayê bi periyodên 6 mehan carekî hevtinan bi hinceta “cezayên disiplînê” asteng dike
Tecrîda girankirî heye
Piştî hewldana darbeya Tîrmeha 2016’an Rewşa Awarte hate îlankirin û qedexeyên hevdîtinê heya sibata 2018’an dom kirin. Piştî vê dirokê daxwazên hevdîtinê yên parêzeran 6 mehan carekî hatin qedexekirin.
Herî dawî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 3’yê gulana 2024’an de derbarê Abdullah Ocalan û girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin de biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran a 6 mehan da.
Li gel biryara dawî derbarê Ocalan de di 8 salên dawî de de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzaran re hate dayîn.