12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Iraq daxwaza vekişîna Hêzên Amerîkayê dike

Iraqê daxwaz kir ku koalîsyona leşkerî ya bi pêşengtiya DYA’yê di meha Îlonê de dest bi vekişînê bike û heya Îlona 2025’an dawî li hebûna xwe ya li herêmê bîne

Li gorî nûçeya AFP’ê çavkaniyên Iraqî ragihandine ku hê jî di mijara bidawîbûna koalîsyonê de lihevkirinek pêk nehatiye. Lê belê hate diyarkirin ku hin leşkerên DYE’yê wê bi erka şêwirmendiyê li herêmê bimînin. Hê jî li Iraqê nêzîkî 2500 leşkerên DYE’yê hene û li sê baregehên leşkerî yên bingehîn bi cih bûne ku ew jî li Bexda, vîlayeta Anbarê û Herêma Kurdistanê ne.

Vekşîna û rola şêwirmendiyê

Tevî ku rayedarên Iraqî li bendê ne ku wê piraniya leşkerên DYE’yê ji herêmê vekişîn jî rayedarên DYE’yî diyar kirin ku wê girêdayî şêwirmendiyeke nû û misyona alikariyê hin leşker li herêmê bimînin. DYE di hema demê de ji bo piştevaniya hebûna xwe ya li Sûriyeyê dixwaze hinek leşkerên xwe li Iraqê bihêle.

Fikarên ji DAIŞ û Îranê

Tê diyarkirin ku DYE bi taybet dixwaze rê nede bihêzbûna Îran û hevkarên wê.  Di mijara jinûvekombûna çeteyên DAÎŞ’ê de jî fikar hene. Çete hem li Iraqê û hem jî li Sûriyeyê êrîşên xwe berdewam dikin.

Fikarên siyasî

Dibe ku lihevkirineke di çarçoveya biçûkkirina koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê de ji bo Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şie El Sûdanî weke serkeftineke siyasî were nirxandin lê belê li hemberî dagirkeriya eşkere ya dewleta Tirk nenîşandana helwesteke hevşib ji aliyê îradeya hikûmeta Iraqê û armancên siyasî ve rê li ber fikarên cidî vedike.