12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dîrok niha ye!’

Gerîlayên azadiya Kurdistanê keremat, xîret û garantiya paşeroja gelê Kurd û Kurdistanê ne. Dinya alem vê dizane, dibîne û dibêje.

Welatê me Kurdistan di bin êrîşên xedar de ye. Li her çar beşên welat jî bi ser kurdan de bombe dibarin, êş û azarên me mezin dibin. Erê êrîş dijwar in lê berxwedan jî destanî ye. Êrîş ne îro dest pê kirine ji dema girêdana peymana Lozanê ve ji bo qirkirina Kurdan bi erêkirina pergala cîhana muesses ev êriş hene. Bi saya tevgera azadiyê û Rêber Apo ev 51 sal in kurd dikarin bersiva êrişan bidin. Beriya têkoşîna Tevgera Azadiyê em dizanin ku li holê kurdayetiyeke ku bikaribe daw û doza xwe bimeşîne tine bû.

Bi taybetî jî ji tebaxa 1984’an ve kurd ji bo paşeroja xwe li dijî dijminên hov û dirinde şer dikin. Êdî dijmin bêyî ku hesabê mirina xwe bike, nikare wisa ji belaşî bi çend onbaşiyan kurdan bêrûmet bike. Generalên artêşên dagirker jî êdî hîç in. Ji ber wê dagirkerên Kurdistanê dîsa bi benê xiyanetê girtine. Îcar dema em dibêjin xiyanet, bila kesek nebêje; xayinên me pir, zêde ne. Di nava hemû gelên bindest de xwefiroşên ku “bi eferîmeke dagirkerên xwe heft barên qantirê gû bixwe” hene.

Dêhna xwe bidinê di dîroka vê erdnîgariyê de kesên weke Matîzava, Harpagos, Rêber, Bînbaşî Qasim timî bûne sedema têkçûn û êşên mezin. Hurrî-Mîtannî, Med, Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Riza giş bi xiyanetê şikestin. Ji bo careke din ev dîroka ku çerxa wê ji bo me çep ziviriye, bi heman rengî êşan bi me nede kişandin, lazim e em ji dîrokê dersan derxin. Em careke din rê nedin kes û derdorên weke Matîzava, Harpagos, Rêber û Bînbaşî Qasiman.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê keremat, xîret û garantiya paşeroja gelê Kurd û Kurdistanê ne. Dinya alem vê dizane, dibîne û dibêje. Niha dewleta tirk a dagirker, tevî teknolojî û desteka NATO, bi çekên qedexe, kîmyewî dixwaze paşeroja gelê Kurd tarî bike, tune bike. Tevî ev şerekî bê hevsengiye jî gerîla li ber xwe dide, Kurdistanê diparêze. Heta bi ser de derbeyên giran li dagirkeran dixe.

Di vir de dewleta dagirker dîsa bi benê xiyanetê girtiye. Malbata Barzanî ku bi awayeke korsan li ser postê rêveberiya Başûr rûniştîne, bi dewleta dagirker re bûne şirîk. Bi perê ku heft silala wan rabe, bixwin jî nikarin biqedînin, di şerê qirêj a dewleta tirk a dagirker de dane pêşiya eskerên tirk û wan dibin ser kozikên gerîla. Dibin sedema şehadeta gerîla, dibin sedema îlhaqa başûrê Kurdistanê. Eskerên dewleta tirk a qirker pê li gorên şehîdên Enfalê dike û dimeşe. Gund vala dike, dişewitîne. Di salên 1990’î de li Bakurê Kurdistanê çi kirin, niha li Başûrê Kurdistanê dike.

Xelqê Başûrê welat, xelqeke fedakar û berxwedêr e. Me di sala 2008’an de dît ev xelq çawa pêşî li tanqên dagirkeran girtin û bûn hevparê şan û şerefa serketina gerîla li Zapê. Hingê dagirker siwar hatibên lê peya reviya bûn. Di serhildana 2019’an a Şêladizê de me dît ev xelq çawa baregeha dagirkeran da ber agir û rûxand. Rêber Apo dibêje; dîrok niha ye. Heqetten jî wisa ye. Di kêliyê de lazim e tu demê zeft bikî. Dîrok dibe aydê wan kesên ku karîbûne wê zeft bikin. Erk û berpirsyariya me gişan jî ew e ku em demê zeft bikin. Ji bo em bikaribin vê jî bikin lazim e, em rêya xwe ji kelem û bendan paqij bikin.

Em li dijî dij-minê xwe ne û dewa îstîqlal û îstîqbala xwe dikin. Ji vir heta erşa Xwedê ev daxwazên rewa û meşrû ne. Îcar kî li kêleka dij-minê me be, kî bi dij-minê me re be, ew ne ji me ne û em jî ne ji wan in. Kurdan vî zemanî çavê xwe weke Kurd bi Tevgera Azadiyê re bi Rêber Apo re vekirine. Ne mimkûn e ku xiyaneta Malbata Barzanî ku îro roj bûye Matîzava, Harpagos, Rêber û Bînbaşî Qasim, qebûl bikin. Em ê nehêlin kes paşeroja me tarî bike.