12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serçeteyekî DAIŞ`ê hat girtin

HSD`ê ragihand ku ku di encama operasyonên berdewam ên li dijî şaneyên veşartî ên çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê serçeteyekî DAIŞ`ê girtiye

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û ragihand ku hêzên wan bi operasyonekê serçeteyekî DAIŞ`ê li Reqayê girtiye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku duh operasyonek li bajarê Reqayê hatiye lidarxistin û di encamê de çeteyê bi navê Hazim Silêman El Cibin ê bi navê Ebî Omer tê naskirin, bi saxî hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniyê Ebî Omer ji bajarokê Xeşam ê rojhilatê Dêrazorê ye û li Reqayê çalak bû, her wiha berpirsê fînansekirinê yê DAIŞ`ê yê li Reqayê bû.

Her wiha hate ragihandin ku çalakiyên HSD’ê yên li dijî şaneyên terorîst berdewam in.