12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Xezayê metirsiya belavbûna nexweşî û bapêşkên taluke

Malpera El Hedes li ser zimanê Berpirsekî payebilind ê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî da xuyakirin ku  “metirsiya kûr” der barê îhtîmala belavbûna nexweşiyan li Xezayê heye, nexasim piştî rasthatina vîrûsa polîosê di kanalîzasyonê.

Serokê ekîba Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya têkildarî rewşên lezgîn ên tenduristiyê yên li herêmên Filistînê Ayadil Saparbekov got ku jimara kesên ku ji bo wergirtina lênerîna tenduristiyê dibe ku ji Zîvala Xezayê werin derxistin gihîştiye nêzî 14 hezaran.

Ev yek di demekê de hat ku Wezareta Tenduristiyê li Zîvala Xezayê roja Sêşemê ragihand ku hejmara şerê di navbera Îsraîl û tevgera Filistînê de, ku ketiye meha xwe ya dehemîn, gihîştiye derdora 40 hezar qurbaniyan.

Wezaretê di daxuyaniyekê de ragihand ku di nava 24 saetên dawî de heta sibeha Sêşemê 84 qurbanî ji wan kesên ku rakirine nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha diyar kir ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve hejmara birîndaran gihiştiye 90 hezar û 147’an.