Li Tirkiyeyê û Kurdistanê her roj daristan tê şewitandin. Xweza talan û wêran dibe. Li Kurdistanê bi destê leşker û cerdevanan daristan tê talankirin. Daristanê dişewitînin û dibirin. Têkildarî talankirina xwezaya Kurdistanê, Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Ekolojî û Çandiniyê ya DEM Partiyê berpirsiar Îbrahîm Akin nirxandin kir. Akin, anî ziman ku lêgerîna bi polîtikayên şer û ewlekariyê zerarê dide gelan û erdnîgariyê û wiha got: “Bi dehan salan e me dît ku pirsgirêka kurd bi polîtikayên şer bêtir kûr bû. Hem çareserî neanî, hem jî erdnîgariyê di aliyê ekolojîk de zerar dit.”
Îbrahîm Akin, da zanîn ku şewata li Kurdistanê û şerê li Kurdistanê zerarek mezin dide ekosistemê û wiha axivî: “Li herêma Amed û Mêrdînê ji ber qisûra DEDAŞ’ê agir bi zeviyan ket. Di encamê de 15 welatî mirin û bi hezaran dolim zevî şewitî. Gelek sewal mirar bûn. Meha borî li herêma Komate ya Elkê di çavdêriya leşkeran de bi mehan e cerdevan daran dibirin û talan dikin. Van daran li TIR’an bar dikin û li herêmên din difiroşin. Ev politikaya mêtîngerî û talankirinê ye. Mixabin fatura şer pir giran e. Talankirina xwezayê bi destê dewletê û şirketan tê kirin. Wekî DEM Partiyê têkoşîna me ya li dijî vê yekê didome.”
Erdogan talankirinê erê dike
Akin li ser pirsa ‘Li dijî talankirina xwezayê we çi kir û hûn ê çi bikin’ got: “Bi politikaya AKP-MHP’ê qetilkirina xwezayê li çar aliyê welat bi lez belav dibe. Ava me, axa me û hewaya me jahrînî dikin. Daristanê dişewitînin. Ev hemû bi îmzeya Serokkomar pêk tên. Bi îmzeyekê 5 milyon metrekare qada daristanê ji nexşeya daristanê derxist. Disa rojên borî bi îmzeyekê 500 hezar metrekare daristan ji qada daristanê derxist. Em li dijî talankirina xwezayê tekoşîna xwe didomînin. Em vê talanê teşîr dikin. Em li meclisê van polîtikayan teşîr dikin û gel hişyar dikin. Em li qadan lêkolin dikin. Ez çûn gelek qadên ku daristan û xweza lê talan dibe. Divê gelê me li dijî vê talankirinê xwe bi rexistin bikin û îtîrazên xwe bilind bikin.”
Pêdivî bi aqilekî hevpar heye
Akin li ser pirsa ‘Hûn li dijî talankirinê bi rêxistinên din ên ekolojiyê re xebatek çawa dikin jî wiha got: “Her rêxistinek ekolojiyê bi tena serê xwe nikarin talankirina xwezayê rawestînin. Ji ber vê yekê divê hemû rêxistinên xweza û ji bo parastina ekolojiyê têdikoşin, di nava koordinasyonekê de kar bikin. Dive bi aqilekî hevpar û hevkariyek xurt têbikoşin. Eger em vê yekê pêk bînin, dema li Kurdistanê xweza talan bibe, dê saziyên li Egeyê agadar bibin û dem ali egeyê xweza talan bibe yên li Kurdistanê dê agahdar bibin û piştgiriyê bidin hev.”
Akin anî ziman ku zagonên der barê sûcên li dijî xwezayê tên kirin, bi awayekî zelal nehatine pênasekirin û wiha bi dawî kir: “Sûcên li dijî xwezayê wekî sûcê qebehetê tên pênasekirin. Lê di rastiyê de sûcên li dijî xwezayê wekî sûcên li dijî mirovahiyê ne. Divê cezayê qirkirina xwezayê teqez di Zagna Ceza de cihê xwe bigire. Di mehê borî de 30 hezar welatî pêşnûmeya Zagona Kirkirina Xwezayê anîn meclisê. Ev gavek girîng bû. Yekem car li Tirkiyeyê welatiyan bi vîna xwe pêşnûmeyek wisa amade kirin û anîn rojeva Meclisê Tirkiyeyê. Seroke meclisê y ê AKP’ê ev daxwaz nexist rojevê. Ev jî nêzîkatiya wan a li hemberî ekolojiyê nîşan dide.”