Niha ez nû bêjim hebû yekî Kercewsî hûn ê bêjin a wele wê behsa şêliman bike. An jî hûn ê bêjin wê behsa meseleya siwarbûna li kursiyê pêşî yê dolmîşan bike. Ez behsa yekê ji wan nakim vê carê erê dîsa rêwîtiya ber bi Êlihê tê de heye lê meseleyeke din e. Carekê yekî kercewsî li dolmîşê siwar dibe û berê xwe dide Êlihê. Ji xwe kursiyê pêşî bi destê wî neketiye û gelekî bêhna wî teng bûye. Bi ser de jî mêşek dest jê bernade. Mêş li ber serê wî dike vine vin û tê geh xwe li ser guhê wî geh xwe li ser eniya wî datîne.
Mêrikê kercewsî bi acizbûn destê xwe davêje mêşê lê ew difire û nakeve nava lepê wî. Beriya ku bigihên Êlihê mêşê vê carê dîsa kire vine vin û xwe li ser pozê wî danî, Çawa mêrkê kercewsî destê xwe avêt mêşê, mêş di nava kefa destê wî de ma. Mêrik destê xwe baş lê şidand û wekî seydvanekî ku kîvroşkeke bejî girtibe cihê xwe xweş kir û got te ewqasî ez aciz kirim, de niha dora min e.
Mêrkê kercewsî destê xwe yê li mêşê şidandiye anî ber devê xwe û heta jê hat çend deqeyan got vinnnnnn, vin û he vin û paşê ji mêşê re got: Ê ma halo xweşe ji Kercewsê heta vir vine vina te ye li ber guhê min. Piştî ku çend caran wiha kir cama dolmîşê vekir û mêş avêt derveyî dolmîşê û pê re jî ji mêş re got: Ma halo xweşa, de vêca tu jî bi meşê dagere heta Kercewsê.
Niha ez behsa Hezroyê jî bikim hûn ê bêjin; teqez wê behsa meseleya kerdiziyê bike. Na vê carê ez ê ji we re behsa hevalekî xwe yê hezroyî bikim. Kekê min ê hêja Kêfxweş mirovek ji Hezroyê ye, temenê wî derdora 60 salî ye lê ji ciwaniya xwe de herdem meznahiya malbatê kiriye. Di nava malbatê de çi pirsgirêk çêbe tên jê re dibêjin û ew jî xwe ji ber tiştekî nade alî hemû pirsgirêkên malbatê û carnan yên derdorê jî çareser dike.
Beriya çend rojan pismamekî Kêfxweş hate ba wî, hevjîna wî xeyidî bû, xwe avêt bextê hevalê Kêfxweş ku hevjîna wî vegerîne malê. Kêfxweş yek nekir dido û di nava çend rojan de hevjîna wî vegerand malê.
Rojek di ser wê re derbas nebû îca heman mirov li Kêfxweş geriya û got welehî hinekan golika me diziye û em digerin nagerin nabînin, di bextê te de me çareyekê bibîne. Kêfxweş di nava çend saatan de golika wî jî li Farqînê tespît kir û beriya ku kêrê bidin stûyê golikê ji wan stand û li pismamê xwe vegerand. Dibe ku hûn bawer nekin lê şahid û şihûdên wî hene ku golik dîtiye. Îca çawa dîtiye bi çi awayî ew vegerandiye nizanim lê golik niha li mala xwe ye.
Ev hevalê min gelek tiştên wî yên enteresan hene. Duh jî çûye li cihekî xwarin xwariye. Li ber xwarinê jê re çend îsotên tûj jî danîne. Kêfxweş bi xwarina xwe re hinekî ji îsotekê gez dike. Ew îsot wiha tûje ku xwêdanê bi eniya wî dixe, qapaxa serê wî dihejîne û zimanê wî pûç dike.
De îca ma Kêfxweş ê hezroyî kêmî zilamê Kercewsî ye. Hema xwarina xwe nîvco dihêle, radihêje wê îsota tûj a ku piçek jê xwariye û diçe ber erebeya xwe. Kêfxweş wê îsotê dixe ber tekelê erebeya xwe û li erebeyê siwar dibe û di cih de pêl gazê dike û tekelan di cih de li ser wê îsotê dizîzikîne.
Xwediyê xwarinxanê dibêje ka biçin ev çi bela wî ye. Lê piştî ku dibêjin mesele wiha ye û mêrik hezroyî ye, xwediyê xwarinxanê dibêje dev jê berdin bi Xwedê heta ku ew lastîkên ereba xwe neşewitîne û dilê xwe li wê îsotê rihet neke ew ê nesekine.