Manî gelek pirtûk û nameyên dirêj nivîsandine û pirtûkek wêneyan bi şêwekariya xwe niqaşkirî li pey xwe hiştine. Pirtûkên wî ev in, sedemên nivîsandin û naveroka wan wisa ye.
1- Sahberdan e; di vê pirtûkê de mirovên xirab û tariya di nava mirovên xirab de dide diyarkirin. Ji bona mirovên ku vê pirtûkê bixwînin, xirabiya di nava mirovan de nasbikin û xwe ji xirabiyê dûr bikin, nivîsandiye.
2- Sendokujîn e; di vê pirtûkê de ronî û mirovên ku roniyê diafirînin daye diyarkirin. Ji bona ku kesên vê pirtûkê bixwînin, xwe zanetir bikin û bizanîn roniya nava xwe ronîtir bikin, nivîsandiye.
3 – Rêya Rast; rastiyên ku pêwîst in werine kirin nîşan daye. Ji bona ku mirov bi xwendina vê pirtûkê rêya jiyana xwe ya rast bibînin û xwe bigihînin rastiya pêwîst, nivîsandiye.
4 – Olperestî; di vê pirtûkê de paqijiya baweriyê, paqijiya hizir û paqijiya dil nivîsandine.
5 – Veşartî; di vê de efsane û olên berê, şer û aliyên wan rêveberiyan yên veşartî aşkere kirine. Bi xwendina vê pirtûkê, mirov ji dîroka kevin û tiştên ku di dîrokê de hatine veşartin agahdar dike.
6- Nivişta Gernasî; jiyana lehengên dîrokî, kirinên wan ên ku mirovahî bi pêş ve birine dane nasandin. Mafê herkesî heye ku lehengên xwe û lehengên dîrokî nas bikin.
7- Şapûrîkan; ev pirtûk li ser jiyan û dawiya cîhanê ye. Ev pirtûka xwe diyarî Perwîz û Şapûr kiriye. Ji ber ku Perwîz ji dil bawerî bi ola roniyê anîbû û gelekî alîkariya Şapûr gihişte ola wî.
8- Mizgîniya nû (Încîla nû)
9- Niyên zînegan
10- Nama
11- Razan
12- Kawan
Her yek ji van pirtûk û nameyan aliyêkî jiyanê û mirovan didine nîşandan. Lê hemû bi hev re kamiliya jiyanê û ya mirovan nîşan didin.
13- Arjeng; xwestiye bi rêya wêneyên di pirtûka xwe de bingeha baweriya ola rastî nîşanî her kesî/ê bide. Gelek tiştên ku divê werine dîtîn bi rêya wêneyan di Arjeng de nîşan dane. Dizanî ku herkes nikare nivîs û pirtûkên wî bixwînin. Lê herkes dikare li wêneyên di Arjengê de binêrin.
Her beşên Arjengê beşeke ji jiyanê ye.
Beşa yekem gula çewtiyê ye. Roja ku mirov gula çewtiyê bêhn nekin tune ye. Mirovên zane heroj bi çewtiyên xwe rastiyê dibînin û pêş dikevin. Çewtiya mirov weke pişkova gulê ye. Her çewtî dibe sedem ku mirov ezmûnê bi destbixe û weke gulê veke.
Beşa duyem bendewarî û rondikên çavan e. Mirov her rondikên bendewariyê dirijînin û hêvî dikin ku bigihine armanca xwe.
Beşa sêyem dilîtî ye, bi baweriya ku rojeke azadiyê bibînin, divê mirov zanibin li berxwe bidin. Hemû êş û janên mirovan ji destên dîlîtiyê ne.
Beşa çarem finda mîhrabê ye (cihê ku hêvî jê tê kirin e). Her mirov hêviyê ji cihekî dike û dixwaze ku finda hêviya wan xeyalên wan ronî bike.
Beşa pêncem pencera roniyê ye.
Beşa şeşem tenêtiya xemgîn e. Herkes êşa tenêtiyê dikişîne û bi tenêtiya xwe xemgîn dibe.
Bawermendên wî dibêjin; “Li her cihên ku Manî beşên Arjenga pîroz şirove dikir, mirovên bîner û guhderên wî bêdeng dibûn. Wan jî weke wî xwe di nav beşên Arjenga pîroz de didît. Li cihê ku beşên pirtûka pîroz şirove dikir, mirovan ferqa di navbara wî û pêxemberên din de didît.”
Navê hemû pirtûk û nameyên Manî bi kurdî ne û Manî pirtûkên xwe bi kurdî nivîsandine. Hin lêkolînvan dibêjin ku du pirtûkên wî bi aramî hatine nivîsandin. Lê nabêjin kîjan pirtûkên xwe bi aramî nivîsandiye.
Manî peyamber e, arif e, hunermend e, şêwekar e, zanayekî xwedî prensîp e, xwediyê felsefe ye û feylîsofekî kurd ê mezin e. (Dawî)