Qet ji gazinan hez nakim, lê carinan jiyan mirov dixe halekî, nabe ku mirov serî raneke li hemberî vê nenivîse. Çi derve, çi hundir,êş dibare, lê em rêwiyên azadî û heqîtetê ne, fereca xêrê ne dûr e.
Ev çi xake ku êş lê difûre û mirov ji mar û tûpişkan nikare tevbigere! Berdêla jiyanê pir girane li vî warî. Zilm dibare, zilm û ûjdan nemaye. Bawerim Viktor Hugo gotibû “Xwedayê mirov ûjdan e!” Ê ku ev jî nema be! Bûyer, bawerî, têkiliyên mirovîn mirov matmayî dihêle. Bi rihetî mirovek dixwaze cîrana/ê wî bimre û cenaze jî nexuyabe, qet dil naêşê. Bila bi tomerî mirov bimirin, bişewitin ne xem e; Madimak, Roboskê û niha jî şewata li Amed, Mêrdîn û gund û gundiyên Kelekê ne bes e, koçber, ên ji sûriyeyî.
Înkar, tunehesabkirin, ‘tu nebînî tuneye, çavên xwe bigire û bimeşe, temam, her tişt normal!’ bûye bawerî, raman, têkiliya rast û helwestek rojane; jiyan li ser derewan dimeşe û helbet ne hezkirin dimîne, ne evîn. Kuştina jinan, hevberdan, hewes û dilxweşiyên nedomdar ên rojane, komkujiya li ser ermen û kurdan, bila jehr li ser wan bibare! kuştina leşkerên xwe rewa dîtin! Mirov dikare peyvê dirêj bike û helbet ji xwedîûjdan û lêgerînên heqîqetê re, dilêşî, êş, xemgînî û fetisîn-xeniqîn jî hebûn û avakirina hêviyê ye; van rojan “maçîkirina ji hêviyê” bûyê zagona hebûn û mirovîn ji bonî mirovên rasteqîn. Êdî ziman jî xweş nagere, û hişmendiyek tevlîhevî.
Baş e ku stêrk hene.
Stêrkên heqîqetê. Niviskarekî ciwan û kezebşewitî, helbet jî zindan. Ji zindanê diherikîne hestên xwe û xeyalên mirovîn; lê “erdekî hişk û ezmanekî bilind!” lê na, ne bêçare ye; dilopê afirandina heqîqetê.
Qala pirtûka Delîl Tekînê ciwan ê di zindanê de dikim, pirtûka wî ya ewil, kurteçîrok in, dîmenên nav çar dîwaran û xeyalên qaçax;
Ji du beş û neh kurteçîrokan pêk tê û helbet êş ji wan diherike û hêvî difûre; êş, ken û jiyan bi hev re ne, ziman herikbare mîna ferat, mirov bi xwe re dimeşîne, meşsivke, lê rastiya çar dîwaran dibe êşa ser dil; kevirekî, giran. Ma mirovên vê xakê ev jiyana êşbarî heqkirine gelo!
De bila ew bistirê, êş û hêviyê bike havên û hevîrê jiyanê, ji min bes e;
“Wê jî gotibû:
Berxê ber dilê dêya xwe! Tu nizanî mîrata kezebê çiqas dişewite. Ku nekenim, henekan nekim sebra min nayê. Ma hemî pîrên kurdan ne wek min in? Te, negot çima şahiyek, meşek û mîtîngek li ku hebe em li refê pêş in? Newroz tê, em bi baskan dikevin û difirin. Me, tu xêr ji emrê xwe nedît lawê min. Tu êş nemaye me nekişandiye, ne ji ken û henekan be em ê çawa ji heqê êşên xwe werin der?”(Dawiya wê nayê-Rp.30)
“Ya rast, ez, dixwazim li ser bîranîna dayik û xwişka xwe helbestekê binivîsim. Lê dikim nakim nikarim binivîsim, tenê dibêjim “Yadê.” û hew. Dawiya wê nayê!… (Rp.32)
“Çîroka ku tu hêj tê de li bende min î, bila te ji min re bihêle, temam nakim; ekla wê strana li ser te bila di bin zimanê min de bimîne, beste nakim. Lê Keko ez nikarim dergûşa vala bihejînim. Hîna dîl û esîr bim jî hêj dîn nebûme Keko, hêj dîn nebûme!…” (Keko-Rp.38)
“Bila bitirsin,
ji egîdên sax û mirî,
bila nebînin,
şahî û rindî.
bila ji saxên me,
ji siyên me
ji miriyên me bitirsin!
Xelat e ji rûmeta mirovahiyê re,
felata ji bobelata welat.
Dê dîroka stûxwar bikene,
Lê dewran hêj dewrana bêbextan e.”(Bawer ê min-Rp.40-41)
“Di kêliyên herî zor de,
di demên herî nediyar de,
di kêliyên herî xweşik de,
di demen herî azad de,
baweriya ku te li ser lingan bihêle,
dê bîranînên dostaniya rast bin”(Bawer ê min-Rp.43)
“Çavên Zulkuf di zemanê min de
Niha li dora hemû zemanan,
Werar bûn rêyên me ber bi Rojê ve
Niha rê li ber azadiyê ye.
“Şev baş”
Lempe hatin vemirandin. Keça ku bedena wê ji ronahiya heyvê hatibû honandin, nobedariya şevê kir heta şefeqê.
Bi bibîranînan derbas kir wextê xwe;
Roj, welat, têkoşîn, çiya, heval, dar, ax, dê, bav, xwişk, bira, gund, kanî baran, ewr, stêrk, çûk, firîn.
Bû şefeq. Dengê çûkan hat û bedenek a din çû li ber bêdengiyê!
bi hawar çû.” (Bêdengiya kujer-Rp,52-53)
“Hêviya min e we, yek ji wan rabe bibêje ‘Heyran, weleh em nikarin hêkên qazan derxînin’ û ji dêvla gotina ‘Uzaya gideceğiz’ bila bibêjin ‘Uzayıp gideceğiz.’”(Xewnereşk-Rp.66)
“Çima?- Hirço;
Em nizanibin ji 98 kiloyê 100 kilo goşt bi ku ve diçe jî ew ê ûrmezin du kiloyan bide me. Li derve du kilo goşt bi destê kê dikeve Qeter? Ha binêre ji bo qetek goşt tu hatî di vir re derketî. İca ji xwe re li ser teriya xwe rûnê, dengê xwe neke. Em, liv ir tevî te bûn pênc kûçik an wê çend gram goşt zêde bikin an jî wê ji yê me qut bikin bidin te lê ku wiha ji kirin ne xem e, canê te sax be.
Saxtir Hirço.”(Qeter-Rp.92)
Li hêviya xwendina we ye.
Bila rast û xweşdîtina dewlemendiya jiyanê bibe bingeha şoreşa zîhniyetê!
Ken-Birîn
Delîl Tekîn
Kurteçîrok
92 rûpel
Weşanxana J&J-2023
Belê, jiyan her wisa ye, nexasim jî ji rewşa bindestan re. Çi derve, çi hundir. Lê em rêwiyên azadî û heqîtetê ne, fereca xêrê ne dûr e.