Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da. Temellî, ewil 33 kesên di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûs a Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê de hatine qetilkirin bi bîr anî û got ku heta komkujiyên DAIŞ’ê kirin neyên ronîkirin dê edalet pêk neyê.
Temellî, diyar kir ku heta Komkujiya Pirsûsê û hêzên li pişt komkujiyên DAIŞ’ê neyên ronîkirin dê edalet pêk neyê. Temellî, anî ziman ku çareseriya gelek pirsgirêkên niha, girêdayî ronîkirina van komkujiyan e. Temellî, got ku her çend ku hinek kes hatibin girtin jî, hêj jî hêzên li pişt komkujiyên Pirsûs, Gara Enqereyê û Îstîklalê nehatine girtin.
Temellî axaftina xwe wiha domand: “Qala hevdîtina bi Esad re tê kirin. Lê kesek behsa mijara esasî nake. Ew jî çete ne, xeletiya polîtîkaya Sûriyeyê û weke encama wê aloziya çete û DAIŞ’ê derxistiye. Ji her devera cîhanê cîhadperest birin Sûriyeyê. Ev jî atmosfera şer daîmî dikin. Heke Tirkiye bixwaze xwe ji vê rewşê xelas bike, heke li Sûriyeyê aştî û demokratîkbûnê bixwaze, rêya vê aştiya civakî ya li Tirkiyeyê yan jî aramiya cîranên wê ye. Beriya her tiştekî rêya vê ew e ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re û bi gelên wir re çareseriyê pêş bixin, guftûgoyê pêş bixin. Rêya vê, siyaseta aştiyê ye.
Mîna li Sûriyeyê, li Iraqê jî heman tişt derbasdar e. Li Iraqê piştî serdema Sedam, Komara Kurd a Federe ya Bakur hate avakirin. Ev komara federe hem ji bo yekparetiya Iraqê hem jî ji bo pêşketina siyaseta Iraqê girîng bû. Dema em îro lê dinêrin, dibînin sedema bêîstîqrariya li wê derê jî siyaseta xelet a Tirkiyeyê ye.
Heke polîtîkaya derve ev be, li hundir aramî û aştî nabe û hûn nikarin xwe ji krîzan xelas bikin. Îro li Tirkiyeyê krîzeke mezin a aboriyê heye. Di rewşeke wiha de Meclis veguherandine servîsa paketan. Rojekê paketa darazê, yekî ya bacê yekî ya sewalan… Tu pirsgirêkan çareser nake. Binêrin, paketa teserûfê heye. Lê di vê paketê bi navê teserûfê tu tiştek nîne. Heta niha çi bûye? Em nizanin bê ka reqemên hedef digirin çiqas pêk hatine. Dev ji teserûfê berde, dema mirov lê dinêre dibîne ku lêçûnên zêdetir çêbûne.
Li hêla din dê komîsyona plan bûdçeyê paketa têkildarî bacê nîqaş bike. Heman tişt di wê paketê de jî hene. Di paketa teserûfê de hedef 100 milyar lîre û di vê paketê de 120 milyar lîre ye. Hûn van herduyan deynin ser hev jî dê tu sûdekî nede bûdçeya li kêmiyê daye. Ji ber ku li gorî texmînê 2,6 trîlyon li kêmiyê daye. Lê tevahiya van reqemên teserûfê tenê 220 milyar in. Baca ku divê bigirin nagirin. Berevajî vê dikin ku bacê nedin. Bi ser re jî hûn baceke pir mezin a ku divê Cengîz Holdîng, Lîmak, Kolîn û hwd. bidin jê nastînin. Di paketa we ya bacê de dê bêedaletiya di bacê de ji holê ranebe. Ji ber ku îktîdar îktîdara sermayeyê ye, wan girêdayî bacê nake û barê wan sivik dike. Lê baca kedkar û karkerên bi kêmtirîn mûçeyê debara xwe dikin ji sedî 45 e.
Endeksek heye ku jê re dibêjin endeksa serveta kûrewî. Tirkiye di nava rêzên ewil de ye. Lê ji sedî 31’ê ve tenê çînek dixwe. Li Tirkiyeyê milyarderên dolaran hene ku li gelek welatên Ewropayê tune ne. Lê di Endeksa Hejariyê ya Kûrewî de jî Tirkiye di rêzên ewil de ye. Ev endeks ji bêkarî û enflasyonê pêk tê. Li Tirkiyeyê bêkarî, enflasyon û pirsgirêka debarê heye. Di endeksa koletiya kûrewî de jî Tirkiye di rêzên ewil de ye. Anku piraniya kesên li vî welatî dijîn di asta koleyan de dijîn. Zêdetirî milyonek û nîv kedkar di mercên koletiyê de dijîn. Mûçeyê teqawidan 12 hezar û 500 lîre û sînorê birçîtiyê jî 20 hezar lîre ye. Ma ev kes dê çawa zikê xwe têr bikin.
Dê paketa darazê ya 9’emîn tu pirsgirêkên di qada darazê de çareser neke. Di mijarên maf û azadiyan de, di mijara parastinê, edaletê, pergala ceza û edaletê de tu pêşketin nînin. Çi heye? Hinek tiştên têkildarî paşnavê jinan hene.
Paketa din jî ya mafên heywanan e. Ji nîqaşên duh ve aşkere ye ku kesên mafên heywanan diparêzin li hemberî me nînin. Feraseta ku mudaxileyî mafê me yê jiyanê dike, niha jî mudaxileyî mafê jiyanê yê heywanan dike. Dibêjin heywanên kolanan. Ma hûn dizanin çima bûn heywanên kolanan? Ji ber ku we li qada wan a jiyanê kolan çêkirin lewma.
Em ê sibe saet di 18.00’ê de li Mêrdînê mitîngê li dar bixin. Hevserokê me yê giştî Tuncer Bakirhan jî dê tev li bibe. Piştre jî em ê li Agirî, Îdir û gelek deverên din hevdîtinan li dar bixin. Divê kedkar, cotkar, gundî û hemû mexdûrên vê îktîdarê bên gel hev û têkoşîna xwe mezintir û civakî bikin.”