Ofîsa Ragihandinê ya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê, di derbarê serdana Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî ya ji bo Silêmaniyê de daxuyaniyek weşand. Hate ragihandin ku Qasim Erecî di serdana xwe ya ji bo Silêmaniyê de bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî re civiya ye.
Her wiha hate diyarkirin ku di civînê de qala hemahengiya ewlekariyê ya di navbera Bexda û Herêmê de hate kirin.
Şande dê lêkolînan bike
Qasim Erecî li gel şandeya bilind ya ewlekariyê beriya çend rojan serdana Hewlêrê jî kiribû. Di çarçoveya bertek û helwestên li dijî êrişên dewleta tirk ya berdewam li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê de, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî yekem helwesta hikûmeta Iraqê ya li dijî vê destwerdanê aşkere kiribû. Sudanî di civîna Encûmena Wezîran de tekezî kiribû ku ew destdirêjî û binpêkirinên Tirkiye yên li ser xaka xwe qebûl nakin.
Li ser biryara Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, di 11’ê Tîrmehê de şandeyek bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî, ji bo rewşa ewlehiyê ya li Herêma Kurdistanê, êriş, dagirkerî û leşkerkêşan û avakirina xalên kontrolê li sînorê parêzgeha Dihokê bişopîne, serdana Hewlêrê kiribû.
Hêjayî gotinê ye êrişên dewleta tirk ya bi hevkariya PDK’ê ya li ser Başûrê Kurdistanê her ku diçe berfirehtir dibe. Li gel êrîş û bombebaranên li ser deverên niştecihbûnê û zeviyên welatiyan, duh bi şev bi dîmenan derket holê ku artêşa tirk bi tank û wesayîtên zirxî ketiye nav bajarokê Amêdiyê.