Gelek caran rayedarên dewleta tirk bi riya medyayê behsa normalkirina têkliyên bi hikûmeta Sûriyeyê re dikin û bang li serokê wê Beşar Esed dikin ku bi hev re bicivin. Piştî bêdengiyeke demdirêj wezareta karên Derve ya Sûriyeyê bersiv da daxuyaniyên Tirkiyeyê yên li ser asayîkirina pêwendiyan.
Di daxuyaniya Wezaretê Karên Derve ya Sûriyeyê der barê hevdîtinan de wiha hate gotin: “Demeke helwest û daxuyanî li ser pêwendiyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de berdewam dikin. Sûriye di wê baweriyê de ye ku pêwendiyên welatan li ser bingehên saxlem tên avakirin ne li ser berjendiyên yekalî û sûdwergirtina ji nakokiyan.”
Wezaretê di berdewamiya daxuyaniyê de bibîr xist ku divê bingeha danûstandinên Şam û Enqereyê li ser vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji nav axa Sûriyeyê be. Her wiha îşaret bi wê yekê kir ku piştgiriya Tirkiyeyê ya ji komên çekdar re ne tenê ji bo ewlehiya Sûriyeyê ji bo ewlehiya Tirkiyeyê jî gef e.