12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Giyana 14’ê Tîrmehê

Cîger Efrîn

14’ê Tîrmehê ne pênasekirina rojeke ji rojên hefteyê ye. 14’ê Tîrmehê gîyaneke! 14’ê Tîrmehê gîyana PKK’ê ye. PKK bi gîyana berxwedanvanên “ROJÎYA MIRINÊ” bû PKK!

Di mercên cunteya faşist a 12’ê Îlonê de di zîndana Amedê de dîlên azadîyê peyitandin ku; heger mirov bixwaze û li baweriya xwe û rastiyên dîrokî yên civakî îxanetê neke, dikare bi serê xwe û bi vîna xwe hêza herî mezin a NATO têk bibe.

Mazluman bi sê darikên kibrîtê Newroza  (1982) gelan pîroz kir û got; “BERXWEDAN JÎYAN E! BERXWEDAN MIROVAN DIBE SERKEFTINÊ, TESLÎMÎYET DIBE ÎXANETÊ!” tova berxwedanê çand.

Ferhatan, Mahmudan, Necmîyan û Eşerfan bi gotina; “Agir venemirîn in, ev çalakî ye!” û gewdeyên xwe dane ber agir, tova berxwedana Mazluman bi xwîna xwe av dan!

Belê, Xeyrîyan, Kemalan, Elîyan û Akîfan bi helandina gewdeyên xwe şitla Mazlum û Ferhatan parastin û di bin siha wê darê de roj bi roj gîyana xwe bi ser damara tova azadîyê de helandin û Kemalan , bi gotina “Ox! Berxwedan çi xweş e!” gîyana ku di maratona 14’ê Tîrmehê de dabûn destpêkirin, gihandin Rêber APO. Rêber APO peyama Wan lehengan baş fêm kiribû û tevî hewladana revokan jî bayê nûnertiya Wê Giyanê kir.

Ew giyana ku Kemalan gotibû; “Ez di vê şoreşê de serkeftina gelê Kurd û Tirk dibîn im”, bi berxwedana gerîlayên azadîyê û paradîgma Netewa Demokratîk îro bûye dara hêviya mirovahiyê û ji lewra hêzên emperyal  roj bi roj tecrîdeke girankirî li ser Rêber APO ferz  kirine.

Lê Rêber APO giyana 14’ê Tîrmehê hem di kesayeta xwe de û hem jî di nava civaka Kurdistanê de kir xetek û bi sekn û berxwedana xwe kir felsefeya serkeftinê.

Ew xeta berxwedanê, dê xeta ÎXANETA MALBATA BERZANÎ têk bibe.

Xeyriyan gotibû; “Li ser gora min deyndarê gelê xwe ye binivisîn in”. Lê ya rast wî canê xwe ji bo me da û îro em wekî gel û mirovahiyê deyndarê wan û Rêber APO ne.

Ji boyî ku em deynê xwe bidin, divê em li dijî ÎXANETA MALBATA BERZANÎ û tecrîda girankirî bi hemû hêza xwe derkevin. Dakevin kolanan û li her derê bi gîyana Egîdan û helwesta gerîlayên Modernîteya Demokratîk pêla berxwedanê bilind bikin. Dervayî wê, em ne dikarin deynê xwe bidin, ne dikarin hêjayî Rêbertiyê bibin û ne jî em azad dibin.