Walîtiya Mêrdînê li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê “Herêma ewlehiyê” îlan kir û ketin û derketina 3 gundên Kerboranê qedexe kir. Bi vê qedexeyê walîtiyê gundî xistin bin tecrîdê. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Gundê Xirbê Kiryan, Deywan û gundikê Arbayê ya girêdayî gundê Deywanê ketin û derketina dervê gund qedexe kir. Walîtiyê destnîşan kir ku dê qedexe heta 26’ê tîrmehê bidome.
Hat zanîn ku leşkeran li gundê Deywanê welatî binçav kirine. Di serdegirtina malan de welatî Îbrahim Akyuz, Çaçan Akyuz, Ahmet Akyuz û Bilal Akyuz binçav kirin.