Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku roja sêşema borî ango di 9’ê Tîrmehê de hêzên rejîma Îranê 4 welatiyên Kurd yên ji bajarên Pîranşar û Mihabadê binçavkirin.
Hate diyarkirin ku navê Kurdên hatine binçavkirin Umêd Ehmedî, Silêman Merufî, Silêman Mehmudî (Qasim Çomalanî) û Elî Danişe. Hate destnîşankirin ku heta niha çarenûsa her çar welatiyên hatine binçavkirin nediyare û nayê zanîn bi ku ve birine. Hêjayî gotinêye ku heta niha ti agahî derbarê tomet û cihên ku her çar kesan pê ve birine nehatiye belavkirin.