12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Arvîn Huseynî yê  HPG’î spartin axê

Endamê HPG'ê Arvîn Huseynî (Dilsoz Gabar) ku li Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest da, li goristana Şirnexê spartin axê.

Di êrişa 21’ê Hezîranê de li bejahiya navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera şervanên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de şer qewimî bû û gerîlayên HPG’ê Basrî Cîn (Brûsk Kato), Sefer Temel (Rustem Çekdar Kato), Yilmaz Sala (Kamûran Gever) û Arvîn Huseynî (Dilsoz Gabar) jiyana xwe ji dest dabûn

Cenazeyê Arvîn Huseynî yê HPG’î rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê piştî 20 rojan li Goristana Bêkesan a Şirnexê spartin axê. Hate zanîn ku malbata Huseynî ya li herêma Şaho ya Rojhilatê Kurdistanê dimîne ji ber astengiya pasaportê nekariye cenazeyê lawê xwe bigire.

Cenazeyê Basrî Cin li navçeya Silopiyayê, yê Serhat Temel li gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê û cenazeyê Yilmaz Sala jî li gundê Hêrmiyê yê navçeya Gever a Colemêrgê di demên cuda de hatibûn veşartin.