Li welatê me Kurdistanê, li herêma Rojhilata Navîn û li cîhanê giş di warê, siyasî, civakî, ekolojî, jin hema bêje di hemû warên jiyanê de guherîn û veguherîneke mezin heye.
Bûyerên li devereke cîhanê diqewime bi qada lê çêbûyî bi sînor namîne. Bandora xwe bi awayekî rasterast û ne-rasterast li ser temamiyê dike. Belkî jî ji berê ve qanûna alema madî bi vî rengî bû! Zanîna vê li cem min tine.
Lê qet nebe, di serdema jiyana bajaran de ew rewş zêdetir beloq bûye. Bajar û jiyana li bajaran, tanzîmkirina jiyana cemawerî li bajaran kêm zêde dişibe hev. Noqteyên hevpar, bajar ji der û dora xwe dixwin.
Hilberandin lê tine. Ev tasawûra pergala serdest a cîhanê ye. Li New Yorkê, li Amsterdam û Londonê jiyan bi heman rengî ye. Hin nûansê xwe hebin jî weke hev dimeşe jiyan. Lez, mezaxtin, çop û gelaş; kod û şîfreyên bajarên pergala serdest ev in.
Tehemûla vê jiyanê ji xeynî otantîzma weke sûs û zeynet ji tu tiştekî cuda re tine. Ji ziman, çand û kelepora cuda re tine. Her tişt têkiliyên mirovî jî êdî ji aliyê endustriya serdest ve tê destnîşankirin. Niqandin û tercîh hatine manîpulekirin. Sekna li ber vê rewşê bûye Don Kîşotî. Cewhera heqîqetê azadî, aramanca jiyanê azadî jî di çavê pergala serdest de bûye têgîneke vik î vala.
Kurdên ku ji bo azadiyê şer dikin, têdikoşin, li çand û nasnameya xwe xwedî derdikevin ji ber hindê di çavê wan de weke kêzik in. Dibêjin; em ê wan kêzikan biperçiqînin. Şewatên li Kurdistanê, şerê li hemberî gelê Kurd, qedexekirina ziman, çand û kelepor, qedexekirina zozan û gundan, qedexekirina lîstika zarokan, şano û konseran hemû parçeyên siyaseta qirkirinê ne. Dixwazin Kurdên azadîxwaz tine bikin. Îcar ne tenê dewletên dagirkerên Kurdistanê nîzama cîhana serdest jî heman polîtîka dimeşîne.
Di vir de wa tê dîtin ku dij-min û ne-yarên me diyar in, li ber çavan in. Gilî û gazinc jî ji -dij-min nabe. Lê ji min û me gilî û gazinc dibe. Li dijî vê siyaseta qirker em çiqas bi rastî jî azadîxwaz in. Em çiqa dixwazin nîrê bindestiyê bişkînin, zîncirên koletiyê biqetînin. Di vir de gumanên min hene. Dij-min ne tenê dij-minê PKK û Rêber Apo ne. Ew dijminê gelê Kurd hemûyî ne. Lê gelo Kurd hemû li dijî vî dijminî xwedan heman helwest in yan na? Naxêr! Ne xwedan helwest in.
Dêhna xwe bidinê li başûrê Kurdistanê, zatê li ser postê serokatiya herêmê rûniştiye. Bêyî ku şerm û arê bike; dibêje; çi karê PKK’ê li Başûr heye. Ev zatê ku erê beşer e lê xuyaye nebûye însan dijminê bav û kalê xwe bi xalîçeya sor bi sirûd û ala Tirk pêşwazî dike lê radibe bi rehetî ji parêzvan û fedayiyên Kurdistanê re dibêje; ji Başûr bila derkevin.
Kurdên PKK’ê û Rêber Apo û ev zat nabe ku yek ji min re bibêje, herdu jî ewladê heman netewe-dayikê ne. Nabe ku ev herdu jî ji heman pêsirê şîrê jiyanê mêtibin. Ev bi serê min nakeve. Min li jorê jî got; gelo qanûna alema madî bi vî rengî ye? Ez pê nizanim. Lê ewqasî ku ez bi helwestên bi vî rengî aciz û dilteng dibin, ji êrişên qirkirinê yên dij-min aciz û dilteng nabim. Dibêjim; dij-min e û bêminet e. Ew zatê ku ji xwe re dibêje, ez serokê Herêma Federe ya Kurdistanê me, dibe ku li kêleka dagirkeran cihê xwe ji îro heta sibê xweş bike lê ew jî heta dema bi serketina siyaseta qirkirinê ye. Dîrok bi nîşaneyên vê tijî ne.
Fikr û felsefeya jiyana nû ya ku Rêber Apo daniye pêşiya gelê Kurd, mirovahiya pêşverû rûpoşên van heramzadeyan giş ji ser rûyê wan dixe. Belkê hêrsa wan, belkî çavnebarî û zikreşiya wan ji ber vê be lê her gava ku davêjin, her gotina ji devê wan derdê ji bo paşeroja Kurdan zirar e. Ew dibin sedema êş û azarên mezin. Ez wisa yeqîn dikim Kurd ne mecbûr in vî barî li ser pişta xwe hilgirin. Ez dîsa wisa yeqîn dikim ku em Kurd dema xwe ji vî barî xelas bikin wê êş û azarên me jî kêmtir bibin. Per û bask li dagirkerên me bişkîn û derbên be baştir cihê xwe bibînin.