Ji xeynî partî û rêxistinên siyasî yên Kurd û Suryanî, Komîteya Dîplomasiya Hevpar a ku ji Komîsyona Têkîliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) pêk tê, têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê nameyeke vekirî ji Sekreterê Giştî yê Komara Erebî Ahmed Aboul Gheit, Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Es Sudanî, Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Serokê DYE’yê Joseph R. Biden, Sekretera Giştî Marija Pejčinović Burić, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re nivîsandin. Di nameyê de “banga lezgîn” hate kirin.
Nameya vekirî ya ku Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurd û Suryanî yên Komîsyona Têkîliyên Derve ya KNK’ê li ser navê Komîteya Dîplomasiya Hevpar nivîsandî, bi vî rengî ye:
“Pêla bihara Erebî di sala 2011’an de destpê kir û heta Iraq û Sûriyeyê belav bû. Dewleta Tirk xwest ji vê sûd wergire û hêviyên xwe yê Mîsakî Mîllî bi cih bîne (Li gorî vê belgeya 104 sal berê, bi navê Ahdî Mîllî herêmên Bakurê Iraq û Bakurê Sûrî di nav sînorên Tirkiyeyê de hatibû qebûlkirin).
Dewleta Tirk hewl da Neo Osmanîtiya xwe jinûve zindî bike û vegere li ser van sînorên xwe yên berê. Ji bo vê jî li hemberî gelê Kurd, dest bi êrîşên dagirkerî û komkujiyê kir.
Gelê mûsil û kerkûkê tînin beramberî hev
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di piranî daxuyaniyên xwe de eşkere digot ku Heleb, Mûsil, Silêmanî, Kerkûk, Şengal û Behdînanê di nav sînorên Mîsakî Mîllî de ne û ew ê tevahî van qadan dagir bikin. Û bi salane serokê partîya neteweperestên tundrew MHP Devlet Bahçelî bi eşkere dibêje, Kerkûk bajarê 82’yemîn û Mûsil jî bajarê 83’yemîn ê Tirkiyê ye. Bahçelî ji bona ku wan daxwazên xwe pêk bîne bi Erdogan re, gelên li Kerkûk û Mûsilê dijîn, li bera hev didin. Bi taybetî hevalbendên xwe yên Turkmen bi çek dikin, li hember hev didin û bi wan kaos û krîzan çêdikin.
Dewleta Tirk bi çeteyên girêdayî xwe, di sala 2014’an de xwest Kobanê dagir bike. Lê rastî berxwedana bê hempa hat û bi binket. Lê mixabin, di siyaseta qada navdewletî de bi pêkanîna dîplomasiya manîpulatîf encam bi dest xwe xist û di sala 2018’an de Efrîn û di sala 2019’an de jî Serêkanî û Girê Sipî dagir kir.
Di heman demê de, bi zêdekirina baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê ku dewleteke federe ya di bin serweriya dewleta Iraqê de ye, zemînek ji bo dagirkeriyê amade kir.
Qeyran kûr dibe
Bi maskeya ‘Ez li dijî PKK’ê şer dikim’ êrîşên xwe yên dagirkeriyê pêş xist. Lê belê weke ku Radyoya Dengê Emerîka herî dawî li Başûrê Kurdistanê nîşan da, leşkerên Tirk niha bi hezaran leşker û 300 tankan 30 km ketine hundir û xwe wek xwediyê herêmê dibînin, kontrola nasnameyan li gel dikin. Bêguman ev rewşa nû ne tenê ji bo me Kurdan, lê belê ji bo kûrkirina krîzeke giran û ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bêîstîkrariyeke mezin e. Ji aliyê din ve ev yek bi awayekî eşkere guhnedana hiqûqa navneteweyî û binpêkirina peymanên navneteweyî ye.
Dewleta Tirk bi rejîma Erdogan-Bahçelî re çi dibe bila bibe bi her awayî dixwaze Mîsakî Millî pêk bîne. Ji bo vê jî ji destpêka sala 2024’an û vir ve lez dan xebatên xwe yên dîplomatîk û leşkerî. Bi siyaseta manîpulatîf jî hikûmeta Iraqê bê bandor û pasîf kirin.
Dagirkeriya tirk dê bandorê li siyaseta cîhanê bike
Serkeftina stratejiya Mîsakî Mîllî li Kurdistanê dê bibe sedema dagirkirina Iraq û Sûriyê û wê nakokiyên herêmî kûr bike û koçkirina bi milyonan mirovan bi xwe re bîne. Lewma stratejiya şer a niha li Kurdistanê tê meşandin hemû Rojhilata Navîn û cîhanê eleqedar dike.
Ji ber ku Rojhilata Navîn di warê siyaseta global de jî diyarker e, ev êrîşa dewleta Tirk wê rasterast bandorê li siyaseta global bike.
Vê dagirkeriyê rawestînin
Weke partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Kurd ên li jêr îmze kirine, ji bo sekinandina vê dagirkeriyê di serî de hikûmetên Iraq û Sûriyeyê, Komkara Erebî; ji pêkanîna normên hiqûqî yên navneteweyî berpirsiyarin wek Neteweyên Yekbûyî; Konseya Ewropa û NATO ku Tirkiye endamê wanin, Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ku bi dewleta Tirk re xwedî têkiliyên stratejîk in, em bang li we dikin ku destûrê nedin dagirkeriya dewleta Tirk.
Weke Kurd me tu carî serî li ber tu dagirkeran netewand. Em diyar dikin ku em ê ji bo welat û siberoja xwe ya azad bi biryar li berxwe bidin. Em bang li her kesî dikin ku pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk a ku bûye topek agir bigrin û ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd bikevin nava tevgerê.”
Îmzevan
Komîsyona Têkîliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK)
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
Tevgera Goran (GORAN)
Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistan
Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK)
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistanê li Ewropayê (KCDK-E)
Partiya Komunîst a Kurdistan
Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E)
Federasyona Êzidiyên Kurdistanê (NAV-YEK)
Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA)
Yekîtiya Suryanî ya Ewropa (ESU)
Partiya Yekîtiya Suryanî
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)
Partiya Kedkarên Kurdistanê
Partiya Kurd a Demokratîk a Sûriyeyê (PDKS)
Partiya Çep a Kurd a Demokratîk-Sûriye (P.Ç.DK-S)
Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê (PÇK-S)
Partiya Kurd a Demokratîk (PDK-S – El Partî)
Tevgera Kawa
Partiya Rizgariya Kurdistan (KKP)
Partiya Keskan a Kurdistan-Nûneriya Ewropa
Enstîtuya Kurd a Brüksel
Enstîtuya Kurd a Elmanya
Enstîtuya Kurd a Stockholm
Rêxistina Yarsan a Demokratîk
Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Azad (PYNA)
Tevgera Hemanserdemê ya Kurdistan-Sûriye (TNKS)
Meclîsa Sirgûnê ya Şengal (MŞD)
Mala Kurdan
Koma Edaletê ya Kurdistan
Tifaqa Serbixwebûnê ya Kurdistan
Kongreya Gelan a Betnahrin a Suryanî
Partiya Komala Kurdistan a Îran (KOMALA),
Koma Civatên Kurdistan (KCK)
Partiya Azadiyê ya Kurdistan (PAK)
Partiya Guhertinê ya Demokratîk a Mezopotamya
Partiya Keskan a Kurdistan
Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP)
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)
Platforma Kurdên Enetoliya Navîn (PKAN- E )
Platforma Hewramanan
Partiya Yekîtiya Kurd a Sûriyeyê (El Wehdê)
Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurdistan (Tevgera Azadî)
Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyî
Yekîtiya Mamosteyên Kurdistan (YMK)
Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistan (YNDK)