12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dagirkerî heta qiyametê serdest namîne

Li şûna bi kurdan re dostanî û hevalbendiyê deynin, ji bo berjewendiyên şexsî, bi dijminê gelê xwe re dostanî û hevalbendiyê datînin û dijmin jî bi hêsanî tê û gav bi gav Kurdistanê dagir dike.

Tirk çendî bixwazin veşêrin an dûvikên cuda pê vekin jî hebûna wan a li Kurdistan û li Sûriyê dagirkerî ye. Bakur, Başûr û rojavayê Kurdistanê û hin deverên ji axa Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin. Îro leşkerên tirk bi darê zorê li wan deran dimînin û dixwazin bi saziyên xwe yên leşkerî û siyasî wan nişteciyên li wan deran asîmîle bikin û bi awayekî bikin tirk.

Li bakurê Kurdistanê ev sed sal in, li başûrê Kurdistanê ji sala 1983’an û vir ve nêzî 40 salan e û li rojavayê Kurdistanê jî nêzî deh salan e dagirkeriya tirk bi rê ve diçe. Di sed salên dagirkeriya li bakurê Kurdistanê de bi hezaran gund hatin valakirin, talankirin, koçberkirin û bi deh-hezaran gorên nediyar, kuştinên kiryarên wan veşartî mane, xwezayeke hatiye xerabkirin û talankirina hemû sererd û binerdên Kurdistanê bi pêş ket. Kurdistana ji aliyê pêxemberê îslamê ve wek bihuşt hatibû navlêkirin, bi destê tirkan kirin dojeh û kurdên kuştin kuştin, ên girtin girtin û yên mane jî koçî metropolên tirkan û gelemperiya cîhanê kirin.

Piştre dewleta dagirker dest avêt başûrê Kurdistanê, ji Zaxo dest pê kir û niha heta herêma Berzan destdirêjiya xwe berfireh kiriye, ka li ku derê raweste ne diyar e. Hebûna dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê jî dagirkeriyeke bi darê zorê ye. Dewleta Iraqê ji ber lawaz e, nikare li dij derkeve. Hikûmeta herêmê him lawaz e, him ji ber dijberiya li hember PKK‘ê xwe kiriye wek xulam û yawerê dewleta tirk û heta qirikê benê xwe daye destê vê dewleta faşîst û hatiye radeyeke wisa ku sibe, dusibe bixwaze jî nema dikare xwe jê rizgar bike. Wek gergerînokê, wek marê xwe lê bipêçe, dewleta tirk xwe li hikûmeta herêmî ya li başûrê Kurdistanê pêça û ew êdî nema dikarin xwe jê bifilitînin, heta dewleta tirk bi wan venede û wan pûç neke.

Piştre li rojavayê Kurdistanê bi êrîşa DAIŞê û wek encama têkbirina wê ya ji aliyê têkoşerên azadiyê ve, li wir rewşeke nû derket holê û gelê kurd kêliyekê be jî hilmeke azad kêşa. Lê wek hercar û herdem dewleta tirk ev yek danequrtand, di qirikê de ma û êrîşî ser vê derê kir û tibabek ji axa rojavayê Kurdistanê jî bi darê zorê dagir kir. Li ser axên dagirkirî yên rojavayê Kurdistanê talan, dizî, revandin, kuştin, koçberkirin ên bi destê dewleta dagirker dest pê kirin û didomin.

Ji van bûyeran jî pir diyar e ku dewleta tirk bi dagirkeriya xwe bingeha aloziya li Rojhilata Navîn e. Bi ser de nijadperestiya li hember gelan dimeşîne, polîtîka û pêkanînên wê yên asîmîlasyon û tirk-kirinê yên li Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê êdî li zora gelan diçe û gel li gorî derfetan serî li himberê radikin.

Berî vê bi demekê li herêma Şeladiza ya başûrê Kurdistanê nişteciyên herêmê bi ser baregehên tirkan de girtibûn û xwestibûn dagirker ji Başûrê Kurdistanê derkevin, lê ev helwesta şoreşgerî û welatparêzî ya gelê kurd ji aliyê rayedarên wan ên hevalbendên tirkan ve bi darê zorê hat temirandin. Her çendî gel di hinava xwe de ji hebûna dagirkeriya tirk a li Başûr ne razî be jî, ji tirsa rêvebirên xwe yên dostên tirkan newêrin serî hildin, lê gel di kemînê de ye ku derfetekê bibîne û dawî li dagirkeriya tirk bîne. Lê bêguman riya vê di bidawînanîna li serdariya birêvebiriya niha heye re derbas dibe, ji ber ew bi kiryarên xwe rê li ber dagirkeriya tirk vedikin. Li şûna bi kurdan re dostanî û hevalbendiyê deynin, ji bo berjewendiyên şexsî, bi dijminê gelê xwe re dostanî û hevalbendiyê datînin û dijmin jî bi hêsanî tê û gav bi gav Kurdistanê dagir dike.

Dagirkeriya tirk a li Rojava, tevî bertekeke mezin a gel bi darê zorê û bi alîkariya hin aliyên xwefiroş tê birêvebirin. Karaktereke dagirkeriyê ya çêkirin an peydekirina nokeran heye. Dagirker gava dixwazin axekê, welatekî dagir bikin, destpêkê ji nakokiyên li wê derê hene, ji xwe re noker, hevalbend û xwefiroşan peyde dikin û wan ji xwe re dikin pêlik û bi vî awayî xwe li wir bi cî dikin. Li rojavayê Kurdistanê jî çi ji nav ereban, çi ji nav kurdan kesên li dij qewmê xwe, bi neyarê xwe re didin û distînin, karê dagirkeriya tirk li Rojava hêsantir dikin, mixabin.

Di pêvajoyeke wiha de destpêkê li Tirkiyeyê û piştre li Sûriyeyê hin bûyer derketin holê. Gava mirov li karaktera van bûyeran dinêre, divê mirov her du aliyên bûyeran bibîne. Yek: Bi destê saziya saloxdariya tirk her dem li Tirkiye û li derveyî Tirkiye hin bûyer tên afirandin, da bikin pêlik, pêlê bikin û wisa zilm û dagirkeriya li ser gelan zêdetir bişidînin û berfireh bikin. Dudu: Di salên dûvdirêj ên dagirkeriya tirk de polîtîkayên asîmîlekirin û tirk-kirinê bertekên gel dikişîne ser xwe û gelê ji roja destpêkê ve jê ne dilxweş e, gava derfetê dibîne, vê dilnexweşiya xwe bi çalakiyên li dijî hebûna dagirkeriya tirk aşkere dike. Şewitandina ala tirkan a li Sûriyê nîşaneya vê berteka mafdar e.

Bêguman wê ev bûyer dem bi dem rû bidin û ji aliyekî dewleta tirk wê bixwaze van ji bo domandin û berfirehkirina dagirkeriya xwe bi kar bîne û ji aliyê din ve gelên mazlûm û hêzên têkoşer ên welatparêz û şoreşger wê bixwazin dawî li dagirkeriya tirk bînin. Ji bo wê, divê mirov karibe bûyeran baş binirxîne, gel û bûyeran bi destê dewleta dagirker ve nehêle, berê bûyeran û gel biherikîne ser dagirkeriyê û ji bo dawîlêanînê çi ji dest were bike.

Divê em ji bîr nekin ku ti dagirkerî heta qiyametê serdest namîne, ger gel rabe ser xwe û bi ser de bimeşe.