Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku di danê sibehê de hêzên çekdar ên rejîma Îranê, li sînorê Newsude ya Kirmanşanê êrişî komek kolber kirin. Hêzên çekdar ên Rejîma Îranê di êrişê de kolberê ji Selasî Bawecan Eyub Mihemed kuştin û 4 kolber jî birîndar kirin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku 4 kolberên ku birîndarbûne li nexweşxaneya Qudis ya bajarê Pawe têne dermankirin, lê nasnameya wan nehate diyarkirin.
Li gorî bîlançoya herî dawî ya Kolbernewsê ragihandî di 6 mehên destpêkê yên îsal de 270 kolber li deverên cuda yên sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin. 20 kesên hatin kuştin û birîndar bûne jî temenê wan kêmî 18 salî ye.