12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkerên tirk bi maşineyên zirxî ketin Amediyê

Dewleta tirk başûrê Kurdistanê dagir dike. Di hefteyên dawî de dewleta tirk ji bo başûrê Kurdistanê bênavber sewqiyata wesayîtên zirxî û leşkerî dike. Niha jî bi maşîneyên zirxî ket Amediyê. 

Li gorî nûçeya ROJNEWS’ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, duh bi şev hêzeke mezin a leşkerî ya dewleta tirk a dagirker derbasî gundê Guherzê yê navçeya Amediyê ya Dihokê bû. Heman çavkaniyan da zanîn ku îro danê sibehê jî dewleta tirk a dagirker hêz û kelûpelên leşkerî derbazî sînorê gundê Guherzê kiriye û li herêmê bi cih kiriye.

Gundiyek bi navê Şakir ji Rojnewsê re axivî û got: “Rewşa me gelek xirabe û aliyên siyasî jî bi taybet hikûmet bi tundî rexne kir û li beramberî destwerdanên dewleta Tirk bêdeng in. Çawa hikûmet nabîne dewleta Tirk rojane herêmên me bombebaran dike ku di encamê de beşek mezin ya zevî, bax û malên me şewitîne. Her wiha rojane top û gule li nav gundê me dikevin.”

Şakir, destnîşan kir ku 15 roj in giliyê li gel asayîşa bajarok kirine, lê heta niha ti bersivek nehatiye dayîn û got ku ger wiha berdewam bike, xelkê gund, wê gund vale bikin.

Di nava çend rojên dawî de bê navber artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê bi hezaran leşker û bi sedan wesayîtên zirxî derbasî sînorê Dihok û Hewlêrê kiriye û li wir bi cih kiriye.

Li navendên kontrolê yên ku li ser rêyên sereke hatine danîn, leşkerên Tirk ên dagirker nasnameyên welatiyan konrtol dikin û zexta sixûrtî û koçberiyê ser wan ferz dike.

Li gel vê rojane deverên Başûrê Kurdistanê tê bombebaran, lê aliyên peywendîdar ti bertekek cidî û bandorker nîşan nedane.

Her wiha beriya çend rojan, Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre ragihandibû ku dewleta Tirk 300 çeteyên DAIŞ’ê aniye sînorê Dihokê û li wir bi cih kiriye.