12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amar Hekîm: Serwerî û xaka Iraqê xeta sorin

Serokê Tevgera Hîkme, Emar Hekîm nerazîbûn nîşanî binpêkirina serweriya Iraqê da û got; “Ewlekarî, serwerî û xaka Iraqê xeta sorin, em ê di hemû şert û mercan de xaka xwe biparêzin.”

Serokê Tevgera Hîkme Amar Hekîm, di civîna salane ya Şîeyên Iraqê ya li Hisêniye ya Bexdayê de, axivî. Amar Hekîm di axaftina xwe de bê ku navê dewleta tirk bîne, behsa êrişên li ser serweriya Iraqê kir.

Amar Hekîm bal kêşa ser parastina serweriya Iraqê û da zanîn ku parastina her bostek xaka Iraqê erkek pîroze û divê her kes bivê ve girêdayî be.

Amar Hekîm di dewamê de diyar kir ku serwerî û axa Iraqê xeta sorin, ew tawîzê di ewlekariya welat de nadin û got; “Emê di hemû şert û mercan xak û ava xwe biparêzin. Em dikarin xaka xwe biparêzin û divê dijî hemû êrişan bin. Ji bo vê jî niha pêwîstî bi yekîtî û hewldanek hevbeş heye.”

Amar Hekîm tevî di peyama xwe de behsa parastina xak û serweriya Iraqê kir, lê navê tu welatek ku êrişê Iraqê dike ne anî ziman.

Hêjayî gotinê ye ev axaftinên Amar Hekîm di demek wiha deye ku dewleta tirk rojane êrîşî xak û serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê dike.