12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta tirk gundekî Dihokê bombebaran kir

Dewleta tirk gundê Sergelê yê navçeya Amediyê ya Dihokê bombe kir û di encama bombebaranê de şewateke mezin derket. Xelkê herêmê banga alîkariya lezgîn kir.

Li gorî çavkaniyên herêmî, hat ragihandin ku artêşa tirk gundê Sergelê yê navçeya Amediyê ya Duhokê bombe kir û di encama bombebaranê de şewatek mezin derket. Her wiha hate diyar kirin ku şewat gihaştiye malên gundiyan û ev yek gef li jiyana wan dixwe.

Gelê herêmê li dijî agir û êrîşên dewleta tirk banga alîkariya lezgîn kir.

Ev êrîş di demeke ku dewleta tirk sewqiyatên mezin ên leşkerî ji bo Başûrê Kurdistanê dike de, pêk hat.

Herî dawî ji bo navçeya Amediyê sewqiyeteke mezin a leşkerî hatibû kirin.

Dewleta tirk a ku li hemberî bêdengiya Bexda û Hewlêrê êdî sînor nasnake, li Dihokê noqteyên kontrole daniye, nasnameya welatiyan kontrol dike û gelek gund bi zorê da valakirin.