Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Serlêdan ji aliyê parêzer Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hate kirin.
Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayîr Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin. Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê wergirtin.