Di cîhanekê ku her roja jinan bi têkoşînê derbas dibe, qey mimkun e mirov bêje tundiya li dijî jinan di pêvajoya şer de zêdetir nabe?
Şer di jiyana mirovahiyê de her tim dibe sedema zêdebûna tundiyê. Ji tundiya zayendî bigire heta destdirêjî û heta jenosîdê. Jin bi gelemperî dibin pêşengên çareserî û aramiyê, lê ev rol û mîsyona jinan ji aliyê eqlê zilam ku serkêşê şeran e nayê pejirandin. Bi vî awayî jin dibin hedefa vî eqlê şerxwaz.
Destdirêjiya li dijî jinan di şer de gelek caran weke çek tê bikaranîn. Li milekê ji ber ku jin weke namûsê tê nîşandayîn, ji bo biçûkxistina zilaman tê tecawîzkirin û li milê dîtir bi vî awayî ji şexsî zêdetir destdirêjî li netewe, bawerî û hebûna gel tê kirin.
Hiqûqa ku li şûna exlaqê civakê hatiye bicihkirin di êrîşên bi vî awayî de ji rewşên rojane hîn zêdetir bêbandor dibe. Ev hêzên şer ne exlaqê civakê nas dikin ne jî hiqûqê nas dikin, hiqûq bi vî awayî bê fonksiyon dibe. Bi hezaran jin di encama şerê hêzên desthilatdar de dibin qurban. Lê ev ne bes e, piştî şer jî jiyan li jinan tê tengkirin. Piştî şer jî piranî car eskerên ku tev li şer bûne li malê tundiyê li dijî jinan pêk tînin. Kuştin, tundî û destdirêjî di demên piştî şer de, qat bi qat zêdetir dibin. Li gorî lêkolînekê arteşa DYA’yê, malbateke ku mêr eskeriyê kiriye, ji malbatên dîtir 3 cara zêdetir xwedî potensiyela tundiyê ye.
Weke din qebûlkirina tundiya di nava civakê dibe sedema zêdebûna tundiya li dijî jinan. Ango mirov dikare bêje normalîzekirina şîdetê bi şer re zêde dibe. Ji bo binxêzkirina vê, em dikarin mînaka tevlibûna jinan ya çeteyên DAIŞ’ê jî weke mînak nîşan bidin. Mijarek hesas e ji ber ku gelek hêman hene ku jin bikevin vê rewşê. Yek ji wan, rewakirina rewşa şer û tundiya di nava civakê de ye. Yek jî, neçarhiştina jinan e. Hêmanek jî ew e ku hineka difikirin, eger tev li aqlê hêza tundiyê bibin wê ji vê tundiyê bêpar bimînin. Ango weke mekanîzmayek xweparastinê difikirin. Lê bêguman çiqasî bi vî aqlê tevbigerin jî di gelek mînakan de hat dîtin, tundiya li dijî wan jinan jî tê bikaranîn.
Me li jorê behsa hiqûqê kiribû, bêguman tundiya li dijî jinan a di dema şer de ne mijarek veşartî ye, ango gelek caran bû mijara nîqaşê jî. Ji bo qaşo parastina jinan û cezakirina kujeran qanûnên Neteweyên Yekbûyî hatin danîn. Li gorî wan qanûnan bi fermî tê gotin ku; ‘Tundiya li dijî jinan ya di dema şer de; dema destdirêjiya sîstematîk tê kirin, weke jenosîd tê dest girtin û cureyên din ên şîdeta zayendî weke sûcê li dijî mirovbûnê hatin binavkirin û weke sûcê şer hatin qebûlkirin.
Li gorî qanûna 1325’emîn a di sala 2000’î de hat mohrkirin, divê jin di hemû astên biryarê yên çareseriyê de werin naskirin. Li gorî qanûnên ku hatine danîn weke din tê gotin divê tundiya zayendî ya li dijî jinan di şer de bê ceza nemîne û divê têkoşîna li dijî bêcezayiyê were meşandin.
Ev qanûn hemû pir bi berfirehî hatin nivîsandin lê ji ber ku di pratîkê de çiruskek ji van qanûnan nayê dîtin, navê em pir zêde ser bisekinin. Armanc tenê ew bû ku em bizanibin di fermiyetê de hinek qanûn hatine danîn û şanoya hiquqî bi vî awayî dewam dike.
Bi dehan mînak hene ku em balê bikişînin ser, ne lazim e em dûr biçin. Şerê li Kurdistanê bînin ber çavan. Şerê li Rojhilata Navîn bînin ber çavan. Bi sedan jin bûn qurbaniyên çeteyên DAIŞ’ê, çeteyên Erdogan û çeteyên dîtir yên desthilatdariyên din. Dinyayê şahidiya wan kiryarên qirêj kir û hinek ji wan çîrokên trajîk derketin ragihandinê jî. Bi dehan çîrok hîna jî nehatin vegotin lê ya ji vê girîngtir, bi hezaran jin heta roja îro li hêviya edaletê ne.
Em behsa jinên Şengalê bikin, heta roja îro tevî ku bi sedan jin ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, aqûbeta bi hezaran jinan hîna jî ne diyar e.
Ber bi salvegera 10’emîn ya Fermanê, guhertinên ber bi çav hene û bi pêşengtiya jinan li Şengalê jiyan ji nû ve hat avakirin.
Sala 2015’an Neteweyên Yekbûyî fermana 2014’an weke jenosîd qebûl kir. Sala 2016’an Yekîtiya Ewropayê qebûl kir ku DAIŞ’ê li dijî êzidiyan jenosîdê pêk aniye. Wezareta Karên Derve ya DYA’yê 2017’an bi fermî, fermanê qebûl kir. Nîsana 2016’an Ingilîstanê fermanê qebûl kir û diyar kir ku divê Neteweyên Yekbûyî jenosîdê darizîne. 2017 Îskoçya, 2016 Kanada û Fransa, 2018 Ermenistan û Îsraîl, 2021 Belçîka û Hollanda û herî dawî 2023’yan de Almanya Fermana 3’yê Tebaxê weke jenosîdê qebûl kir.
Belê qebûlkirin bi mohrkirina belgeyan li aliyekê, lê darizandina vî sûcê li ku dimîne? Weke bîranînê ber bi rojeva Fermanê ve min xwest ez balê bikişînim ser rastiya rewşa jinan a di dema şer de. Lê ez di dawî de esas dixwazim balê bikişînim ser hovîtiyek dîtir ya mêran.
Ji destpêka salê ve zêdetirî 28 jin li deverên cuda yên başûrê Kurdistanê hatin kuştin an jî neçarî xwekuştinê hatine kirin. Li Silêmaniyê di 6’ê hezîranê de Avan Ceza ya 17 salî ji ber şewata ku di laşê wê de pêk hatiye rakirin nexweşxaneyê. Avan ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû bi awayek hovane hat kuştin. 26’ê hezîranê jî li Duhokê, jinek ji aliyê birayê xwe ve hat şewitandin û hîna têkoşîna jiyanê dide. Lê di vê êrîşa hovane de ji sedî 80’î laşê vê jinê şewitî.
Rêber Ocalan girêdayî mijara tundî û kuştina jinan bal kişandibû ser ku her yek ji wan jinên ku ji aliyê zilaman ve tên kuştin û tundiyê li wan tê kirin, hêjayî şoreşekê ne.
Li ku dera cîhanê be bila bibe tundî, tundî ye û ev tundî bi pêvajoyên şer zêde û rewa dibe. Lê li ku be bila bibe, yên ku pêşengtiya li dijî vê tundiyê şer dikin û li ber xwe didin jin in. Sedemên jinan ên ji bo mezinkirina têkoşînê û berxwedana xwe, bi asta hovîtiya mêran her diçe zêdetir dibin û di heman demê de berhemên vê têkoşînê jî tên dîtin û dibin çavkaniya hêzek mezin ya têkoşîna jinan. Me di nivîsên borî de hinek behsa kampanyayên jinan kiribû. Bêguman xebatên mezinkirina têkoşîna jinan bi qadekê tenê mirov nikare bigire dest, lê jinerjiyê li wir pir baş derdikeve pêş. Ji ber ku li her qadê têkoşîna jinan ji hevdu bandor dibin û dibe wekê pelê avê, eger mirov muzikek jî bixe bin vê dîmenê û lê dinêre û guhdar bike hestê jinan, hêza wê dikare hîs bike û bi vî awayî jî pêvajoya li pêş me bixwîne.