12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyên siyasî derbasî qonaxek nû dibin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê hatine girtin, anîn ziman ku dawî li çalakiya niha tînin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê çalakiyên cuda pêş bixin.

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê girtî, Denîz Kaya têkildarî çalakiya girtiyan a li dijî tecrîdê daxuyaniyek da. Denîz Kaya, anî ziman ku girtiyan mîna her demê bi rengekî rêxistinî tevlî pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ bûn û wiha got: “Li gel zext, şert û mercên giran û her cûre êrişan, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî, bi dilsoziya bi kevneşopiya berxwedana zindanan a 45 salan, em tevlî pêvajoya pêngavê bûn. Greva birçîbûnê ya 27’ê Mijdara 2023’an li zindanan bi dorvegerî hate destpêkirin, bi 4’ê Nîsana 2024’an rojbûna 75’an a Rêberê me veguherî asta ‘Em di nava şert û mercên Rêberê xwe de bijîn’ û bi rengekî girîng bandor li derve jî kir û pêngav bi pêş ve bir.”

Kaya da zanîn ku girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorvegerî di 27’ê Mijdara 2023’an de dan destpêkirin, di 4’ê Nîsana 2024’an de veguherandin asta ‘Jiyana di nava şert û mercên Rêbertî’ û wiha bi dawî kir: “Di asta heyî de ev çalakî diqede. Di pêvajoya pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin, em ê bi çalakiyên cuda tevlî pêvajoya pêngavê bibin. Em bang li derdorên demokratîk, rewşenbîr û dostên gelê Kurd dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de li dora pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ bicivin û bi berpirsyarî tevbigerin.”