Romana Jana Seyda a bi navê Jineke Mirî li Cîhangîrê di sala 2023’yan de derketiye. Nivîskara romanê romaneke hêja daye qezenckirin li wêjeya kurdî. Jineke Mirî Li Cihangirê romaneke kompakt e. Ji gelek aliyan ve pênaseya hêjabûnê heq dike.
Roman ji aliyê Weşanên Avestayê diyarî xwînerên kurdî hatiye kirin. Ji 143 rûpelan pêk tê.
Gelek mijarên weke derûnî, tramvayên şikestina ruh, jibîrkirina daboriyê, evîn, şer, hovîtiya DAÎŞ’ê, zewaca bêdil û bêbertek, mêrsalarî, rastiya serwer a li ser jinan û hwd bi hev re hatine honandin. Honaksaziyeke gelek serkeftî û kêrhatî li pêş me ye.
Nivîskar Jana Seydayê ev mijarên di serî de bi hev re bêeleqe bi du teşeyan li berawirdî hev kiriye. Navenda berawirdiyê Stenbol-Cîhangîr û Sûriye ye. Mijar li Dêrika Rojava dest pê dike, her çiqas li Stenbolê diqede jî nivîskar berê lêhenga xwe dîsa vedigerîne Dêrikê. Di vir de mebesteke nivîskarê heye, ez ê paşê vegerim ser.
Jana Seyda ji serî heta dawiyê bi şêwaza xwe ya berawirdî meriv diheyirîne, dudil dihêle û di nav fikar û nîqaşên xwîner û nivîskêr de digire. Xwîner dibêje misoger wê têkiliyekê bi her du berawirdkirinan re dayne lê ew hêvî heta dawiyê pêk nayê. Hingê jî xwîner dikeve şayîşa ‘çi eleqeya van her du mijaran bi hev re heye?’ Bi taybetî nivîskarê bi awayekî hostatî ev têkilî veşartiye û bi meraqê re rê vekiriye. Ez weke xwînerekî di nav vê fikar, dudilî û nîqaşa bi nivîskarê de mam. Êdî roman diqediya, çend rûpel mabûn min êdî hêvî jê dibirî ku çima têkiliyeke xurt ji bo hevgirêdana mijaran pêk nayê. Lê bi rastî ev teknîkeke nivîskarê bû. Heta Dîlber û Hogir li ser sînor ji hev qetiyan û Hogir gustîla navê Evînê liser raberî wê kir nehênî bidawî bû û êdî tev mijar ji nişkê ve zelal bû. Gustîl hem di serî de hem jî di dawiyê de koda romanê ye. Baş bû ku min ev fikar kirin û bi nivîskarê re ketim nav nîqaşan ji ber têgihiştina min a romanê teqez û xurtir kir.
Jana Seydayê mijarên xwe xurt şayesandine û analîz kirine. Vê yekê ciwankarî daye berhemê û hêza vegotinê xurtir kiriye. Em dibînin ku nîvîskarê bi sê bêhnvedanan mijarên xwe û hêmayên wê baş bi hev ve girê dane. Bi kurtebeşên ku zewac, dest û zagona rakêşanê vedibêje gelek xurt e û kakilê vegotina piştî van hêmayan zelal dike. Yek jî metafor û hêmaya neynikê heye çêjeke bedew li vegotina romanê zêde kiriye.
Di dawiya dawî de Alan ê di dawiya romanê de li peravê behra reş bi laşê wî dawî li romanê aniye, hem Alanê zirkurê Dîlberê careke din derxistiye ser dika romanê û Alanê Kurd ê li peravê behra Egeyê miribû, bi mehan û salan bû sembola koçberiyê li cîhanê deng veda bi bîra xwîner xistiye.
Roman bi awayekî gelekî serkeftî du mijarên bi hev gelek dûr di dawiyê de bi hev ve girê dide. Ev bi serê xwe hunereke. Bi riya van her du çîrokan rewşa kurdan, rewşa rejîma Sûriyeyê, şerê navxweyî, wêranbûna welatê Sûriyeyê, hovîtiya DAÎŞ’ê ya li dijî Kobanê û kurdan vedibêje.
Jineke mîrî ev jin nîn e ku di hewşa avahiyê de Evîn dibîne. Ew metafor e. Bala xwîner dikişîne ser derûniya Evînê ya şikestî, travmatîk û daboriya jibîrçûyî. Esas jina mirî ya Cîhangîrê Evîn bixwe ye. Li Stenbolê Cîhangîrê dijî lê ji aliyê daboriya xwe ve mirî ye, ev daborî winda ye, ji dest çûye. Nivîskar di neynikê de peyama wê dide me. Di neynikê de Evîn li xwe digere. Nasnameya xwe, navê xwe, çawahatina xwe nizane. Evîn Dîlber e lê Dîlber êdî tune. Dema Evîn ji dîlberbûna xwe haydar dibe hingê Evîn têk diçe û dimire. Dîlber (Evîn) dibêje, “Tiştekî ku jiyana min destnîşan bike li vê derê tune ye û divê ez bilezînim da ku vê jinê li pişt xwe bihêlim berî ku xebera mirina wê belav bibe an bîna laşê wê derkeve. Divê ez wê li pişt xwe bihêlim û bilezînim. Da ku jineke din bigerim ku ew ez bim.” Ev hêmaya jî gelek xurt hatiye honandin.
Peyama esas a romanê nivîskarê weke nivişt li stûyê Dîlberê kiriye. Tevî gustîlê ev her du metafor-hêma kodên romanê ne. Ew nivişt tapûya milkê bav û kalên wê ye. Dîlber dibêje, “Min çend caran ew kaxezên ku zer bûbûn xwendin û min tiştek jê fêm nekir, lê min xêra wan biryara vegerê da, ji wî cihî, ji wî gundê ku li vê kaxezê hatiye nivîsandin û ji navê wî gundê ku li ser vê kaxezê hatiye nivîsdandin û ji wî navî ’Miradê Nûrî’ ez ê dest pê bikim!” Ew der Dêrik e û rojavayê Kurdistanê ye. Û Stenbolê berdide berê wê dide welêt.
Di romanê de tenê tiştê ez weke kêmasî bêjim ev e: Bavê Hêlînê di erdheja Kocaeliyê de miriye. Lê Gul dibêje, bavê Hêlînê Ahmed Kayayê bijîşk e. Du bavê kesekî/ê nabin. Lê mixabin ev bêbaladariya li serê vê romana hêja hatiye alandin.
Ji bo keda wê ya bêhampa, ji bo ku ev berhema hêja gihande me xwîneran ji dil Jana Seydayê silav dikim, pîroz dikim. Dest û tiliyên wê neêşin, bi hêviya berhemên hêjatir binivîse, bihone û bineqişîne.