12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pençîk; aştiye têkçûn, şer jî serkeftin dibînin

Ji bo nivîskar, hiş û raman, TÎR’e, Yanî tîr’a ku armanca nêzîk û dûr destnîşan dikê ye. Nivîskarê ku nebê tîr û nebê wek artêşa dinava tevgerê de, mêşmirî ye, mêşmîrî jî nêzîkî mirina bi saxî ye.

Di nivîsên quncikan de pêşgotin çênabin, lê ez ê guhertinekê bikim.

Pêşgotina min ne tez e. Rastî yek: Kurd li hemberî sîstema “pençîk’ têkoşînê dikin. Pençîk, zarokên di dema Osmaniyan de, di talan û şer de hatine revandin in. Piştre bûne “çerî”, piştre bûne “Yenîçerî û wek artêşek paramilîter êrîşî gelan kirin. Sed sal in dixwazin gelê Kurd tune bikin. Rastî du; Dîroka fermî ya Turk-î Turan bi “nutuk”a Mustafa Kemal dest pê dike.

Rastî sê; Dadgehên Îstîklalê, dadgehên taybet ên serdema darbeyên leşkerî DGM; û dadgehên ku îro, bi fermana “reîs” kar dikin, xelekên yek zincîrê ne. Mirov di xelekek wiha de, nikara behsa edalet û hiquq bike.

Rastî çar; Şewata li Amed û Mêrdînê û piştr e li Hezexê, di çarçoveya planê şerê qirêj de hatin derxistin. Di 22 salên desthilatdariya AKP/MHPê de, artêşêk ji hovên xeşîm, paramîlter û saziyên paradoks hatin avakirin. DEDAŞ yek ji van saziyan e.

Rastî pênc; Amed û Mêrdîn, eniya li pişt meydana cengê ye. Ev qada berfireh, destekek xurt dide Tevgera Azadiya Kurdistanê. Şewitandina qada pişt eniya şer, çikandina ava li ser masî ye. Hîna şewat ne hatibû tefandin, artêşa Tirk li gelek deverên bakurê Kurdistanê operasyonên dagirkirinê dane dest pê kirin.

Piştre û herî dawî balafirên şer, li Hezexê bombeyên şewatê barandin û li 8-10 gundan şewar derket.

Rastî şeş; Erdogan, xeşîmek e, murîdê tarîqatan e, hemû hêza xwe daye artêşa cenewar. Hevkarê wî gurê pîr jî murîdê ola “turanîst” e. Bi girêdana qrawetê jî kesek modern û hemdemî nabe! Felsefe, demokrasî dijminê wan e! Rastî heft: Armanca van şewatan, gelek in, lê armancek ji wan guhertina rojavê ye. Yanî guhertina rojeva têkoşîna gel a li dijî xespkirina îradeya gel ya bi qeyum e.

Gotina dawî ya pêşgotina gotara min. Rastî, li hemberî her cûre tarîtiyê, şiyarbûn e, bê tirs axaftin e û bikaranîna çaka gotinê ye.

Em ne murîd in, lê emê bi “bismillah”, yanî bi navê Xwedayê mazin dest bi gotara xwe bikin: Tolstoy, romana Şer û Aştî, lı ser bûyerên di navbare, salên 1803 û 1815’an de nivisi ye. Di ser van bûyeran re, 209 sal derbas bûne, mixabin hîna aşti ne hatiye cîhanê, her û her şer heye. Herçiqasî di navbera van salan de, serdemek bi navê “şerê sar” jî hebe. Li gorî min ev serdem jî bi şer derbas bû. Bi taybetî ji bo Kurdan!

Rastî ev e; Heta gelên bîndest azad nebîn, pergala dagirkeri, nîjadperesti, kolonyalîst bi dawî nebe, şer jî wê hebin. Aştî jî wê dûrî hêvî, xexn û xeyalan bimîne.

Ji bo vê jî, pirtûka Tolstoy, tenê wêje nîne. Destanek e, di destanan de jî pêşeroj û paşerojên gelan têne vegotin. Her pirtûk jî, dîmenê serdema xwe nîşan dike; Nivîskar jî berhemê civaka xwe ye û eger biyaniyê civaka xwe nebe, yan jî biyaniyê xwe bi xwe nebe, ew ê destanê serdema xwe binivîse.

Tolstoy, şerê ku Napolyon daye dest pê kirin, bi gotina “şerên dehşet” binav dike û dibêje; “Di wan şeran de, sînorên kuştinan nebûn” Ev pirsa Tolstoy ji bo îro jî derbas dibe; Gelo îro, di şerê ku Erdogan û Bahçelî li Kurdistanê didine meşandin de sinorên ahlak û ademiyetê li ber çavan tê girtin? Gelo şerê li dijî Kurdan ne dehşetengîz e û gelo di tunekirina gelê Kurd de sînoran nas dikin? Divê bersiva van pirsan, di çarçoveya estetîka wêjeyî de bê dayin.

Divê nivîskarên Kurd, xwedî wî hunerî bin ku rejîma faşîst bikin bin lêpirsînê.

Gotina Ocalan, “realîteya civakî û berpirsiyariya rewşenbîrî,” guman dikim ku bersiva vê pirsê ye û têkiliya dinavbera dîrok û paşerojan de datîne holê. Pêdivî bi vegotinek felsefî jî nîne û divê, nivîskar strana azadiya gelê xwe bibêjin.

Tolstoy dibêje, “şer tucaran encamên dawî yên çareseriyê neanîne û nayîne.” Îcar, “pençîk”ên bermayiyên Îttîhat û Terakî, di sed salî de, bi reng û temtêlên cûda êrîşî gelê Kurd dikin, lê encam bidestnexisatine. Piştî Tevgera Azadiya Kurd derkete ser dika dîrokê, di aliyê dîsîplîn û îdeal de dest bi têkoşînê kir, êdî ew tucaran nikarin encamê bidestbixin. Ev rastîyek dîrokî ye!
Vêce, nivîskarên Kurd jî mecbur in hewa serdemê henase bikin, bûyerên serdemê, kiryarên faşîzan, hêvî û daxwazên Kurd jî cûda cûda binirxînin û bikin dabaşên xwe. Her hişmendiya têgihiştî wê bibe hêza teorîya şoreşgerîya nivîskar û sudê bide komên xelkê. Eger gel’ek şerê azadiyê bike, nivîskarên wî gelî jî, mecbur in şoreşger bin, yanî li cem gelê xwe cih bigirin. Ev rumet e, keseyetî ye, nasname ye, daxwaza jiyana wekehvî û mafan e. Reda wê nabe!

Redkirina vê rastiyê tunebûn e!

Dijmin her dem rastiyên li Kurdistanê, (di wergeran de jî) bi hibra ku nayê dîtin nivîsin e.

Model împaratorî ye; Îttîhat û Terakî, hem labarutuara lîstik, dek û dolaban e, hem rêxistiniyeke çeteyan e. Endamên di vê teşkîlatê de sundxariyê xwe fedakirinê ne. Sîstema “pençik” jî li ser bingeha vexwarina şerbeta şehadeta “bikuje û bimire” hatiye avakirin. Kuştin, ji bo wan çavkaniya moralê ye. Balkêş e û li cîhanê yek mînak e, serokkomar Erdogan jî, hejmara kuştiyan ji bo moralê bide “pençîk”an rêz dike.

Gotina “Sultanê despot”, ev e!

Ev jî, demokratîzasyona Ziya Gokalp ya rawestandina di sêkûçka “turkbûn, îslambûn û muaassirbûnê” de ye. Fetisandina gelan, di sîstema “pençîk” de ye. Desthilatdariya şematîk ya AKP/MHP jî encama vê hişmendiyê ye û li gorî gelek eksan, “mandat” e. Dema Kurd dibêjin, Tevgera Azadiyê li dijî NATO jî şer dike tê vê wateyê. Ne durî aqilan e!

Balkêş e, dîroka hemû berxwedanên Kurdan ji aliyê zabitên Tirk ve hatine nivîsandin. Gelek akademisyenên Kurd jî van pirtûkan dikine referans. Ev aqilê dewleta dagirker e û înkarê ye. Ocalan, redda vê aqilê dewletê û înkarê ye.

Ji serdema Sokrates û heta îro, têkoşîna hişmendî û ahlak heye, Bêguman tenê rastiyek nîne, lê di şerê neteweyî de yek rê heye, ev jî parastina nirxên civakê û nasnameya civakê ye. Huner û wêje her dem rejîman dikine bin lêpirsîne. Ji her demê bêhtir, divê em rejîma faşîst ya AKP/MHPê û ya mixalafetê bikin bin lêpirsîne.

Car din dubare dikim; wêje çekê ideoljîk e û di çarçoveya estetîkê de tê bikaranîn. Mixabin, di nava Kurdan de gelek tişt tevlîhev bûne. Hinek ahwalên şîzofrenîk hene ku pêwiste mirov mixabîniya xwe bîne ziman.

Tolstoy, dikevê nava lêgerînên cewherê mirov, lê bi çavên kor, yan jî bi berçavikên bergîlan li bûyeran nanêrê. Dagirkeriya Napolyan bi gotinên tuj û dijwar mahkum dike. Ev helwesta Tolstoy ji rewşenbiriya cîhanê re bûye mînak. Balkêş e li gel Kurdan bêterefî, bûye îman û gelek kes kor kirine.
Pisporên cîhanê, kevin û nû, dibêjin “ azadî pêşî di zanebûn û fêrbûna mirov de ye”. Ev gotin raste û divê em, rastiya li Kurdistanê, di berjewendiyên “sefîl û qirêj” de nedin winda kirin. Bala xwe bidin pêxemberê derewîn Gurê Pîr. Ew weke kadastrofekî li ser piyan maye; yan jî cesedekî mumyakirî ku bi desteka kesên li pey xwe dimeşê ye, lê weke dînazorekî agir ji dawê xwe dibarîne.

El Heq, Tevgera Azadiya Kurdistanê, xeleka dawî ya berxwedanên li Kurdistanê ye û weke senteza van berxwedanan derketiye holê. Lê ji hemû berxwedanan cûda ye! Eger em rastiya berxwedanên berê erê dikin û wan di atlasê dîrokê de mafdar dibînin û destek dikin, em mecbur in vê berxwedana dîsîplînekîrî, metodîk û îdeal jî bi erênî bibînin, binirxînin û destek bikin. Ji bo vê jî divê em, pirsê ji çavkaniya esasî bigirin dest. Weke Tolstoy dibêje, em şerê dehşetengîz bibînin û rewşa muzîkal ya di çarçoveya berjewendiyan de korîk û çepel nekin. Divê lêgerîn û vegotinên me, di çarçoveya estetîka wêjeyî de bin û weke modernîteya serdemê vebêjin.

Yanî, hişmendiya dinava tevgerê de mecburiyet e!

Yanî, dive pêl û şelqên ava kimyewî ya mêjiyê mirov ranewestin!
Yanî, zemtkirina giyanê serdemê û azadiyê mercê nabe nabê ye!

Yanî, bêterefî felcbûn e!…

Tolstoy jî giyanê demê zemt kiriye. Bêguman gelek nivîskarên cîhanê hene ku mirov mînaka wan bide. Lê Tolstoy, li hemberî dagirkirina Napolyan li welatê xwe derketiye û Napolyon mahkum kiriye. Ji bo vê jî, di aliyê giyanî û cismanî de hêjayî pesindariyê ye. Bûye berdevkê gelê Rusya, li dijî êrîşkeriya Napolyon şer kiriye. Destanên cîhanê jî eger giyanê civakî nedin, di aliyê giyanî û cismanî de civakan karakterîze nekin, nabin malê gel. Em di Ilyada de, di Rustemî Zal de, di Memê Alan de, di Gilgamiş de vê rastiyê dibînin.

Dewleta Tirk bi firtoneyek têr bahoza bi xwîn daye destpêkirin û sed sal in vê bahozê di hildidêrê û her diçe bi agirekî li dijî xwezayê dijwar kiriye.

Berê li Dêrsimê, îro jî li Herêmên Parastina Medya çekên kimyewî bikartîne.
Ocalan dibêje; “Erka bingehîn ya entellektuieliyê, legerina li heqiqetê ye” û wiha dewam dike, “entelektulê ku li hemberî xiyaneta li gelê xwe dijberiyê nîşan nede, wê himaltiya gotinan û xulamtiya dijmin bike”. Lê ez gotinek din li van gotinan zêde dikim;, hingî nivîskar xesandî dibe û ji giyanê ku dikaribe felsefeya jiyanê bike dûr dikeve..

Tolstoy, şer weke kabûsa mirovaniyê, aştiyê weke bextewariya mirovaniyê dibîne.

Ev esaleta nivîskariyê ye.

Balkêş e, di 22 salên desthilatdariya AKP/MHPê de lîderên Tirk yek carê aştiya civakî û çareseriya pirsa Kurd ne neaîne ziman. Di azadiya gelê Kurd de azadî û bextewariya gelê Tirk ne dîtine û ne anîne ziman. Wajî vê, bextewariya dewşirmeyên turkî, di tunekirina gelê Kurd de dîtine. Hunerê xwe jî di şer de, di terorîzekirina daxwazên demokratîk yên Kurdan de dîtine.

Feylesofên serdema me jî, di her firsetê de pergala netew-dewletê rexne dikin, beşek ji wan jî sosyalîzmê pêşniyaz dikin.

Edî hatiye fêhm kirin ku pergala sosyalîzm jî jî pirsgirêkên gelan çareser nake. Parlamenterîzm jî, hem di sîstemên monarşîk û diktatoriyên wekî Saddam, Esed û Erdogan de hatiye fetisandin. Siyaseta di “sosyal”îzasyonê de jî,, bi desturnameyên nijadperestî cihêkariyan dikin û nikarin pergaleke bi edalet ava bikin. Ecevît çepgirekî navdar bû, helbest jî dinivîsin, hem çepîti parçe kir, hem Kibris dagir kir. Îxanet li bavûkalên xwe yên Kurd kir û yek rojê pirsa Kurd ne anî ziman.

Ev siyaseta cûrûmkarî ye û paşverûtî ye, xerakirina haveyn û şîraza, cîsmanî û îsmanîî ya mirovaniyê ye!…

Di sîstema feodalî ya serdema Osmanî de, eger faktora olê û ûmmetê nebane, hewqasî dirêj nikaribû li ser piyan bimîne. Siltanên Osmanî, ne ji siltanên Selçûqi zanatir û mêrxastir bûn, ne ji siltanên Eyubiyan mezintir, mêrxastir û zanatir bûn. Naaa!… Sîstema ummet û xelîfetiyê ew parastin.

Murîda tarîqatan Erdogan jî, sîstema xwe li ser vê armancê û terorîzekirina gelê Kurd û propagendeya reşkirinê û belakirina tirsê li ser piyan digire. Tarîqat jî, koran û xeşîman esas digirin.

Ji bo vê jî dive nivîskarên kurd, bi guman nêzîkî dîroka fermî ya Osmanî û dîroka fermî ya Komara (1) Tirkiyê bibin. Dîroka her du basikan jî “ol” avakirine. Feylesofekî Tirk ku ji qama xwe bêhtir pirtûk nivîsî ne, dibêje; “Ez, Selîm gelekî baş dibînim, heyranê Mahmud II me. Van her du padîşahan zanîbûn xera bikin, wêran bikin û dagirr bikin.”

Ev fikrê weytî jarê, yê Sezar e, “ez çûm, min dît û dagir kir.”

Yan jî fikrê “sêva sor-kizii elma” ye!, Biçe, bikuje, weran bike, talan bike û rune!…
Cudariya Bahîçelî ji Sultan Selîm nine, cûdatiya Erdogan ji Sultan Mahmud II nîne. Yek fermana “kevir li ser kevir, serî li ser bedenê nehêlin” dide. Yê din jî artêşa taybet ji çeteyan ava kiriye û ferman dide ku çekên kimyewî werin bikaranin.

Vêce, dîmenê ku Tolstoy nîşan dide, ji dîmenê şerê li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne mezintir e. Cûdatî hejmara leşkeran e. Lê di şerê li ber deriyê Moskovayê de, çekên kimyewî nehatin bikaranîn. Rengê barûda topan reş e; herçiqasî nîgarkêş, di tabloyên xwe de hemû rengan bikarbînin jî, , di hişê mirovan de şer de xwîna sor û barûda reş heye.

Lê, rengê çekên kimyewî cûda ye. Her toza mirinê bi rengekî û bêhneke cûda tê amade kirin. Bêhna barûdê jî tuj û dijwar e, bêhna toza kimyewî xweş e û fetsîonek e.

Spekulasyonên li ser şerê li dijî gelê Kurd, ji spekulasyonên şerênNapolyon bi gelekî mezintir in. Cîhanê jî, ji wê serdemê bi gelekî xerabtir ber bi tunebûnê ve dibe. Hêzên hegemon, yên G7, Erdogan jî vexwendin cîvîna xwe. Mijarên di civîna G7 de hatin axaftin jî, li gel pisgirêkên aborî û şer, pirsgirêka av heyavê bû.

Tirkiyê bi fermana Erodgan, li darî çavên endamên G7, û bê perwa erdnîgariya Kurdistanê ya li xaka Tirkiyê, Iraq û Suriye bi çekên kimyewî bombarduman dike. Karesata ji vê mezintir û korîtiya ji vê xerabtir heye gelo?

Tolstoy, bi devî çar Aleksander jî, bi gotina “şer çi karekî dehşetengîz e” digiriyêne. Di wî şerî de, top û tiving hebûn û rewşeke dehşetengîz heye. Îro dewleta Tirk li Kurdîstanê, hem tivingên taybet, hem top û tanqa, hem balafir û helîkopter, hem balafirên bê mirov û çekên kimyewî yên qedex e bikar tîne.

Yanî li Kurdistanê, şerekî kerre û mislî kere, car bi caran mezintir û dehşetengîz tê meşandin.

Gotina dawî; Napolyon Moskova dagir kir, gelekî hewl da ku aştî û rêkûpêkiyê sazkar bike, lê nikarîbû.

El encam, Dewleta Tirk jî sed sal e Kurdistan dagirkiriye, di aliyê askerî, hiquqî, aborî, civakî, burokarsî, perwerdehî û hişmendî de têkoşînê dike û xwestiye ku guhertinekê bike, lê nikaribû bike û rêkûpêkî jî sazkar nekir.

Dewleta Tirk bi qestî û zanebûn rêkûpêkiya Kurdistanê xera dike. Şewatên dawî yên li Kurdistanê jî parçeyek ji vê hişmeniyê ne. Ev şewat, ji êrîşên li dijî Rojava ku binesaziyên jiyanê dike armanc cûda nîne. Ev hişmendiya “pençîk” e, aştiyê weke têkçûna xwe, şer jî weke serketina xwe dibînin.

Ya kareset û dehşetengîz ev e !