Rojnameger û Edîtorê Yenî Yaşamê Ahmet Guneş têkildarî armanca deklerasyona 115 nivîskar, wêjekar û hunermendan îmze avêtibû anî ziman ku wan bi vê deklerasyonê nerazibûn û îtîraza xwe ya li dijî qeyûm anîn ziman û wiha got: “Li Colemêrgê bi destê dewletê darbe kirin. Ev êrîşa li dijî mafê bijartin û hilbijartinê ye. Ev neheqiya li dijî gelê kurd e. Me bi vê deklarasyonê dijberiya xwe ya li dijî vê darbeyê anî ziman. Me nivîskar, rewşenbir û hunermendan anî ziman ku em li dijî vê yekê bêdeng namînin. Me got em vê yekê qebûl nakin. Ji bo bêdengî çênebe ev daxuyanî me da.”
‘Qeyûm li ser esasê tunekirinê ava bûye’
Rojnameger Ahmet Guneş, li ser wateya qeyûm û israra dewletê ya qeyûm jî rawestiya û ev agahî dan: “Qeyûm berî her tiştî le ser gelê kurd xistin meriyetê. Niha bûye politikaya dewletê. Di esasê xwe de divê mirov wekî heqareta li dijî gelê kurd bigire dest. Ev êrîşek li dijî haysiyete ye. Îktîdar bi her awayî êrîşên hovane pêk tîne. Sedemên aborî, civakî û siyasî yên qeyûm hene. Bi qeyûm vîna gelê kurd tune dihesibîne. Êrîşî destkeftiyên kurdan dike. Di aliyê aborî ve bi xwe ve girêdide. Armanca rejîma qeyûm pir alî ye û li ser esasê tunekirinê ye.”
‘Di hilbijartinê de şaredarî bi dest nexistin qeyûm tayin kirin’
Rojnameger Guneş, pirsa “Çima tayînî şaredariya Colemêrgê kir jî wiha bersivand: “Colemêg xwedî wateyek sembolîk e. Dîsa dema xwestin qeyûm tayînî Wanê bike, herî zêde gelê Colemêrgê li dijî qeyûm derket. Tişta ku xwest li Wanê bike, pêk neanî, vê carê li Colemêrgê kir. Mirov nikare tayînkirina qeyûm ji şerê dewletê yê li dijî PKK’ê jî cuda bigire. Dîsa Colemêrg cihekî stratejik e. Polîs û leşker ji bo çaredariyê bistînin kom kirin. Lê bi ser neketin. Ji ber di hilbijartinê Colemêrg bi dest nexistin, vê carê qeyûm tayin kirin. Dibe ku qeyûman zêde bikin. Ji bo vê yekê divê her kes dengê xwe û nerazibûnên xwe zêde bike. Dewlet dixwaze şer berdewam bike û mezin bike. Ji bo vê yekê Colemêrg di milê leşkerî de ji bo dewletê girîng e. Dijberiya qeyûm dijberiya şer e. Ji bo vê yekê divê her kes li dijî qeyûm derkeve.”
‘Îktîdar dixwaze qeyûm rewa bike’
Rojnameger Guneş bal kişand ser bandora deklarasyonê ya li dijî qeyûman û wiha lê zêde kir: “Em tenê bi deklarasyonê nikarin qeyûm paşve bikişînin. Lê di navbera kesên îmze dane, kesayetiyên di cîhanê de navdar hene. Piştgiriya wan girîng e. Ev deklarasyon bi zimanên cuda hat parvekirin. Li cîhanê belav bû. Armanc dijberiya qeyûm û îktîdarê ye. Îktîdar dixwaze qeyûm rewa bike. Lê bi vê deklerasyonê em dixwazin li dijî rewakirina qeyûm derkevin. Gelek beşên civakê bi vê deklarasyonê hatin cem hev. Mirov gotinê bêje girîng e. Lê çalakî jiyanî ne.
‘Divê her beşên civakê bertekên xwe bînin ziman’
Rojnameger Ahmet Guneş, li ser çareseriya li dijî qeyûman jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Divê mirov her dem û li her derê polîtîkayên dewletê yên ku dixwaze rewa û asayî bike teşîr bike. Divê her kes li dijî vê rejîmê dengê xwe û nerazibûnên xwe bilind bikin. Divê mirov di qada navdewletî de jî zextên li ser rejîmê zêde bike. Ev rejim tenê gelê kurd gelê kurd eleqeder nake. Îro gelê kurd eleqeder dike. Lê nerazibûn neyê nişandan ev rejîm dê vê feraseta xwe belav bike. Dewlet bi rêya gelê kurd dixwaze polîtikayên xwe yên tundiyê li ser hemû beşên civakê belav bike. Divê têkoşînek bênavber û hevpar bê pêşxistin. Divê mirov armanca polîtîkayên rejîmê yên di qada aborî, siyasî û civakî de aşkere bike. Divê tu carî mirov fêrî van polîtîkayan nebe û asayî nebine. Divê her tim mirov li dijî rewakirina van polîtîkayan derkeve.”