12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jiyana Manî pêxember-II

Manî bingeha ola xwe li ser esasê bi qenciyê li dijî xirabiyê derketinê avadike. Serdema Manî derketî, serdemeke ku mirovahî di nav şerên ol û împaratoran de ber bi xerabiyê ve diçû.

Manî di bîst û çar saliya xwe de ji nav wargehê Menakade derdikeve û prensîpên ola xwe ji gel re dibêje. Zerdeşt, bingeha felsefa xwe li ser ramana baş, peyiva baş û karê baş“ danîbû.

Buda jî baweriya xwe li ser prensîpê exlaqê nefsa xwe terbiyekirin, rastî, aqil, xwe bi xwe ronîkirin û bi vîn xwe ji xirabiyan dûrgirtinê avakiribû. Isa jî, li dijî bê exlaqiya Roma û oldarên sexte bingehê ola xwe li ser exlaqê paqij û aramiya mirovahiyê avakiribû.

Manî jî bingeha ola xwe li ser esasê bi qenciyê li dijî xirabiyê derketinê avadike. Serdema Manî derketî, serdemeke ku mirovahî di nav şerên ol û împaratoran de ber bi xerabiyê ve diçû. Împaratorên ku dixwestin cîhanê bikin bin destê xwe û oldarên di bin fermana împaratoran de ev şer gur û geş dikirin.

Li aliyekî împaratoriya Roma û li aliyê din împaratoriya Sasanî şerê bêdilovan li dijî hev dikirin. Bi taybet êşa şer li ser axa ku Manî ji dayîk bûyî, xwe dida nîşandan. Ji rojhilat ve Sasaniyan êrîş dikir, ji rojava ve Romaniyan êrîş dikir.

Şer carinan li rojhilatê çemê Firat û carinan jî li rojavayê Firatê dibûn. Yê di bin piyan de diperçiqî gelên herêmê bûn. Di nav van mercan de Manî weke pêxemberekî nû derdikeve nav meydana pêxemberan û ola xwe beyan dike.

Di 20’ê adara 242’an de li bajarê Gundî Şapûr, di roja ku Şapûrê yekem derbasî ser textê Şahîşahiyê dibe û ji çar terefên Împaratoriyê mirov ji bona rê û resimê hatibûn wir, ola xwe beyan dike.

Manî cara pêşî bi ser nakeve û mecbûrî koçberiyê dibe. Ew jî weke gelek pêxemberan, di dema destpêkê de li welatê xwe bi ser nakeve û ji welatê xwe derdikeve. Li bakurê rojavayê Hîndistanê û gelek welatên din digere.

Di van salan de, li gelek welatan baweriya ola xwe belav dike. Li welatên ku li wan geriyaye komên Manîyî saz dike. Piştî demeke dirêj kariye ola xwe bi birayê Şapûrê yekem Perwîz û kurê wî Hurmûz bide pejirandin. Bi alîkariya Perwîz û Hurmûz vedigere welatê xwe. Bi alîkariya wan, Şapûr wî qebûlî hûzûra xwe dike. Bi vê rê Manî karî ye ku baweriya xwe ya olî ji Şapûr re bêje.

Manî weke pêxemberên din, olên ku hene û yên rabirdû înkar nake. Hemû pêxemberan weke pêxember dibîne û dibêje, ”ez berdewama we me”. Şapûr nêrînên Manî balkêş dibîne û destûrê dide ku bi azadî ola xwe balav bike. Pêwîstî were gotin ku malbata Sasanî, yanî malbata Şapûr ji kurdên Hewramanê ne.

Şapûr ola wî qebûl nekiribe jî, di bin bandora Manî de maye û hiştiye ku ola xwe ya nû li nav împeretoriya Sasanî belav bike.  Hem jî weke şêwirmendekî oldar gelek caran xwestiye ku Manî derbarê pirsgirêkan de fikrê xwe bêje.

Manî, piştî destûra Şapûr sî salî, di dema Şapûrê yekem û Hurmûzê yekem de hizir û ramanên xwe belav dike.

Di nav wan salan de alîgirên ola Manî zêde dibin û Bijartî şandine welatên derdorê jî. Hem li deverên di bin împeretoriya Sasanî de û hem li nav gelên derdorên împeretoriya Sasanî de bandora ola Manî belav dibe.

Ev ola ku li Kurdistana îro derdikeve, bi şêweyekî zû hem ber bi rojhilat ve û hem ber bi rojava ve belav dibe. Ola Manî bi rojava ve heta Atlantîkê, bi rojhilat ve jî heta Pasîfîkê belav dibe.

Lê her zêde li cihê ku ji dayîkbûyî, li nav gelên di nav sinorê împaratora Sasanî de (Împaratora Sasanî Tacikistan, Kazaxistan, Ozbegistan, Qirxizistan, Afganistan, Pakistan rojavayê Hîndistan, Kurdistan, Anatoliya û Mezopotamya digirte nav xwe.) pêş dikevê û ji wir ber bi rojhilat û rojava ve diçe.

Li Çînê, Uygurisitan, Tîbet, Moxolistan û Tayvanê heta sedsalan 13’an hebûna xwe didomîne. Bi rojava ve jî li bakûrê Afrîqa, Spaniya, Fransa, Îtaliya û li Balkanan zêdeyî hezar salî bandora xwe berdewam dike.

Manî yekê sibatê li ser fermana Behramê kurê Şapûr tê girtin. Li bîst û şeşê sibata du sed û heftê û şeşan (26.02.276)  li bajarê Gundêşapûr tê kuştin.

Behram û şêwermendên wî ji bona ku çavên gel û bawermendên Manî bitirsînin, piştî ku dikujin, wî post dikin, postê wî tijî ka dikin û bi deriyê bajêr ve dadiliqînin.

Laşê wî jî qetqet dikin û her beşekî laşê wî bi deriyekî bajêr ve dadiliqînin… (Dê bidome)