Li gor dîmenên ku ajansa Rojnewsê parve kirine di saetên derengê şeva borî de li devera sor a Sêgirê ya ser bi bajaroka Amêdiyê ve şerek dijwar derket. Di dîmenan de gule ezman ronî dikin. Dîsa di dîmenan de dengê guleyan û teqînê tê bihîstin. Li gor zanyariyan teqîn li nava baregeh û çeperên artêşa Tirk de rû daye.
Heta niha zanyariyên zelaltir li ser vî şerî nehatine bidestxistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî hîna daxuyanî nedaye.