Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê cara seyemîn e qeyûman diavêje ser şaredariyên ku gelê kurd di hilbijartinan de bi dest xistine. Di hilbijartinên herêmî de ligel ku dewletê gelek zor û zehmetî derxistin jî DEM Partiyê derdora heştê şaredarî qezenç kir. DEM Partiyê bi stratejiya riya sêyem xebat meşand û serkeftinek baş pêk anî. Lê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê qeyûm avête ser şaredariya Colemergê. Her wiha di daxuyaniyên xwe de rêveberên AKP û MHP’ê anîne ziman ku dê polîtîkaya qeyûman bidome. Ev jî nîşan dide ku desthilat stratejiya xwe ya nû dîsa li ser tunekirina vîna kurdan dê ava bike. Dixwaze rejîman qeyûman mayînde bike.
Polîtîkaya qeyûman şêwazeke nû ya berdewamiya stratejiya tunekirin û qirkirina gelê kurd e. Qeyûm tenê ne ji bo erka siyasî têne avêtin. Ji ziman bigire heya karê hunerê, ji xebatên jinan bigire heya perwerdeya zarokan di her milî de qeyûm polîtîkaya tunekirinê dimeşînin.
Gelek rapor li ser kiryarên qeyûman hatin amadekirin. Yek bi yek qeyûman çi kirine hatin nîqaşkirin. Lê tu qeyûm bi serê xwe tev nagere. Hemû girêdayî rêveberiya navendî ne û ji navendekê polîtîka têne birêvebirin. Em nikarin bêjin ku qeyûm li gorî kêf û wijdanê xwe tevgeriyane. Dema gel û welatî gilî û gazinc ji Alayên Hamîdiyan dikin, rêveberên herêmî jî van giliyan ji rêveberiya navendî re radigihînin. Fermandarê wan ê giştî, bi rêveberên herêmî rê dixeyide. Dibêje “Ma em nizanin gelek karên xerab dikin. Hûn jî bes gilî û gazincan ji me re bînin.” Dewlet bi zanebûn riya ji bo sûc bikin vedike. Meral Akşener ji bo cerdevanan digot “Her çiqasî kiryarên xerab bikin jî gelek alîkariya wan ji dewletê re çêdibe.” Ev polîtîkayeke giştî ye. Qeyûm jî di encama polîtîkayeke giştî de tê meşandin. Çawa Osmaniyan rêveberiya beylikan bi dawî kir û ji navendê walî diyar kirin, niha jî dewlet ji bo gelê kurd bê rêveberî bihêle polîtîkaya qeyûman bi israr didomîne.
Li hemberî qeyûman li gelek deran bertek têne nîşandan. Gel bi rojan e li ser lingan e. Bi giştî saziyan anîn ziman ku heya qeyûm paşve nekişe ew dev ji çalakiyan bernadin. Her wiha li ber deriyê hemû şaredariyan nobet hatin dest pêkirin. Hevşaredar bi rêveberiya şaredariyê û gel re nobetan didomînin. Wekî din jî me têne kirin. Parlamenterên DEM Partiyê hem li meclîsê hem li kolanan xebatên dij qeyûm didomînin. Bi giştî nerazîbûn hene.
Bi tecrîdê re şer jî kûr dibe
Di 2015’an de hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê birêz Abdullah Ocalan re hatin qutkirin. Ev neh sal e ji bilî çend hevdîtinên parêzeran hevdîtin nayê kirin û tecrîdeke giran tê meşandin. Polîtîkayên ku pêşî li Îmraliyê dixin meriyetê piştre li tevahiya zindan û welatan belav dikin. Çi dema ku tecrîd giran dibe pê re jî şer kûr dibe; qeyranên siyasî, aborî û civakî zêde dibin. Betalkirina destnedanîna parlamenteran û avêtina qeyûman hemû jî girêdayî polîtîkaya tecrîdê têne meşandin. Tecrîd jî girêdayî qeyrana Rojhilata Navîn tê meşandin. Ji bo fikrên birêz Ocalan neyên bihîstin tecrîd tê meşandin û dwletên navneteweyî jî hevkarê vê polîtîkayê ne. Ji ber ku birêz Ocalan di çareserkirina pirsgirêkan de fikrên xweser diparêze, naxwazin fikrên wî werin axaftin. Çawa esareta birêz Ocalan bi hevkariya hêzên navneteweyî pêk hat niha tecrîd jî bi hevkariya heman hêzan tê meşandin.
Darbe li rêveberiya kurd kirin
AKP di pêvajoya bûye desthilat de gelek caran hewl da îradeya gelê kurd tune bike. Di 2009’an de piştî hilbijartinê bi dehan nûnerên gelê kurd hatin girtin. Di bin navê operasyonên KCK’ê de ji her milî ve polîtîkaya qirkirinê hate destpêkirin. Di 2016’an de destnedana parlamenterên HDP’ê hate betalkirin û di nav de hevserok bi dehan parlamenter hatin girtin. Hevserok hê jî girtîne û di doza Kobanê de bi dehan salên hepsê hatin cezakirin. Xebatên ku yekeyek bi agahdariya dewletê hatibûn kirin wekî sûc hatin pênasekirin û bi sedan siyasetmedar bi hinceta van sûcan hatin cezakirin. Di heman salê de qeyûm avêtin ser şaredariyan. Darbe li rêveberiya gelê kurd hate dayîn. Desthilata AKP û MHP’ê diyar dike ku ew îradeya gelê kurd nas nakin.
Gel îradeya xwe diyar kir
Vê cara dawî bi avêtina qeyûman derket holê ku dewlet zû bi zû dev ji vê polîtîkaya xwe bernade. Bi têkoşîneke xurt a gel dikare bi dewletê gav paşve were avêtin. Ne dûr beriya du mehan gelê Wanê bi serhildana xwe biryara betalkirina mazbata hevşaredarê Wanê vala derxist. Vêga jî gel bi çalakiyên curbecur bertekên xwe tîne ziman. Helbet bi berxwedanê qeyûm dê paşve werin şandin. Lê ev ne çareseriyeke mayînde ye. Berî niha du caran qeyûm avêtin dîsa gel îradeya xwe diyar kir. Xuyaye desthilat dikare hilbijartinan bi tevahî jî ji holê rake. Lê ranake, ji ber ku bi hilbijartinan rewabûna xwe ava dike. Piştre bi hinceta ‘sûc’ hevşaredaran ji peywirê digire û qeyûman diavêje. Bi vê polîtîkayê beyî ku bertekeke mezin derkeve holê armancên xwe pêk tîne. Dixwaze bêje ku ew ‘hiqûqê” bi cih tîne.
Dibe ku qeyûm sibe werin betalkirin. Bes bi tena serê xwe betalkirina qeyûman jî ne çareserî ye. Çareseriya mayînde naskirina statuya kurdan e. Çareseriya mayînde Xweseriya Demokratîk e. Heya kurd nebin xwedî statu û hiquqê xwe diyar nekin ev taluke dê her tim bidome. Êdî pêdivî bi çareserike mayînde heye. Gelê kurd di sedsala 21’an de bêstatu nikare bijî. Berdewamiya tecrîdê, desteserkirina şaredariyan, girtina parlamenteran, xerakirina gund û bajaran hemû ji ber bêstatuya kurdan e. Dewlet rêveberiya şaredariyekê jî ji kurdan re zêde dibîne. Wê demê tişta dikeve ser milê gelê kurd û nûnerên kurd jî ew e ku doza xweseriya demokratîk bikin.
Daxwaza xweseriyê mafê kurdan e
Gelek caran derdorên çepgir û demokrat dianîn ziman ku hêj zû ye behsa xweseriyê bikin. Lê êdî êşkere ye, bi vê ferasetê hew dimeşe. Dibe ku sibê desthilat biguhere û sih çil salên din dîsa bêjin li benda ‘dem û zemîna guncav’ bimînin. Lê êdî deqeyek ku kurd bêstatu bijîn nemaye. Mafê gelê kurd heye ku di her şert û mercî de, li her derê, di her platformê de daxwaza xweseriya xwe bike. Dewlet bi cezakirina hin siyasetmedaran, bi avêtina qeyûman kurdan mijûl dike. Rojevê bi vê polîtîkayê dîl digire. Wekî ku hevşaredaran an jî parlamenteran sûc kirine, ji ber wê wan ji peywirê digire dide nîşandan.
Aliyên din jî dikeve parastinê û dibêje; “Na min sûc nekiriye.” Helbet li holê tu sûc tuneye. Heke sûcdar hebe ew jî jdesthilat bixwe ye. Ev kiryar hemû ji ber bêstatuya kurdan têne kirin. Ji ber ku kurd nayên naskirin têne meşandin. Wê demê divê helwest jî çalakî jî ji bo çareseriya mayînde bin. Ew jî naskirina Xweseriya Demokratîk e.
Di navbera her bajarê Kurdistanê de bi dehan noqteyên lêgerînê hene. Her der bûye qerekol û kalekol. Roj tune bi dehan kurd neyên binçavkirin û girtin. Bi her awayî dagirkirin heye. Di bin vê dagirkirinê de rêvebirina şaredariyan jî zehmet e. Jixwe bi qanûnan şaredarî anîne wê astê ku nikaribin beyî rêveberiya navendî tu karî bikin. Çiqas bixwazî rêbazekî bi kar bînî di cihekî din de astengî tê derxistin. Lewma êdî çareseriyên pratîkî nabin bersiv. Ji bo çareseriya mayînde tenê rêyek heye û ew jî: Xweseriya Demokratîk e.