Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 39 meh in agahî jê nayên wergirtin. Malbatên girtiyan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li gelek bajaran çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê û malbatên girtiyan li ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyanî dan çapemeniyê.
Malbatan di daxuyaniyê de pankartên “Deng bide zindanan” û “Tecrîdê bi dawî bike” hilgirtin. Di çalakiyê de rêveberê DEM Partiyê yê Bajêr Yakûp Almaç axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan belavî hemû girtîgehan bûye. Almanç, ji hikûmet û dewletê xwest demildest dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin Parlamenterê Wanê Mahmût Dîndar jî qala xespa vînê ya li Colemêrgê kir û destnîşan kir ku dewlet înkarkirina gelê kurd bi tayînkirina qeyûman didomîne.
Malbatan piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin. Çalakî pişt re bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.