12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya: Peymana DYA-Ûkraynayê tenê ‘parçeyekî kaxizê ye’

Di navbera DYA û Ûkraynayê de peymaneke ewlehiyê ya ji bo 10 salan, hate îmzekirin. Moskovayê diyar kir ku ti aliyekê rast ê vê peymanê tune ye, ew tenê ‘parçeyekî kaxizê ye’.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaharova ji bo peymana ewlehiyê ya di navbera DYA û Ûkraynayê de, wiha got: “Ya rastî, tenê parçeyên kaxizê ye.”

Zaharova ev tişt jî got: “Ev peyman ne tiştek e, ti nirxekî wê yê hiqûqî nîne.”

Ûkraynayê di mehên borî de Fransa û Qraliyeta Yekgirtî jî di nav de, bi gelek welatên Rojavayî re peymanên ewlehiyê îmze kirin. welatên Rojava Pêncşemê jî bi DYA û Japonyayê re jî peymanên ewlehiyê îmze kirin.

Ev belge di esasê xwe de ji bo dewamkirina alîkariya madî û leşkerî ya demdirêj a li dijî êrîşên Rûsyayê, hatin îmzekirin.