12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel daket qadê: Em destûr nadin desteserkirinê

Gel li Colemêrgê daket qada mîtîngê û hêrsa xwe ya li dijî desteserkirina şaredariyê anîn ziman. Bi deh hezaran di mîtînga “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” kom bûn û qeyûm şermezar kirin.

Bi deh hezaran kes li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Colemêrgê bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” herikîn qada mitîngê. Gel ji du baskan ve herikîn qada otogarê. Di meşê mitîngê de girse kêlî bi kêlî mezin bû û wekî lehiyê herikî qadê. Girseya li qadê kom bû, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Colemêrg a me ye” , “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û govend gerandin. Welatiyên ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin jî bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bûn. Ji qada mitîngê li dijî qeyûm jî her tim dirûşm hatin berzkirin. Mitîng ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî girse kom bû, siyasetmedar derketin ser dikê û li ser polîtîkayên qeyûm axivîn. Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe diyar kir ku dê gel heya dawiyê li dijî xespkirina vînê li ber xwe bide û wiha got: “Ji xeynî vîna gel em tu tiştî nas nakin.”

Endama MYK’ê ya Malên Gel Sevînç Hocaogûlalriyê got: “Ji vîna gelê me ditirsin û baş dizanin ku wê gel vîna wan a kufnikî serobino bike. Wê têkoşîna me bidome. Bijî biratiya gelan.”

Nûnerê Herêmê yê EMEP’ê Ergîn Tekîn got: “Çavkaniya pirsgirêka ewlehiyê ya vî welatî polîtîkayên AKP’ê ne. Ya dikeve ser milê me berxwedan e.”

Endamê MYK’ê yê Partiya Şoreşger Enes Ûgûrtekîn got: “Wê ev politikaya qeyûm bi têkoşîna gel têk bişikê.”

Endamê MYK’ê yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê Firat Çoban got: “Em ê li Colemêrgê we di nava rûpelên dîrokê de bifetisînin.”

Endama MYK’ê ya Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Evrîm Konakê got: “Ev gel di sindoqan de nişan da ku ew qeyüman naxwazın.”

Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Jûlîna Gozen got ku ew ê her tim li ber xwe bidin û li dijî karmendên dagirkeriyê parastina vîna gelê kurd peywira her kesî ye.

Berdevka Partiya Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP) û Parlementera DEM Partiyê Kezîban Konûkçûyê jî destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîna yekbûyî hesan ji diz û talankeran bipirsin.

Li ser navê KKP’ê Sînan Çîftyurek anî ziman ku desthilat vîna gelê kurd nas nake.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir anî ziman ku qeyûm dizî, cihêkarî û dijminatiya li hemberî jinan e û got: “Teqez em ê bi ser bikevin.”

Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçakê jî destnîşan kir ku mafê her kesî tê xespkirin.

Hevberdevka Kongreya Demokratik a Gelan (HDK) Esengül Demir got: “Em ê ji nû ve dîrokê binivîsin û em ê rê nedin xespê. Bijî berwxedana Colemêrgê.”

Nûnera Partîzanê Nurgul Ucî got: “Qethiyen em ê serî li ber polîtîkayên qeyûman netewînin. Em ê bi têkoşîna yekbûyî li qadan bin.”

Aktivîsta TJA’yê Adalet Fîdanê jî destnîşan kir ku wê jin destkeftiyên xwe biparêzin.

Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Mirov û Azadiyê Menîce Gulmezê jî destnîşan kir ku ew qeyûmên rejîmê qebûl nakin.

Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Çepên Kesk Ahmet Şimşek jî kesên li dijî zilmê rabûne silav kir.