13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEM partiyê der barê rojevê de daxuyaniyên girîng da

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ji serokkomar Tayip Erdogan re got: “Ma tenê dema gel te hildibijêre dibe gel? Ma dema partiyeke din a siyasî hildibijêre nabe gel?”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiyê ya Meclisê de geşedanên di rojevê de nirxand. Hatîmogûllari, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm re îradeya gel tune hatiye hesibandin û bertekek tund nîşanî gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên îro da.

Hatîmogûllari, wiha got: “Hûn bi van sepanên xwe ji kurdan re dibêjin; ‘mafê we yê bijartin û hilbijartinê tune ye, hûn ne hemwelatiyên esil ên vî welatî ne.’ Hûn ji gelê kurd û hêzên piştevaniyê didin wan re dibêjin; ‘Hûn pirsgirêkekî ewlehiyê ne.’ Hûn van gotinan ji milyonan kesan re dibêjin. Îcar hûn nikarin li ser van kursiyan bi berevajîkirina rastiyê re vê yekê biguherînin. Dema derdikevin derve dibêjin ‘em wekhev in û bi gelê kurd re bira ne.’ Lê êdî em ji vê lîstikê pir bêzar bûn. Divê ev şano êdî bi dawî bibe.”

Wêneyê ‘Darbeyê’ nîşan da

Bi domdarî Hatîmogûllari da zanîn ku dema çûyî Colemêrgê bûye şahid ku ji 7 salî heta 70’ê salî her kesî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da ye û wiha pê de çû: “Ji Colemêrgê heta Stenbolê gel li ber xwe dide. Bi ciwan û kalên xwe, bi jin û zarokên xwe her kes xwedî li îradeya xelkê Colemêrgê derdikeve. Hûn nikarin van rastiyan berevajî bikin. AKP’ê herî zêde li ser darbeyan mexdûriyet dikir. Her tim Darbeya 28’ê Sibatê weke mînak nîşan dide. Lê heman îktîdar îro leşkeran dadixîne kolanan. Ew dîmen tam jî ev e; ev der pêşiya Walîtiya Colemêrgê ye. Dê dîrok vî wêneyî ji bîr neke. Dibêjin em li dijî cuntaya leşkerî ne lê binêrin, leşker li vir in. Bi vê yekê re leşker jî kirin şirîkê darbeya siyasî ya li Colemêrgê kirine.

Ma tenê dema te hilbijêre dibe gel ?

Ey Erdogan, hûn ji qapûtê darbekaran derketin. Hûn bi bi îdianameyên wan anku yên FETO’yiyan amade kirine hevalên me didarizînin. Erdogan dibêje; ‘bila kesek xwe ji biryarên darazê aciz neke.’ Ey Erdogan, tu çima ji biryara gelê kurd a di 31’ê Adarê de daye aciz dibî? Derkeve sedema vê ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê rave bike. Rabe eşkere bike bê ka tayînkirina qeyûman aciziya çi ye. Piştî hilbijartinan jî got ‘em ê xwedî li îradeya ji sindoqan derdikeve derkevin.’ Ma xelkê Colemêrgê ne gel e? Ma tenê dema gel te hildijbijêre dibe gel? Dema partiyên din ên siyasî hildibijêre nabe gel? Ma wê demê ew îrade nabe ya gel? Lê jixwe bi pratîkên xwe nîşan daye ku piştgiriyê dide qeyûman û rê li ber vedike.

Dixwazin îradeya gel xesp bikin

Niha bi tayînkirina qeyûman hem îradeya siyasî xesp dikin hem jî çavkaniyên madî yên şaredariyê xesp dikin. Anku tevgerînên çetetiyê ne. Çete diçin cihekî û sermayeya wê talan dikin û li dijî hev şer dikin. Ev, bi tayînkirina qeyûm her wiha çavkaniyên xelkê Colemêrgê talan dikin. Şirîkê biçûk ê îktîdarê radibe bi saetan derheqê me de diaxive. Jixwe Bahçelî heta çêran li DEM Partiyê, gelê kurd, hêzên demokrasiyê, çepgir, şoreşgeran neke bêhna wî nayê. Tenê yek axaftina wî nîne ku çêran neke.

Bahçelî bila pêşî cinayeta Sînan Ateş vebêje

Dibêje ku tayînkirina qeyûman qanûnî ye û li ser demokrasiyê demogojiyê dike û hewl dide ders bide. Ey şirîkê biçûk, ey şirîkê AKP’ê yê qeyûman, heke bi te mabe tu dê AYM’ê jî bigirî. Tu çawa dikarî qala van tiştan bikî. Tu xwedî zîhniyetekî wisayî ku tu ji van tiştan pir dûrî. Li şûna heqaretan li me bikî, tu derkeve ji ewil cînayeta Sînan Ateş vebêje.

Li şûna hevşaredarên dosyayê wan tune ne jî qeyûm tayîn kirin

Niha jî vê gotegotê belav dikin; DEM Partî kesên dosyayên wan hene dike namzet. Ê kesên dosyayên wan tune jî we li şûna wan qeyûm tayîn kir. Ez ê du mînakan bidim; ma çi dosyayên Hevşaredara Nisêbîn a Mêrdînê Semîre Nergîz hebû? Na. Ma çi dosyayên Hevşaredarê Elbak a Wanê Erkan Acar hebûn? Na. Dosya tenê hincete. Binêrin; hevalê me Mehmet Siddik Akiş hêj di bin çavan de bû ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Hêj dosyaya wî biencam nebûbû û dadgehê biryar nedabû.

Bi gotina apê Mûsa bersiv da

Weke Mûsa Anter gotibû; ya xwişka min, birayê min ma ev çi welate ku ji ber her tiştekî dabeş dibe. Ma ev nan e, ma ev pasteye ku her kesê devê xwe vedike vî welatî dabeş dike. Di esasê xwe de yê vî welatî dabeş dikin ew in ên ku vîna gelan nas nakin. Kesên rê li ber birçîtî, xizanî, bêkarî, bêpêşerojtî, bêhêvîtî û nexweşiyê vekirin nikarin bibin sembolên hevpar ên vî welatî. Yên ji gelê xwe re dibêjin vandal, surtuk nikarin bibin sembolên vî welatî. Yên ji kujerên Alî Îsmaîl re gotin ‘min ferman da’ nikarin bibin sembol. Yên ji mexdûrên erdhejê re gotin ‘bênamûs’ nikarin bibin sembol. Yên gotin ‘jin jî be zarok jî be çi pêwîst bike bikin’ nikarin bibin sembolên vî welatî.

AKP’î ji qeyûman aciz in

Û ez dixwazim li vir bang li kesên di nava AKP’ê de siyasetê dikin û dengê xwe didin AKP’ê dikim; em dizanin ku hûn jî ji van derhiqûqtiyan û feraseta qeyûman aciz in. Dema me xebatên hilbijartinê dimeşand, me ji gelek AKP’iyan ev nerazîbûn bihîstin. Tayînkirina qeyûm a li îradeya hilbijartî, binaxkirina demokrasiya Tirkiyeyê ye. Û em bang li tevahiya hêzên demokrasiyê û muxalîfên li Tirkiyeyê dikin; ji kerema xwe ji bo li dijî tayînkirina qeyûman em bikarin demokrasiya Tirkiyeyê biparêzin û ji bo jiyaneke hevpar dengê xwe bêhtir derxînin. Em piştevaniya xwe mezintir bikin. Em dizanin ku heke em bêhtir hev bigirin dê bikarin bi ser kevin û bi faşîzmê paşvegavê bidin avêtin.

Ferq di navbera zilma Filistîn û ya Colemêrgê de tune ye

Îro çi ferq di navbera zilma li Filistînê tê kirin û ya li Colemêrgê tê kirin de nîne. Îktîdara AKP’ê û şirîkên wê yên îro ji bo Filistînê rondikên derewîn dibarînin, heman tundiya Îsraîl li Filistînê dike îro li hemberî me dike. Îcar radibe ji bo Filistînê hêsrên derewîn dibarîne. Binêrin, di nezera mazluman de Xeze Colemêrg e, Colemêrg jî Xeze ye. Û gelê Filistînê li dijî zilma Îsraîlê çawa li ber xwe bide, xelkê Colemêrgê û hemû gel jî li Tirkiyeyê li ber xwe didin.

Bila meclisa şaredariyê hilbijêre

Ji ber ku hevalê me Mehmet Siddik Akiş girtî ye û hevala me ya Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe wekaletê dike. Ji ber ku ji hêla gel ve hatiye hilbijartin. Em Viyan Tekçeyê pîroz dikin. Ew bi tayînkirina qeyûm re tenê hevşaredar ji peywirê nagirin. Di heman demê de meclisa şaredariyê jî bypass dikin. Lê meclisa Şaredariya Colemêrgê nîşan da ku ya rast divê wiha be. We qeyûm tayîn kir û tavilê vî qeyûmî paşve bikişînin. Divê kesa rêveberiya şaredariyê hilbijartî bê peywirdarkirin. Ya rewa, Viyan Tekçe ye ku meclisa şaredariyê hilbijartî ye. Divê walî xwe vekişîne nava sînorên xwe yên peywira xwe. Tu karê wî di nava peywirên hilbijartinê de nîne. Cihê kesên tayînkirî tune ye û nabe.

Dê roja têkçûna wan jî were

Bi tayînkirina qeyûman em heta sedsala 18’emîn paşve birin. Me vedigerînin serdema padîşahtiyê. Em ji serdema tanzîmatê jî wêdetir birin. Em ê bi tu awayî vê qebûl nekin. Wezaret dibêje polîs û daraz di bin fermana min de ne û çawa bixwazim dikarim wisa destûra bingehîn binpê bikim. Ev nêzîkatî nêzikatiya Fîrewnan e, ya Dehaqan e, ya Hîtler e. Yên zilmê dikin dawiya wan gelek nebaş dibe. Vê dinyayê gelek padîşah, Dehaq û Fîrewn dîtin lê tevek jî li hemberî mirovahiyê têk çûn. Hûn jî mehkûmên têkçûnê ne.

Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm bidome

Mîna li Colemêrg û Wanê dê têkoşîna me ya li dijî tayînkirina qeyûman bidome. Li dijî tayînkirina qeyûman em ê mîna dayika Surmê ya li Colemêrgê têkoşîna xwe bidomînin.”