12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eren: Qeyûm nenaskirina nasnameya kurdan e

 “Meşa Demokrasiyê” ya li dijî tayînkirina qeyûm ku di 10’ê Hezîranê de li Şemzînanê dest pê kir, îro li Geverê di roja duyemîn de berdewam dike. Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren anî ziman ku tayînkirina qeyûm nenaskirina nasnameya gelê kurd e û ew ê heta dawî li dijî vê yekê têbikoşin.  

Li Colemêrgê wê li dijî qeyûm di 13’ê hezîranê de bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û rêxistinên civakî yên sivîl, mitînga “Şaredarî yên gel in, em rê nadin desteserkirinê” bê lidarxistin.

Beriya mitîngê li navçeyên Colemêrgê bi du milan ve meş hat destpêkirin. “Meşa Demokrasiyê” ya duh ji navçeya Şemzînanê dest pê kir, di roja duyemîn de li navçeya Geverê ber bi Colemêrgê ve berdewam dike.

Di meşa îro de Parlamenterê DEM Partiyê  Serhat Eren axivî û anî ziman ku di 3’ê hezîranê de qeyûm tayînî vîna gelê kurd kirine.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren anî ziman ku 8 rojin gelê kurd li Colemêrg, Amed, Êlih, Şirnex û bajarên Kurdistanê li ber xwe dide û wiha got: “Gel li dijî qeyûman li ber xwe didin. Em berxwedana wan silav dikin. Di 3’ê Hezîranê de vîna gelê Colemêrgê qezp kirin. Ev biryar ne tenê li dijî vîna gelê Colemêrgê ye. Qeyûm nenaskirina nasnamem, ziman, çand, hebûn û hemwelatiya kurdan e. Li dijî demokrasî û edaleta Tirkiyeyê ye. Ev ne tenê pirsgirêka Colemêrgê ye. Ev pirsgirêka Kurdistan û gelê Tirkiye û pirsgirêka demokrasiya Tirkiyeyê ye. Em gelê  Tirkiyeyê bi hevre berxwedana  Colemêrgê mezin bikin. Piştgiriyê bidin berxwedan Colemêrgê. Em dibêjin faşîzma li Colemêrgê têk biçe, dê faşîzm li Tirkiyeyê têk biçe. Em ê di 13’ê Hezîranê li Colemêrgê mîtînga mezin pêk bînin. Em bang li hemû sazî, rêxistinên demokrasiyê dixwazin, dikin. Divê hemû hêzên demokratîk li dijî vê xezpkirina vîna gelê kurd tev li mîtîngê bibin û helwesta xwe nîşan bidin. Heta ku ev xezpkirina vîna gelê kurd û nenaskirina vîna gelê kurd bidome, dê têkoşîna me jî bidome. Ji bo demokrasî û aştiyê ji destê kê çi tê divê her kes pêk bîne. Ew roj îro ye. Sibê dereng e. Em her kesî dawetî mîtîngê dikin. Bijî berxwedana Colemêrgê, bijî berxwedana gelê kurd e.”

Meşa Demokrasiyê di roja duyemîn de didome.