Gelek caran hatiye gotin û nivîsandin ku dewleta tirk a dagirker û qirker xwe li ser înkara gelê kurd ava kiriye. Di çarçoveya vê polîtîkaya înkarê de di asta herî jor de dijminatiya gelê kurd dike û netenê li seranserê bakurê Kurdistanê li dijî destkeftiyên kurdan di nava êrikariye çavsor de ye.
Piştî Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’ê, li bakurê Kurdistanê rewşa leşkerî hat ragihandin. Ji ber Rewşa Awarte hikûmetên wê demê di bin navê Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de li herêmê gelek bêqanûnî kirin û dest danîn ser îradeya gel ango hebûna xelkê herêmê înkar kirin. Li herêmê ji ber rewşa awarte hebû û herêm bi temamî hatibî îzolekirin wê demê sûcên dewleta tirk ên bi destê JÎTEM, Hilbûlkontra zêde ji aliyê civaka navneteweyî nehat dîtin.
Bi destê van çeteyên dewletê ku hêza xwe ji mejiyê dijminatiya li dijî gelê kurd digirtin, li herêmê gelek kes hatin kuştin, revandin, girtin, êşkencekirin. Ev nebese bi awayekî derqanû gelek caran dest danîn ser îradeya gel. Gel hate înkarkirin û hebûna wî tina hate hesibandin. Li ser fermana hikûmetê bi destê saziyên dewletê dest nehiştin xelkê herêmê xwedî li hebûna xwe derkeve û bikaribe temsîla xwe bike. Her deshilata ku hate ser hikum weke ev lutfek be bahsa dijminatiya xwe ya li dijî gelê kurd kir û hewl da ku vê yekê ji bo xurtkirina deshilata xwe bike bikar bîne. Mînaka vê ya herî ber bi çav û zîndî deshilata faşîst û qirker a AKP/MHP’ê ye. Ev deshilata ku nasîbê xwe ji mirovahiyê negirtiye û li ser înkara dijberê xwe hatiye avakirin dijminê herî sundxwarî yê gelê kurd e.
Çawa ku hikumetên wê demê bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de di salên 80’î de îradaya gelan înkar kirin, niha jî deshilata faşîst û qirker a AKP/MHP’ê bi heman rêbazî xwe li ser îradeya gel ferz dike û hebûna gel tine dihesibîne. Ev jî aşkere dike ku di zihniyet û têgihiştina dewleta tirk de ti guhertin çênebûye berovajî vê dijminatiya wê ya li dijî gelê Kurd hîn bêhtir mezin bûye.
Jixwe şefê rejîma faşîst û qirker Erdogan û şirîkê wê yê biçûk Bahçelî di her firsetê de bi awayekî vekirî dibêjin; “me ew qedandin.” Bi gotinek din ev li xwemikurhatina sûcên şer ên li dijî gelê Kurd e. Lê çawa ku civaka navneteweyî li dijî vî sûcê şer bêdeng dimîne li dijî desteserkirina îradeya gel jî bêdeng dimîne.
Di mînaka bi awayekî dij-hiqûqî girtina Hevşaredarê Colemergê Mehmet Siddik Akiş û dagirkirina şarederiya Colemergê de careke din hate dîtin êdî dema mijar dibe kurd û deskeftiyên gelê kurd qanûnên navneteweyî bê hikum in.
Divê bê zanîn ku deshilata faşîst a dewleta tirk dixwaze di vê serdemê de jî di şexsê xelkê Colemêgê de vîna gelê kurd desteser bike. Bi vê êrîşa li ser Şaredariya Colemergê dixwazin gelê herêmê yê ku tevî hemû pêkanînan jî di sekin û têkoşîna xwe de tavîz nedaye dewleta dagirker ceza bikin. Ji vî aliyî ve mirov dikare bêje ev êrîş parçeyek ji êrişên qirkirina siyasî ye û kiryareke faşîst qirker antî demokratîk e. Hemû kesên xwedî hestiyarî û têgihiştina demokratîk divê li dijî van kiryaran rabin û li kêleka têkoşîna mafdar a gelê kurd bi taybet xelkê Colemergê bisekinin. Divê bê zanîn ku ev ne meseleya şaredariyekê ango saziyekê ye. Ev meseleya înkara hebûna gelekî û îradeya wî ya siyasî ye. Lema xwedî derketina li vê îradeyê ji her demê zêdetir xwedî girîngiyek mezin e.
Desthilata faşîst û qirker AKP-MHP’ê li hundir û derve polîtîkayeke xwe dispêre dijminatiya li kurdan, xwe li ser vê ava dike û hewl dide deshilatdariya xwe hilde saxlemiyê. Ji ber vê yekê li her çar perçeyê Kurdistanê li dijî destkeftiyên gelê Kurd di nava şer de ye û êrişan pêk tîne. Vê dijminatiyê deshilata faşîst a AKP-MHP bi jehrê xistiye û ji bo Kurd nebin xwedî îrade li ber hilbijartinên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî radibe, êrîşan dike û komkujiyan pêk tîne.
Ji bo nerazîbûn û helwesta li dijî van êrişên neheq ên dagirkeriyê daxe asta herî kêm jî darazê li gorî berjewendiya deshilata xwe dîzayn dike. Di rastiyê de her çendî ev deshilata faşîst weke ku tiştek ne xema wê be tevdigere jî, di bingehê de hemû hewldanên wê di çarçoveya paradîgmaya dewletê de ya li dijî gelê kurd e pêş dikeve. Ev jî diyar dike ku deshilata faşîst û qirker a AKP/MHP’ê mîna hikumetên beriya xwe ew ji li ser înkara gelan xwe dide avakirin.
Ji ber vê yekê, li Tirkiyeyê hiqûq bi temamî ji holê rabûye, dewlet bûye çete û mayfa. Civak mahkumî xizaniyê hatiye kirin. Zexta li ser aliyên sosyalîst û demokrat ji her demê bêhtir zêde bûye. Li gel vê mixabin di asta ku tê xwestin ne xwedî helwestin. Dibê qey ev bêhiqûqiya li Tirkiyeyê heyî û zordariya deshilata faşîst tenê derdê kurdan e. Nexêr, ev netenê derdê kurdan e mîna kurdan hemû civaka Tirkiyeyê ji vê rewşa heyî bêzar bûye û aciz e. Lê ji ber deshilata faşîst vê li ser navê dijminatiya kurdan dike li Tirkiyeyê kes li hemberî wê neheqiê dernakeve û dengê xwe nake. Yanî ger mijar kurd be heq e. Ev jî bi xwe re têgeha ku di siyaseta Tirkiyeyê de hatiye avakirin radixe bar çavan. Lê ger li hemberî vê zihniyeta genî û qirêj têkoşînek hevpar neyê meşandin mîna gelê Kurd wê destkeftiyên gelên Tirkiyeyê jî were talankirin. Divê ev xeterî were dîtin.
Ji ber vê yekê divê li Tirkiyê hem civak, hem jî pêşengên wê vê rastiyê bibînin û têkoşîna demokrasiyê mezin bikin. Heta ku desthilata dev ji van kiryarên xwe yên derqanûnî bernede û rêz ji îradeya gelan re negre divê ev têkoşîn pêş bi pêş were mezinkirin û bi rêhê serhildanê biherikin qadan. Divê em ji bîr nekin deshilatên dîktator herî zêde ji hêza hevgirtî ya gelan ditirsin û ji bo ev hêz nekeve hereketê herdim li pêy hîleyane. Ji bo vê jî hewl didin di bin navê mezheb, netew û irqan de cewaziyê têxin nava gelan û xwe van nakokiyan xwe bidin avakirin. Îro tişta ku deshilata faşîst û qirker a AKP/MHP’ê dike ev bi xwe ye. Ji bo parastina berjewendiyên deshilata xwe gelan bi hev dide qirkirin û dike dijmin.
Ji bo dawî li vê zihniyata ku xwe li ser îradeya gelan ferz dike were divê têkoşîn were mezinkirin. Îro rihê têkoşînê yê li Colemergê derketiye holê ji gelek aliyan ve girîng e. Lê divê netenê gelê kurd hemû aliyên demokratîk, sosyalîst û azadîxwaz xwedî li vê îradeyê derkevin.