12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Namzetên serokkomariya Îranê aşkera bûn

Encumena Parastina Destûra Bingehîn ya Îranê ji bo hilbijartinên serokkomariyê ji 80’ê kesan tenê namzetiya 6 kesan pejirand

Biryare di 28’ê Hezîranê de Îran serokkomarê xwe yê nû hilbijêre. Li gorî medya Îranê propagandaya hilbijartinê îro destpê dike.

Li Îranê 80 kesan ji bo namzetiya serokkomariya Îranê xwe qeyd kiribûn, Encûmena Parastina Destûra Bingehîn a Îranê tenê navê 6 kesan pejirand. Li gorî vê namzediya Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî, Elîreza Zekanî, Mesûd Pizîşkiyan, Mistefa Pûrmihemedî û Emîr Hisên Qazîzade Haşimî hatiye pejirandin.

Hêjayî gotinê ye di 19’ê Gulanê (2024) de helîkoptera serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfa ya Tewrêzê ketibû xwarê û Reîsî miribû.