Kurdên herêma Rûsyayê, ji bo pîrozbahîya 25’emîn salvegera KNK’ê, bi tevlêbûna nûnerên kurd û her wiha gelek gelên din civiyan. Nûnerê KNK’ê yê qada Rûsyayê Ferhat Patiyev li ser xebatên herêmê diyar kir ku KNK ji bo yekîtiya neteweyî li her derê xebatê dike û her endameke-î KNK fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên li ser yekitiyê ji bo xwe wekî pîvan digire dest.
Ferhat Patiyev ewil li ser rola KNK’ê ya li herêmê û rêxistinbûna wê axivî u wiha got: “Xebatên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji roja avabûnê heta niha li qada Rûsya û Yekitiya Dewletên Serbixwe tên meşandin. Wek ku tê zanîn KNK di navbera 24 û 26 gulana sala 1999’an de hate damezirandin. Ji xwe berî wê Parlamentoya Derve ya Kurdistanê hebû. Biryarekî hevpar bû ku KNK were avakirin. Ji destpêka avabûna KNK heta niha nûnerên Rûsya, Qazakistan, Ermenista, Azerbaycan, Gurcistan, Qirgizistan û Ûkraynayê her di kar û xebatên KNK’ê de cîhê xwe girtine. Îro ji qada me 15 nûnerên endamên KNK’ê hene. Ji ber ku hejmara girseya kurd herî zêde li Rûsyayê ye, lewre hejmara endaman a herî zêde li vir e.”
Ferhat Patiyev, li ser xebatan jî rawistiya û wiha axivî: “KNK wek dezgeheke pêkankirin û xurtkirina yekitiya neteweyî ye. Ji bo wê jî di çarçoveya xebatan de ji navenda KNK’ê kar tê kirin ku hemfikirî û hişmendiyeke neteweyî di nav gelê kurd de çêbibe. Ji bo her kurdek bikaribe di kar, projeyên hevpar ên girêdayî nasnameya kurd, rastiya gelê kurd û Kurdistanê de cîhê xwe bigire. Ji xwe divê mirov destnîşan bike ku KNK bi pêşniyariya Rêberê neteweyî Rêber Apo hatiye damezirandin. Ji bo wê jî ji bo her endamekî KNK nêrînên Rêbertî wek têbinyekê ne. Dem bi dem civînên endamên KNK’ê çêdibûn. Rast e di van salên dawî de mirov dikare bibêje ku wek tê xwestin aktîv nebûn. Sistbûnek hebû. Civînên me yên hevpar demdirêj nehat kirin. Em vê payîzê difikirin endamên xwe kom bikin û civîna xwe li vê qadê pêk bînin. Ji bo nirxandina kar û xebatên di sala 2024’an de ku hatine kirin û her wiha kar û plansaziyên ji bo sala 2025’an çêbikin. Dem bi dem hevdîtinên ku bi rayedar, akademisyen an jî bi siyasetmedarên Rûsyayê re çêdibin di bin sîwana KNK’ê de tên kirin. Şandeyê ku çêdibe jî li ser navê KNK’ê çêdibe. Endamên ku beşdarî hevdîtinan dibin rastiya kurd, şer û têkoşîna ku li Kurdistanê tê meşandin, vedibêjin.”
Patiyev, li ser rola KNK’ê ya yekitiya parçeyan jî rawestiya û ev agahî dan: “Ji bo avakirin u xurtkirina bingeha pêwendiyan di navbera nûnerên siyasî yên kurdên bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê û Rûsyayê de KNK’ê ya vê qadê roleke girîng lîstiye. Bi taybet ji 2013 heta 2017’an ev rol lîstiye. Caran hevdîtin bi beşdariya rêveberiya KNK’ê yan jî hevserokatiya KNK’ê çêdibû. Mînak hevseroka berê rêzdar Nîlufer Koç, piştre jî hevseroka niha rêzdar Zeyneb Mûrad û endamên din ên KNK’ê li rêzehevdîtinan dibû. Hin pêwendî bi rêya nûnerên me yên qadê domiyan. Ev êdî bûye wek çandekê. Di warê pênasekirina rastiya kurd û Kurdistanê de KNK li qada Rûsyayê kar û xebatên hêja meşandiye. Ji xwe eger îro di nava siyasetmedarên rûs de rastîya gelê kurd hatiye naskirin, yek ji sedeman keda KNK’ê ye.”
Patiyev li ser qada xebatên KNK’ê jî rawestiya û wiha domand: “Yek ji karên bingehîn ên KNK’ê pêkanîna nûnertiya gelê kurd û Kurdistanê ye. Di çarçoveya vê karê de KNK dibe dezgeheke dîplomasiya gelên Kurdistanê. Bi vî awayî KNK danûstandin bi hêzên derve re datîne. Ji ber navenda dîplomasiya vî welatî li Moskovê ye, piraniya kar li navendê tê meşandin. Dema ku pêwîstî hebe ku karên civakî ên ji bo xurtkirina yekitiya neteweyî werin kirin, li herêman ew kar di bin sîwana saziyên din tên meşandin. Bêguman di çarçoveya xebatên xurtkirina yekitiya neteweyî de xebatên KNK’ê yên nîqaşkirina pirsgirêkên ku li welat û derveyî welat hene, yên avakirina perspektîf û ramanên hevpar ên neteweyî tên meşandin.”
Patiyev li ser xebatên siberojê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Ji ber em şaxeke KNK’ê, pêrspêktîvên kar em ji navendê digirin. Halê hazir ji bo şikênandina tecrîda ku li ser Rêber Apo kampanyayek hatîye destpêkirin ku li hemû welatên cîhanê parêzer serî li dozgeriya Tirkiyeyê bidin ji bo hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd re pêk bên. Me jî li vir dest bi vê xebatê kiriye. Ev xebat ku bi encam bibe, parêzerên vê qadê jî karê ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Ev pêrspêktîva ku ji navendê hatiye. Lê nayê wê maneyê ku li vir jî însiyatîf neyên pêşxistin. Di vî warî de KNK vekirî ye. Ji bo xurtkirina pêwendiyê tiştên ku dikevin li ser milên me, nûnerên qadê tên kirin û bên kirin.”
Ferhat Patiyev li ser rola ciwanan jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Ji bo ku KNK bikaribe karê xwe domdirêj û bi serkeftî bimeşîne, pêwîst e di warê tevlêkirina ciwanan di nav refa dîplomasiya kurdistanî de pêngavek bê kirin. Ji ber pêwîstî heye ku vê çanda ku nav van 25 salan de hatiye rûniştandin derbasî nav nivşa nû bibe. Mînak, ez bi xwe ferqeke ber bi çav di navbera civînên salên 2012-2014 û niha ve dibînim. Di warê pêşketinê û avabûna hemfikiriya nûnerên parçeyên cûda-cûda ên Kurdistanê. Ev tê wê wateyê ku KNK’ê rola xwe ya girîng lîstiye. Ji vir şûn ve divê mirov gavan biavêje. Me berê ji gelek caran anîbû ser ziman û hin guhertinên baş ji bo beşdarbûna ciwan û jinan çêbûn. Bi formûleke zêdekirina endamên ji nifşa nû divê gav bê avêtin. Nifşa ku di nav pêla giştî de kamil bûbe wê bikaribe dan û standinên li ser daneheva nifşa beriya wî rast tevbigere. Êdî zimanekî hevpar ava bûye. Êdî di civînên KNK’ê de bi zaravên soranî, kurmancî, kirmanckî û hewremanî tên axaftin. Pirsa ku em êdî ji hev fem nakin ji holê rabûye. Êdî bi salan e dema em diaxifin ziman û rêzgirtinekî hevpar çêdibe. Rol û beşdarbûna jinê jî gelekî girîng e. Bi awayekî çalak bi siyaseta xurt ku nûnertiya jin jî têrkar û amede be. Ev heyecaneke cûdatir dide kar. Di meşandina ahengî û bihevrebûna jin û mêr de ev xebat li gor nêrîna min wê encamên baştir derxe holê.”
Patiyev li ser naskirina KNK’ê ya li herêmê jî rawestiya û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li qada Rûsyaye civaka me piranî xwe dervayî siyasetê dibîne. Lê dîsa jî kêm-zêde siyasetê dişopîne. Di her civakî de ev tişt derdikevin holê. Yên ku pir zêde dişopînin hene, yên ji rewşa welat hayedar in hene û yên qet xwe nêzîkî siyasête nakin, hene. Ji yên beşa yek û dudu hayedar in ku KNK yekane dezgeha neteweyî ya Kurdistan û kurdistaniyan e. Aliyê hijmara kesên wisa de mirov nikare bibêje ku têrê dike. Di rewşa ku gelê kurd têde ye pêwîst e civaka wî heta dawî polîtîk be. Di nav 50-60 milyon kurdan de mirovên polîtîk gelek hene. Lê têrê nake. Ji ber civaka ku demdirêj bindestî jiyane, pêwîst e polîtîk be. Polîtîk nebe nikare têkoşîna rizgarîyê bimeşîne û bê vê jî nikare azad be. Di têkoşîna çalak de cî negire jî divê bi rengên cûdatir bi têkoşînê re be. Ev rastiyeke jiyanî ye ku ji xwe ber tiştek ava nabe. Bi anîna cem hev ked û serkeftina bi milyonan kurdistaniyan ku bêguman yek ji karên KNK’ê ye dikare serkeftin û azadiya Kurdistanê nêz bike. Azadî berhema gelan e, ne ya ferdan e. Dema ku gel bi rastî azadiya xwe bixwaze, dikare wê bi dest bixe.”