Bîrdozî, nêrîna mirov a cîhanê, ya gelê wî dost û dijminên wî ye, ew red û pejirandina wî ye. Bi kurtasî ew dîtin û pîvanên mirov ên pêşerojê diyar dike. Ew rêkûpêkkirin-sîstemîzekirina ramanên wî ye!
Di derbarê dused salên dawiyê yên dîroka tekoşîna gelê kurd de gelek lêkolîn, şîroveyên bîrdozî, polîtîk û komelnasî hatine kirin. Her tevgerek, her bûyereke dîrokî divê anegorî rewş û mercên dema xwe bê nirxandin, dahûrandin û şîrovekirin. Mînak, dawiya sedsalên XVII partî û rêxistinên siyasî di tevahiya cîhanê de pêk tên pêşdikevin û ji şoreşa Firansayê ya 1848’an û pê ve geş dibin. Beriya wê sîstema rêveberiya welatan şahtî, mîrtî, qiraltî yan jî paşatî bûye. Û di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de jî partî yan jî rêxistinên civakî û siyasî ji dawiya sedsala XIX ve pêk tên û bi şêwaz û navên cuda karê siyasî dimeşînin. Bi têybet bi têkçûna Împaratora Osmaniyan re di nava ereban û kurdan de, bêyî ku partiyan damezirînin, an jî bi rêxistinên xwedî program û sîstem tev bigerin, bi giranî bi pêşengiya mîr, serekeşîr, an jî pêşengên olî têkoşîna xwe tevger dikirin. Di encamê de di nava ereban de bi navê malbat, şêx, yan jî oldarên cuda 22 deverên ereban, derketin holê. Û hê jî ev welatên ereban bi giranî bi navê malbat, şex û mîran tên birêvebirin.
Bi navê Osmaniya nû bi bandora Fransayê û perwerdeya Almanyayê û Fransayê dawiya sedsala XVIII partiya “Îttîhat Terakkî” çêdibe, ji damezirînerên vê rêxistinê her tenê yek tirk bûye, yên dinê jî kurd, ermenî, cihû û çerkes bûne. CHP’a ku îro berdewama wê rêxistinê ye.
Kurd têkoşîna xwe bi giranî bi pêşengiya mîr û şêxên tarîqatên qadiriyan, nexşibendiyan û her wiha bi serkêşiya axayên wek Simkoyê Şikakî dimeşînin. Bi berxwedana Şêx Seîd rêxistina “Azadî”, têkoşîna çiyayê Agîrî bi pêşengiya partiya Xoybûnê tên meşandin. Li ser van berxwedan û têkoşînan, bêguman pêwîst e, gelek tişt bê gotin. Lê hemû jî li gorî dema xwe, di cîhê xwe de şerê rûmeta xwe parastin e. Li gorî nêrîna îro mirov dikare hezar kêmasiyan bivêje. Lê we berxwedêrên wê rojê jî bikaribin serê xwe rakin û bêjin: “Derfetên me ew bûn, me li ber xwe da, em teslîm nebûn, me ji bo jiyaneke bêrûmet xwe nefirot, ne akademiyên me yên leşkerî, ne yên polîtîkî, ne jî yên dîplomasiyê hebûn! Feraset û hişmendiya me jî ewqas bû, herî kêm a ku me dikaribû, li ber dijmin me serî netewand. Ya we jî – hûn bikaribin ji tecrubeyên me – kêm an jî zêde –ji xwe re sûdê jê werbigirin!”
Li gorî îro, berxwedan û têkoşînên rabûrdûyê ku hatine pêkanîn, bi giştî şerê parastina rewa bûne. Hemû jî ji bo azadiya gelê Kurdistanê bûne. Gotin û peyamên rêberên nemir ên serhildan û berxwedanên gelê me yên dîrokî, yên wek Şêx Seîd û Seyîd Riza ên dawiyê ji bo nifşên nû ders in – dersên dîrokî:
“… Di pêşerojê de nebiyên me dê li ber dijmin şermî nebin, ji bo me bes e! Neviyên me dê tola me rakin!”
“Ez derew û hîleyên we nehesiyam, ev ji bo min bû derdek, min jî li ber we serî netewand, bila ev jî ji were bibe derd!”
Di encama wan şer û berxwedanan de, yên ku dused salên dawîyê hatine dayîn (Babanzade, Mîrê Rewandizê, Bedîrxanî, Ubeydullah Nehîrî, Şêx Abdulselam Barzanî, Şêx Mahmûd Berzencî, Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza, Simkoyê Şikakî, Biroyê Heskî, Îhsan Nûrî û Pêşawa Qazî Muhammed), hîç pêşengekî têkoşînekê ji ber dijminê gelê xwe serî netewandiye, an jî bi navê dijmin li ber gelê xwe şermî nemaye. Hê jî îstîsnayên biçûk (yên wek Yezdan Şêr) hebin jî, ev jî, wek ku Seyîd Rizayê nemir gotiye: “Hîle û derewên dijminên xwe fêmnekirine.”
Ji sala 1937’an şûn ve bi giştî di Kurdistanê de bi navê kurd û Kurdistanê qet pelek nalive, her li başûrê welêt bi peşengiya Refîk Hîlmî û Hemze Abdullah komeke rewşenbîr sala 1937’an “Komele Darkar” dadimezrînin. Piştre sala 1939’an li ser bingeha vê komeleyê rêxistineke bi navê “Hîwa” tê avakirin û rêberiya wê Hemze Abdullah dide ser şanê xwe. Ev rêxistina hem li rojhilatê welat hem jî li Başûr karê siyasî pêk tîne, û di nava gel de jî dibe xwedî hêz. Sala 1942’an li bajarê Mahabadê bi pêşengiya Abdûrahman Zabîhî rêxistineke bi navê “Komeleyî Jinewayî Kurdistan” tê damezrandin. Armanca vê rêxistinê ew e ku li her çar hêlên Kurdistanê tekoşînê bimeşîne û Welatekî yekgirtî ava bike. Destpêka meha tebaxa sala 1944’an li çiyayê Dlanpêrê (sêgoşeya Başûr, Bakûr û Rojhilat) bi beşdariya nûnerên sê hêlên Kurdistanê konferansekê li dar dixin û di wir de bîryarê digirin ku li her çar hêlên Kurdistanê têkoşîneke hevpar bimeşînin.
Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Rojhilata Navîn bi têybetî jî Îran hilgirt nava xwe. Li ser vê pêlê hêzên Sovyetê û Îngilistanê ji du aliyan ve dikevin Îranê. Hêzên Sovyetê, ji bo ku îngilistan bide rawestandin an jî nehêle ku hêzên wan nêzîkî sînorên wê bibin, bi azeriyan û kurdan re pêwendiyan datîne. Di encama van pêwendiyan de damezrandina herêmên wan herdu gelan dikeve rojevê. Li ser vê rêxistina Komeleya Jiyanewey Kurd sala 1945’an kongreya xwe pêk tîne û rêxistin dibe partî, navê wê jî PDK ye .Encam tê zanîn: Komara Kurdistan tê damezirandin. Ji bo ku pergal bê avakirin, pêwîstî bi kadro û saziyan hebûye. Li ser vê jî di feraseta PDK û Qazî Muhamed de parçegerî, herêmgerî nebûne. Ew bang li hemû kurdan dikin ku beşdarî karên avakirina Komarê bibin. Wê demê malbata Barzaniyan, di şerê li dijî Îngilistanê û hikûmeta Iraqê şikestinê dixwe û direve, tê rojhilatê Kurdistanê (Şino, Mirgever). Şêx Ahmed Barzanî û birayê wî Mele Mûstafa (Mele ye, ne şêx e!) li wan deveran cîh dibin. Pêşawa Qazî ji bo hêzên leşkerî Mele Mûstafa bi pileya generaliyê erkdar dike.
Dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn dawî dibe û hêzên cîhanî li hevdikin û li gorî wê yekparebûna axa Îranê tê pejirandin. Sovyet jî hêzên xwe li herêmê ji paş ve dikişîne. Şahê Îranê yekser hêzên kujer dişîne ser azeriyan, kurdan û gelên ku li ber xwe dabû, bi komkujiyê re rû bi rû man. Di vê rewşa kanbax de hêzên eşîra Barzaniyan xwe ji Komara Kurdistanê dikişînin ûkomar bêparastin dimîne.
Yek ji hêzên parastina komarê peşmergeyên Barzanî bûne: Mele Mûstafa bêyî ku Şêx Ahmed Barzanî û Qazî Mûhammed agahdar bike, diçe xwe diavêje ber lingê Şah û efûya xwe dixwaze. Lê şex Ahmed Barzanî teslîmyetê red dike, berê xwe dide Başûr. Şahê Îranê jê re peyamê dişine: “Eger teslîm nebe, dê Mele Mûstafa bikuje!” – Bersiva Şêx Ahmed bersiveke wiha dide Şah: “Li vir em hemû Barzanî ne, Mûstafa ne dikarî yekî bikujî azadî!” – Ev bersiva Mele Mûstafa dilgiran dike û ew bi Şah re peymana teslîmbûnê destnîşan dike û ji bo komarê neparêze, perekî têr jî ji şah digire. Piştî vê ew wan hêzan, ên ku bi Ehmed Barzanî re neçibûn Başûr, berhev dike û berê xwe dide Sovyetê. (di vê derbarê de bi hûrbinî di pirtûka Kakşar Oremar û Eyûp Barzanî de heye!).
Sala 1946’a beşeke PDK’ê ya ku pêşewa Qazî Muhammed û hevalên wî damezrandin, 16’ê tebaxa sala 1946’an bi pêşengtiya Hemze Abdullah û Îbrahîm Ehmed di başûrê Kurdistanê de PDK-I tê damezrandin. Ew heta sala 1958’an jî wek rêbaz, tekoşîna ji bo rizgariya tevahiya Kurdistanê bingeh digire û li gorî wê jî tevdigere. Sala 1958’an piştî ku Abdulkerîm Qasim (dayîka wî kurd bûye) tê ser desthilatiya Iraqê, efûyeke giştî derdixe û Mele Mûstafa ji Sovyetê tîne. Piştî hatina wî partî dibe du beş û di encamê de sala 1961’î Komîteya navendî xwe ji partiyê vedikişîne (tenê Hemze Abdullah dimîne) û encama vê parçebûne, şerê nav xwe, kuştin û hev tûnekirin despêdike. Di encamê de bi dehan partî û rêxistinên cuda dertên.
Mele Mûstafa bi xwesteka Mosadê û Îranê sala 1961’ê li dijî Abdulselam Kerîm şer îlan dike. Lê Komiteya Navendî ya partiyê li dijî vê biryarê dertê, li ser vê Mele Mûstafa li dijî komîteyê jî şer dike û dest bi girtina endamên wê dike. Di encamê de Partiya BAAS’ê li dijî Abdulselam Kerîm kudetayeke derbeyeke leşkerî pêk tîne û wî bi dar ve dikin. Şer seranserê Welêt gerim dibe, di encamê de gelek hatin çûyîn pêk tên, heta pêvajoya 1975’an peymana Cezaîrê dertê holê. Dema Şah Kendava farisan ji destê Iraqê distîne, pişgirî û alîkariya ku dida pêşmergeyên Barzanî bide rawestandin û raste-rast banî Mele Mûstafa dike, li ser Quranê şertê “Eger gotinê we derem hevjîna min telaq telaq telaq be!” sond dixwe. Her wiha gotinên li ber Şahê Îranê gotiye, hemû hatine nivîsîn.
Li gorî vê peymana bi Şah re destnîşankiriye divê nêzî 75 hezar pêşmerge çeka xwe danîbana û teslîmî rejîma BAAS’ê bibûna, yên ku bi mele re be, dikare bê û li Îranê bijî. Gelek pêşmergeyên ku vê bêrumetiyê napejirînin, di sengerên xwe de lingên xwe bi girêka kor girê didin û heta fîşeka dawiyê şerdikin û dibin pakrewan. Komeke pêşmergeyan a ji 200 kesî bi pêşengtiya Alî Esker xwe dide milê çiyayê Qendîl û li wir partiya Sosyalîst avadike. PDK jî vê hewldanê ji bo xwe wek xiyanetê bi nav dike û sala 1978’an li çiyayê Cîlo bi hêzên MÎT’a tirk re tevahî ew Alî Esker û 800 peşmergeyên wî qetil dikin. Yên ku zindî mabûn, dîl difiroşin rejîma BAAS’ê. Alî Esker wê demê ji bo wê çibûye çiyayê Cîlo, planek a wî û Mam Celal a hevbeş hebûye ku di herêma sêgoşe ya sê parçeyên Kurdistanê de li çiyayên Cîlo, Çarçêla û Dalanpêrê têkoşîna rizgariya neteweyî li dijî dagerkeran bimeşînin…
Derencam: Piştî berxwedana bi rûmet a gelê kurd a 200 salan ji sala 1945’an û vir ve Bekoyê Ewanê dîroka me yê bi navê Mele Mûstafa Barzanî û bermahiyên wî Mesûd û kurê xwe Mesrûr ve bûne şerm û kirêta vê gelî.
Niha pirs ev e: Ma vî gelî li hember dagerker û mêtingeran 200 salî berxwedaneke bêhempa da meşandin, li ber dijmin serî netewandiye, teslîmbûn qebûlnekiriye, li şûna parçebûnê yekitî bingeh girtiye, ji bo ku îro hinek rabin, wek hespê Tirûva di nava xwe de hin gotinê perdepoş ên wek “kurdayetî” dibêjin û di bin wê de dijminatiya gelê kurd meşrû bikin?
Pirsa duyem: Divê em gotinên pêşengên xwe yên ku wan li ber sêdarê gotibûn: “Nebiyên me dê ji bo me li ber dijmin şermî nemînin!” bingeh bigirin, an her roj li ber sifreya dijminên gelê xwe xwîna wî wek şeraba sor vexwin?
Pirsa sêyem: Divê kurd li gorî wesiyeta Pêşewa Qazî Muhemmed tev bigerin an ku wî li ber sêdarê bi dengekî bilind bê tirs bang kir: “Xiyanetê bi gelê xwe re nekin, ji hev hez bikin, bimeşin!”, – yan rojane li ser serê xortên kurd qumarê bilîzin û di bin navê “dîplomasiyê” de nav, namûs û xaka welatê xwe bifiroşin?
Pirsa çarem: Divê îro em gotinên Leyla Qasim ên ku wê, dema ber bi celadan ve meşiya, gotibû: “Ez bextewar im ku canê xwe ji bo Kurdistanê feda dikim!” û gotinên Zîlan (Zeyneb Kinaci) yên: Xwezî ji canê min zêdetir tiştek hebûya, min di oxira vî welatî de bida!” Ji bo xwe bikin rêgez û pîvan, an nirxên neteweyî hildin destê xwe û çep û rast radestî dagerkeran bikin? Divê em van rûmetên xwe yên mirovî û netewî bişopînin, an divê di kolanên Hewlerê de di bin ala tirkan de secde girtinê ji xwe re bikin pîvan?
Ça-a-wa dibe?…