13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tecrîdkirina Rêber Apo qirkirina mirovahiyê ye

Cîger Dilşad

Bi tenê em karibin rastir û kûrtir Rêbertiyê fêm bikin, bi cîhanê bidin nasîn, wê ji hemû netewan tevlêbûn zêdetir bibe û em ê zûtir azadiya Rêber Apo pêk bînin. Ew roj nêzîk e û ne dûr e

Gelek caran gava qala tecrîdê tê kirin, em dibêjin; “Tecrîd qirkirina gelê kurd e!” Ev pênasekirina tam rastiya tecrîdê îfade nake, ango kêm e!

Ji kesekî/ê re kengê mirov dikare bêje rêberekî/e neteweyî ye, yan jî rêberekî/e gerdûnî ye? Yanê dilê min xwest ji kê re bêjim; “Ev rêberekî/e neteweyî ye yan jî gerdûnî ye, nabe. Hinek pîvanên vê yekê hene. Ev pîvan jî bi wî/wê mirovî/ê ve girêdayîne. Dîtin, felsefe, daxwaz û têkoşîna wî/wê diyar dike, datîne holê.

Mînak, Hz.Îsa rêberekî gerdûnî ye. bi tenê xîtabî cihûyên ku ji zilma Romayê dinalin, nekir. Wî bangî hemû kesên ku ji ber zilm û zora Romayê dinalin kir. Her wiha Hz. Muhemed jî bi tenê xîtabî rrebên li çola Erebistanê nekir, hemû mirovahî vexwend rêya xwe û di dema wî de dîtinên wî dibû bersiv ji pirsgirêkên ku hebûn re. Wan jî pêşiya pêşîn gazî derdora xwe kirin, lê pişt re banga xwe mezin kirin.

Rêber Apo jî ji banga kurdan dest pê kir û pişt re jî dît ku tenê gelek nikare azad  bibe, heger azadiyek hebe, divê hemû mirovahî ji çembera dewletê derkeve û bi azadbûna jinê re azadbûna kurdan jî di nav de wê mirovahî ji illeta ferasetên dewletê rizgar bibin.

Ji lew re Rêber Apo ne bi tenê rêberê gelê kurd e, ew Rêberê hemû mirovahiyê ye. Beriya paradîgma biguherîne, heta astekê Rêber Apo bi tenê Rêberê Gelê Kurd bû. Her çiqasa di cewher de dîsa jî tovên Rêbertiya gelan di hinava xwe de dihewand jî, lê di hêla teorî de formalasyonkirina wê nehatibû kirin. Encax piştî paradîgma hate guhartin û pergala modernîteya kapîtalîst ji her hêlê ve dahurand, tazî kir, rêya azadiya jinên cîhanê û xelasbûna mêran ji qirêjiya pergalê raber kir û sosyalîzm li bingeha demokrasiya redîkal û komînal gihand pergalekê, êdî em nikarin bêjin; ”Rêber Apo bi tenê Rêberê gelê kurd e!”

Ji hêla din ve heger em bêjin; “Tenê Rêberê gelê kurd e”, wê demê em nikarin kes, civat û civakên din qanih bikin ku Rêber Apo rêberê wan e jî. Lê em yên bi xeta Rêber Apo bawer, dizanin û angaşt dikin ku Rêbertî ji sînorên Kurdistanê derketî û bûye malê mirovahiyê. Jixwe em nebêjin jî, kampanya ku ji hêla dost, hezkirî û kesên bi felsefa Rêber Apo bawer dikin ve di 10.10.2023’yan de; ”JI ABDULAH OCALAN RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΔ, hatiye dest pê kirin, wê rastiyê diyar dike.

Bi kurtasî, Rêber Apo sînorên Kurdistanê ji zû ve derbaskiriye, lê em bi gotin û pênaseyên xwe Rêbertî yê paş ve dikişîn in. Ev nêzîkatî, rista Rêbertiyê di hiş û çavên kes û civakan de lewaz dike. Rêbertî dibêje; “Ez bi tenê ne kurdistanî me, gerdûnî me”, lê em bi zorê wî dikişîn in sînorên Kurdistanê.

Ji hêla din ve kesekî/e almanî, fransî, rusî yan jî ji kîjan neteweyê dibe bila bibe, gava her bibihîse “Tecrîdkirina Rêbertiyê, qirkirina kurdan e”, dikare wiha jî bifikire; “Nexwe Rêber Apo ne Rêberê me ye, Rêberê gelê kurd e”  û ew angaşta me ya “Rêberekî gerdûnî ye” di hiş û cerga mirovan de zêde cih nagire.

Îro li Rojava kurdan, ereban, aşûran û gelên din di xeta Rêbertiyê de bi hev re têdikoşin. Li dijî tecrîdê her roj dadikevin kolanan. Dirûşmên wan rastire ji yên kesên di çapemeniyê de derdikevin û pênaseyan li ser Rêbertiyê dikin. Ew dibêjin; “Rêber Apo Rêberê me, Rêberê mirovahiyê ye”. Ji gelek neteweyan ciwan tên nava Tevgera Azadiyê, ne ji bo xatirê kurdan tên; ew li ser bingeha felsefe û dîtinên Rêbertiyê tên tev li têkoşîna gelan li Rojava û Bakurê welat dibin. Gava em rastiyên Rêbertiyê rastir bi cîhanê bidin nasîn, wê ji hemû netewan tevlêbûn zêdetir bibe û em ê tev bi hev re zûtir azadiya Rêber Apo pêk bînin. Ew roj ne dûr e, bi tenê em bikaribin rastir û kûrtir Rêbertiyê fêm bikin, em ê wê rojê zûtir bibînin.