Li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hate darizandin 19 sal û 6 meh ceza hate birîn. Dadgehê her wiha biryar da ku Akiş were girtin. Piştî biryarê protestoyên li bajêr dîsa destpê kirin.
li seranserê bajêr dikandaran dikanên xwe girtin û xelkê Colemêrgê ji bo protestokirina biryarê daket qadan û dest bi meşên şermezarkirina biryara dadgehê kirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Qesrê li dijî gel şer îlan kir.” Hatîmogûllari destnîşan kir ku Akiş rûmeta gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye û got: “Qeyûm xespa vînê ye, qeyûm darbe ye. Darbeya AKP’ê hate tomarkirin.”
Bakirhan û Zana gihiştin Colemêrgê
Di vê navberê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û siyasetmedar Leyla Zana û şandeya li gel wan gihîştin navenda Colemêrgê û bi meşê hatin avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê. Şandeya DEM Partiyê û gel heta avahiya DEM’ê meşiyan û dirûşm berz kirin. Tê payîn şandeya nû hat Colemêrgê û şandeya li ber Walîtiyê kêliyek din bigihîjin hev.