Kongreya yekemîn a Îttîhat û Terakkî, di sala 1909’an de li Selanîkê pêk hat. Li vir biryara çêkirina milletekî Turk-î Îslam hate dayin.
Encama siyaseta Îttîhat û Terakkî, ya 115 salan qirkirina 6 gelan e. Paşayên Îttîhad û Terakî krîptoyên Ewropayê bûn. Edogan û Bahçelî jî heman tişt in. Ewropa cinawirê bêdiran e, lê diranê cinawirên dewşîrmeyan bikar tîne. Siyasetek bedcanî ye û dîrok ji zanist e, ji çareseriya teorîk dûr kiriye. Dîrokek çêkirî derxistin hole. Ev dîrok jî bi qanûnên zincîrî û sîstema “romî”yan bi her kesî dane qebûlkirin. Piştre Turk-î Turan derxistin hole. Nivîsandina dîroka rast hate qedexekirin. Li zanîngehên Tirkiyeyê tu caran zanist nebûye çek, berovajî wê, “ulema”yên ku paletiya “sêva sor” dikin derxistin holê. “Ulema” yên ku teoriya wan nîne, ji xwe kor in!… Bi saya van koran, li Tirkiyeyê du ol derketin holê; yek Turk-î Îslam, du, Turk-î Turan!…
Bi Abdullah Ocalan re, qadên analîz-nirxandinan derketin holê û findikên ronîkirinê hatin pêxistin. Yanî teorî û pratîk bi hev re ketin rojevê. Lê, pêxemberên derewîn ên her du olên derewîn, ji aliyekî ve bi yekgirtinek berazî êrîşî kurdan dikin, ji aliyê din ve bi sewtelîti û sêwertaliya rovî, li dijî hev şer dikin. Bûyera dawî ya tevgera suîqastê, yan jî der baya di rengê mafyatîk de, ev rastî derxiste hole. Dibêjin, çêlikên dêlegura asêna, di nava AKP’ê de jî zêde bûne. Xwîzîk alîkarê wan be û em vegerin ser dabaşa xwe.
Bi fermana pexemberê derewîn ê ola Turk-î Îslam Erdogan, Dibistana “Bab-i Alî” hatiye vekirin. Bab-î Alî, bi nave nû Cagaloglû!… Ev kolan binyata du kiryaran e: Yek, binyata çetetiya Îttîhat û Terakî ye, du, binyata aşê hertina çandî yê gelên cûda ye. Min, gelek caran ev kolan weke aşê hertina çandên cûda yên gelên li Trakya-Balkan, Anatolya û Kurdistanê binav kiriye. Ev kolan, navenda hemû kovar, weşanxane û rojnameyên Tirkiyeyê bû, teva jî weke aşê hertin û qalibkariya-senteza “turkî” kar dikirin. Kolan êdî teng maye, rojname, weşanxane û kovar li navnîşanên cûda bela bûne.
Dewleta Erdoganland, bi armanca ku di sedsala 21’ê de jî bibe bersiva bîrdoza Turk-î Îslam û dikaribe li hemberî ronahiya findik û fanosên Tevgera Azadiya Kurd, sîstema bêyom a qirkirina gelan bidomîne; dibin navê, “Stratejiya Têkilî û Ragihandina Teknîka pêşketî de, Dibistana Bab-i Alî” vekirine. Xwendekarên vê dibistanê, bi gotina Wezîrê Ragihandinê Fahrettîn Altun, kesên xwedî “tecessûs”ê ne. Yanî akademisyenên xwedî lîsans, lîsansa bilind û doktoreyan e. Vê dibîstanê salek li pey xwe hiştiye û xwendekarên ku dersên taybet dîtine jî serfitîqeyên xwe jî girtine.
Di “Dibistana Bab-i Alî’ de, du cure dersên bingehîn heme Yek; Şerê li dijî dezenformasyonê ye. Dudu; Danasîna “nesl-î turk” e, ku dibêjin di her demê de di lûtkeya herî bilind a mirovaniyê de cih girtine. Di dersa duyemîn de, her heyama cîhanê bi “neslî turkî” zêrîn tê binavkirin. Ev nexeşiya neslê dewşîrmeyan e û metirsînî ye.
Balkêş e, wezîrê Erdogan, naveroka romana Charles Dikens ‘Çîroka Du Bajaran” bibîrtîne û dibêje, “Em mecbur in weke neslê herî baş ê her heyamê haraket bikin.” Yekemîn car e ku ez, wezîrekî Erdogan ku behsa romanekê dike dibînim. Ji ber ku AKP’ê, partiya bi berçavikên bergilan(hespan) haraket dike ye û weke di pirtûka Dikens de jî tê gotin; AKP, partiya ku her cûreyên demsalên bihara gelan reş dikin e. Di hişmendiya vê partiyê de “heyamên aqil” nînin. Di navend û cewherê îdolojiya AKP’ê de, îdeolojiya “naqis û naqit” a Îttîûhat û Terakî heye. Erdogan jî biqasî Enver Paşa, bi hêrs û hestên “ezî” tev digere. Enver paşa welatê Osmanî kiribê Enwerland, Erdogan jî Tirkiye kiriye Erdoganland.
Referansa Erdogan, hasreta vegera li salên 90’î. 92 û 93 an e. Ne vegera serdema Osmanî, naaa, ji ber ku di serdema Osmaniyan de Kurdistan ne dihate înkarkirin. Lê serdema Erdogan a înkar û tunekirinê ye. Ji bo vê jî, di lêgerîna Desturnameya sedsalê de, dixwazin, li 4 yekan, yek’a 5an jî zêde bike. Ev yek’a 5an, xelîfetiya Erdogan e û dibe ku bi navekî cûda jî be dikirandin. Weke ku îro ku wî bi nave “reîs” bi nav dikin!… Eger li hejmara 4’an yek’a 5 zêde bibe, dê Erdogan lepê xwe weke hirçê û di hêza “şeqama Osmanî” de veke û gefan li her kesî bixwe.
Li Komara! Tirkiyeyê, ligel krîzên aborî, civakî, siyasî, krîza heqîqetê jî heye. Heqîqet her dem ji bo sîstema dewşîrme bûye gef. Bi dezenformasyonê jî heqîqetê “filû” (Şolî) dikin, yanî dikine nava mij û moranê û gelek caran, bi ewrên reş dinixumînin. Dema ku barana dermanê îsot û xerdalê dibarînîn jî, armanca wan kuştina heqîqetê ye. Vî cûreyê kuştinê niha li çiyayên Kurdistanê didomînin.
Dibistana Bab-i Alî, bi stratekjiyeke dûr û kûr hatiye damezrandin. Gelekî behsa wê jî nakin û naxwazin deşîfre bibe. Pêşengên ji bo şerên taybet yên paşerojan amade dikin. Paşayên Îttîhat û Terakkî, di destpêkê de, li kolanên Stembolê mirov kuştin. Piştre li Bab-î Alî, yanî li navenda Siltanetê sadrazam kuştin. Manîpûlekirina gunehkariyê! Yanî dînîtiya ezî û faşîzmê!… Edî, ev nifş weke nijadperestî neyên binavkirin baş e, ji ber ku ew nifşek in, lê neteweya wana nîne, “turkî”tî kirine mertalê hebûna xwe.
Îro jî, dezenformasyona ku wezîrê tirk behsa wê dike, 100 sal in li dijî gelê kurd û gelên li Tirkiyeyê dikine partîkê û 40 sal in bi gotina “terorê” jî daxwazên gelê kurd ên demokratîk “qadûk” dikin. Medya deregulasyon jî, di vê dabaşê de rolek xerab û gelekî xerab dilîze. Ev jî rêbeza sîstemên otorîter û otokratîk e. Tirkiyeyê kirine dojeha Dantê, bi navekî din, “molatik”!… (Beza ji bo kuştinê), Yanî paradoksa xwe di rengên cûda de dubare kirinê!
Ev jî tê wateya bikaranîn zimanekî cûda. Çima zimanekî cûda, ji ber ku siyaseta red û înkarê, bahaneyên şerê taybet, li hemberî rastiya kurdan û li hemberî findikên ronahiyê ku Abdullah Ocalan pêxistine, neçar mane, ker û lal kor bûne. Lewma Wezîrê Karên Ragihandin û Enformasyonê, destnîşan dike ku Dibistana Bab-î Ali, arz-i endameke nû, ya ji bo peydekirina ziman û jargonekî nû ye. Ev jî tê wateya ku Tirkiyê bi pêşengiya desthilatdariya AKP/MHPê, di xeşîma tarî de fetisiyê û ber bi sergoya dîrokê ve diçe.
Balkêş e, wezîrê Erdogan behsa nûçeyên rast û çavkaniya wan nûçeyan jî dike. Ev jî mesajek durû ye. Di aliyê civakî de dixwazin nîşan bidin ku ew dixwazin di medya de nûçeyên rast bibînin. Ev xapandina raya giştî ye. Ji ber ku di dîroka desthilatdariya AKP’ê, ya 22 salan de, medya deregulasyona hatiye avakirin û tenê nûçeyên ji yek navendê têne servîskirin, diweşînin. Piştî 22 salan, weke kurd dibêjin “pox”a medya deregulasyon derketiye holê. Yanî piştî hilbijartinên 31’ê Adarê heyama “fetret”ê derkete hole. Ji bo vê jî dive Dibistana Bab-î Alî, kesayetên ku dikaribin bi mîsyonek nû, li pêşberî vê serdema “fetret”, ku weke tirs û mirinê derketiye holê, rawestin.
Di van rojan de, 2 mijaran derdixine pêş; Yek, weşan û peyamên rayedarên îsraîliyan…. Du, hilbijartinên şaredariyên li bakurê Sûriyeyê ku Rêveberiya Xweser ya Rojava…
Medya deregulasyon, peyama “jair-Netenyahu” yanî “kurê Netenyahu” ku nexşeya Kurdistanê weşandiye weke dezenformasyonê lanse dikin û pirsa armanca kurê Netenyahu ji vê nexşeyê çi ye û dixwaze çi peyamê bide, dikin. Dibêjin, dive em demildest hem tedbîran bigirin, hem bersivekê bidin. Wezîrê Erdogan, gotinan “post truth” bikar tine, Yanî “dema piştî rastiyê” û bi enstrumantên cûda, têkoşîna li dijî enformasyonê bikin.
Dibistana Bab-î Alî jî, navenda nobeta, 7 roj a 24 saetan (7/24) ya ji bo dezenformasyonê ye.
Binêrin, bêbawermendên “ola derewîn” Turk-î Îslam çiqasî haqîqetperwer in!… Wah kî wah wah!…
Xala duyemîn jî, têkoşîna şagirtên Dibistana Bab-î Alî ya li dijî hilbijartinên bakurê Sûriyeyê ya Rêveberiya Xweser e. Bi taybetî adem-î nasalah û tarik-salat, Gurê pîr, baxçewanê dijminê gulan Bahçelî, êrîşî hilbijartinên şaredariyên Rojava dike. Tê zanîn ku dema Bahçelî bang dike, Erdogan ê epîlepsîk, dikevê nava gerêneka avê (gîrdabê) û weke agirê bi bêndera çîtan bikevê, difûre û gefan li kurdan dixwe. Bahçelî û Erdogan dixwazin “çerxa felekê” zincîr bikin.
Lê ronahî nayê zincîr kirin. Ji bo vê jî em ê bi çend gotinên beddua, dawî li nivîsa xwe bînin: Li Rojava, ronahiya heqîqeta sedsalê bûye agirê brûskê û wê “melkêsê mirinê”, faşîzma dewşirmeyan dişewîtîne. Dewşirme, qewmê Ad û Semûd in û wê bi bayê azadiyê bifetisin.