12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Colemêrg li dijî qeyûm li ber xwe dide

Li Colemêrgê li dijî darbeya qeyûm, bi pêşengtiya rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî meş tê lidarxistin.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Li dijî tayînkirina qeyûm, bi pêşengtiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li navenda bajar çalakî tê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, şandeya Partiya Gel a Komarê (CHP) û gelek rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.

Polîsan êrîş kirin

Girseyê piştî daxuyaniyê ber bi avahiya şaredariyê ve meş li dar xist. Di dema meşê de girseyê dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Em serokê diz naxwazin” û “Bijî berxwedana Hekkarî” hatin berzkirin. Hatîmogûllari û kesên pê re piştre derbasî Cadeya Bulvarê ya çalakiya rûniştinê lê dihat lidarxistin bûn. Polîsan li vir bi bombeyên gazê êrişî welatiyan kirin. Ciwanan, li hinek kolanan bi keviran bersiv dan polîsan.

Hatîmogûllari, wiha got: “Her kes zarokê bi navê Ebû Hanzala yê di dema dagirkirina Îsraîlê ya Filistînê de nas dike. Hanzala, ji bo protestokirina wan berê xwe dabû rojê. Em jî li vir li dijî zilma Îsraîlê û nûnerê wan ê li vê derê berê xwe didin rojê.”

Gelek serokên baroyan jî hatin cem partiyiyan. Girse berxwedana xwe didomîne.